26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi pandemiyê re tundî zêdetir bû

Bi pandemiyê re zext, tehde û tundiya li ser jinan her çû zêdetir bû. Hema hema her roj sê jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Tenê di sala 2020’î de mêran 300 jin qetilkirin û 171 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Bi pandemiyê re li gorî daneyên hatin parvekirin di 2021’ê de jî kuştinên jinan berdewam kirin. Di meha Çileyê 2021’ê de 23 jin hatin qetilkirin, 14 heban bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di sibatê de 28 jin hatin qetilkirin, 12 heban  biguman jiyana xwe ji dest dan. Di Adarê de 28 jin hatin qetilkirin, 19 heban biguman jiyana xwe ji dest dan. Di Nîsanê de jî 16 jin hatin qetilkirin û 14 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Têkildarî tundiya li ser jinan a ku bi pandemiyê re her çûyî zêdetir bûyî de ji TJA’ê Tulay Guler û ji Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati Asli Yukçu bi Ajansa JINNEWS’ê re axivîn û dan zanîn ku

 ‘Me îfadeyên jinan esas girtin’

Tulay Gular da zanîn ku tundiya li ser jinan bi pandemiyê re ji sedî 43 zêde bûye. Guler da zanîn ku di vê pêvajoyê de gelek jin bi telefonê li TJA’yê geriyane û daxwaza piştgiriyê kirine û wiha got: “Me îfadeyên jinan esas girtin û nirxandin kirin. Ji bo piştgiriya psîkolojîk, aborî û manevî me hemû derfet seferber kirin.”

 Kujer ceza nagirin

Endama TJA’yê di berdwama axaftina xwe de ragihand ku heta hişmendiya serdest a mêrperstiyê neguherê dê tundî, tacîz û tecawiz jî bidome û wiha domand: “Jin bi awayekî sîstematîk tên qetikirin. Ev mijar bi tena serê xwe krîzek e û bi krîza siyasî û aborî ve jî girêdayî ye. Kujer bi tu awayî ceza nagirin û cezayên wan tê kêmkirin. Yanî dewlet qanûnên xwe jî pêk nayine.”

Jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve rastî tundiyan tên

Gular bi lêv kir ku jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve rastî tundiyan tên û ev tişt anî ziman: “Jin ji aliyê bav, bira, hevjîn, destgirtî, partnerên xwe ve şîdetê dibînin. Li hemû cîhanê kuştinên jinan zêde bûne. Desthilatdariya serdest  Peymana Stenbolê fesh kir.  Zîhniyeta serdest ev ji xwe re kir derfet û kuştinên jin û zarokan du kat zêde bûn. Ji ber dizanin ku wê ceza negirin. “

‘Cihên herî bi ewle ne mal in’

Endama Mor Çatiyê psîkolog Asli Yukçu der barê bandora pandemiyê de ragihand ku di sala 2020’î de bi giştî bi 3 hezar û 936 jinî re hevdîtin pêk anîne. Asli Yukçu axaftina de xwe de wiha got: “Di destpêka şewbê de desthilatdariyê digot cihên herî bi ewle mal in. Lê mixabin jin herî zêde di malan de bi tundiyê re rû bi rû man. Bi pandemiyê re gelek jin serî li saziya me didan. Hê jî ev serlêdan didomin.Di vê pêvajoya dawî de serlêdana jinên ciwan jî çêbûn. Jinên li bajarên cuda perwerde didîtin ji ber pandemiyê vegeriyan gel malbatan û ji ber şîdeta fîzîkî, aborî û psîkolojîk serlêdan kirin. Di her rewşê de divê em mafên xwe bizanin û em di çarçoveya qanûna 6284’an de rê didin ber jinan.”

Bila jin bi israr bin

Asli Yukçu di axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên serî li hêzên ewlehiy’e didin tim rastî bersivên wek ‘li stargehan cih tune ye’ tên û wiha got: “Yanî qebûlkirina daxwaza jinan ji înstiyatîfa kesan re maye.  Wezaret û hêzên ewlehiyê neçarin daxwaza jinan bigihêjînin cihên pêwist. Em piştgiriyê didin jinan ku bi israr daxwazên xwe bînin ziman.”