27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bi trîlyonan pere jî bidin naçim ber avahiya HDP’ê’

Bi organizasyona dewleta tirk hinek malbat li ber avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiyan kirine û her roj têkildarî xapandina malbatan nûçeyeke din tê weşandin. Dewlet zextê li malbatan dike ku biçin ber avahiya HDP’ê tevli çalakiyê bibin.

Herî dawî li Colemêrgê komek leşker çûn cem malbata Davût Polat ku 5 sal in agahî jê nayê girtin û ji malbatê xwestin ku biçin ber avahiya HDP’ê. Malbata daxwaza leşkeran red kirin û gotin ku ew zarokê xwe ne ji HDP’ê ji dewletê dixwazin û dewlet bi trîlyonan pere bide wan jî nadin ber avahiya HDP’ê. Dayik Mahiye Polat da zanîn ku niha 2 kurên wê jî di zindanê de ne.

Dayika Davût Polat, Mahiye Polat tekildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya re axivî û ev agahî da: “Cendirme hatin malê û ji min xwestin ez biçim ber HDP’ê. Ji min re gotin ‘biçe kurê xwe bîne em ê destekê bidin te’. Lê min jî got; Ez lawê xwe ne ji HDP’ê ji dewletê dixwazim. Ez biçim ber HDP’ê jî ez ê lawê xwe ji dewletê bixwazim. Hûn bi trîlyonan pere jî bidin ez ê daxwaziya wan red bikim. Ez tenê lawê xwe ji dewletê dixwazim.”

COLEMÊRG