27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li hindistanê di rojekê de zêdeyî 4 hezaran ji ber koronayê mirin

Li gorî daneyên fermî yên dawî li Hindistanê di nava 24 saetan de 4 hezar û 194 kesan ji ber nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê hejmara giştî ya kesên ku ji ber vîrûsa Covîd-19 jiyana xwe ji dest dane bûye 295 hezar û 525.

Her wiha li gorî heman çavkaniyê hejmara kesên ku bi vê nexweşiyê ketine bûye 26 milyon û 300 hezar kes.

Ji aliyekî din ve Rêxistina Navnetewî ya Tenduristiyê (WHO) di raporeke xwe ya dawî de da xuyakirin ku hejmara kesên ji ber Covîd-19 li seranserê cîhanê jiyana xwe ji dest dane, dibe ku 2-3 caran ji hejmarên daneyên fermî yên tên dayîn zêdetir be.

Li gorî hejmarên fermî hejmara miriyan di navbera 3-4 milyon kesî ye. Lê li gorî rêxistina WHO’yê dibe ku ew hejmar di navbera 6-8 milyonan de be.

Li gorî daneyên dawî hin welatên ku herî zêde ev nexweşî lê belavbûye wiha ne: DYA di rêza yekemîn de tê xuyakirin û hejmara kesên ku bi nexweşiya Covîd-19 ketine gihaye 33 milyon û 862 hezar û 398. Her wiha li Hindistanê 26 milyon û 289 hezar û 290, li Brezîlyayê 15 milyon û 976 hezar û 156, li Fransayê 5 milyon û 581 hezar û 351 û li Tirkiyeyê jî 5 mliyon û 169 hezar û 951 kes bi koronayê ketine.