26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi kêmkirina ava çem hejmara nexweşan zêdetir bû

Tirkiyeyê ji 27’ê çile ve ava Çemê Firatê li ser gelê Suriye û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qut kiriye. Qutkirina ava çem bandorê li ser ceyrana malan jî dike û ceyran jî her diçe kêm dibe.Di encamê de li gelek taxên Helebê av û ceyran dem bi dem qut dibe.

Ji niha ve gelek stasyonê ku ava vexwarinê vediguhêzin bajarên wekî Dêra zorê, Hesekê, Kobanê, Tebqa û hin deverên din ên ji ber kêmbûna avê nema dixebitin. Ev yek jî karesatên mezin bi xwe re tîne.

Ji ber kêmbûna avê, qirêjbûn û kevz li ser beravên çem derketin holê û her wiha stasyonên dezenfektekirina avê ji xizmetê derketin û av baş nayê parzûnkirin. Di encama vê yekê de her çûn hejmara bûyerên jehrîbûnê bi awayekî ber bi çav zêdetir bûn.

Daneyên nexweşxaneyan

Li gorî daneyên Nexweşxaneya Kobanê û ya Emelê ên li Kobanê, heta niha 230 kes ji ber avê bi jehriyê ketine. Ev bûyer ji meha çile ve rû didin û her diçin zêdetir dibin.

Tenê li gor Nexweşxaneya Kobanê, di meha çile de 17 kes, di sibatê de 21 kes, di meha adarê de 82 kes û di nîsanê de 49 kes bi avê bi jehrî ketin.

Li gorî daneyên Nexweşxaneya Emel jî, ji destpêka îsal ve hejmara kesên ku ji ber ava qirêj bi jehrî ketine  gihaştiye 61 kesan di nav de 32 zarok hene.

Di van daneyan de pêketiyên ku naçin nexweşxanê – lê diçin gel dermanxane û klînîkên taybet- di nav xwe de nagire. Lê ev dane nîşaneya rûdana kareseteke tenduristiyê dide ku gelek bijîşkên Kobanê vê yekê piştrast dikin.

Dr Mihemed: Rewş girantir dibe

Têkildarî mijarê bijîşkê beşa nexweşiyên hundirîn û niştegeriya giştî Dr Emar Mihemed diyar kir ku ji ber kêmbûna çem av naye dezenfektekirin û ev yek jî rê li ber zêdebûna nexweşiyan vedike.

Herî zêde zarok nexweş dikevin

Dr.Mihemed destnîşan kir ku vexwarina ava qirêj, yekser bandorê li kezabê û rûviyan dike bi taybet a zarokan û di meha havînê de ev yek zêde dibe û zarok bi nexweşiyên zikçûnê dikevin. Li gorî Dr. Mihemed, rêjeya bandorbûna zarokan bi ava qirêj digihêje ji sedî 60, lê ya temenmezinan digihêje ji sedî 20.

Banga doxtor

Dr.Emar Mihemed bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku avê berde û mafên gelên herêmê bin pê neke.

Hewceyî gotinêye ku di dîrokê de ev cara yekemîn e ku asta çemê Firatê bi rêjeya 5 metreyan kêm dibe. Niha li şûna 500 metrekab di her saniyekê de li gorî peymana 1987`an berde, tenê 200 metrekab di her saniyekê de ber dide.