27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi xêra xwe tif bike devê wê

Fatma Taşli Tunç

Temenê min heft sal bû. Mala me li gundekî Qerejdaxê bû, em pênc xwîşk û bira bûn.

Ez zaroka duyem bûm. Bavê min rêncberî dikir, dayika min keça axayê gundekî bûye. Bavê min dema rêncberiya axa kiriye, ew û keça axa, yanî dayika min, dil dikevin hev û hev direvînin. Paşê pîra min çi şêx û axayê deverê hene giştan dixê dewreyê, da ku dawê çêbikin û tiştek bi keça wê neyê. Lê kalê min zaza bû û melûm e dibêjin mêrên zaza serhişk in lê wî nikaribû bi dek û dolabên dapîra min re serî derxista. Dapîra min di devê wî re ketiyê û di pozê wî re derketiye, ew qayil kiriye. Dapîra min wiha digot; Hecî mal neketo ma ne kezeba te ye? Ma ray li kezebê dibe?

Ez xulam, ka were baskê xwe veke, keça xwe têxe bin per û baskê xwe! Paşê çi şêx û mezinê heremê hebûne li bapîrê min civandin. Piştî dawa xwe çêdikin, vê carê dapîra min wiha dibêje;

– Hecî, keça te li kolanên Amedê tî û birçî ye, ma bi navê te dikeve ez gorî te.

Bapîrê min radibe du xizmetkarên xwe rê dike, da ku dayika min û bavê min, bîne gund. Ez û xwîşka xwe û qatek nivîn sindoqa dayika min, dayik û bavê min, em li ser pişta çend hespan û bi melê eşa re em gihîştin gund. Ji bilî dapîra min, kesekî din bi hatina me ya gund kêfxweş nebû.

Dema ku ez bi tenê li cihekî xalî bimama, min digot qey dora min tije cin û pîrebok in, ji tirsa re bayê fercê li min dixist û dest û nigê min ê rastê pûç dibûn.

Çileyê zivistaneke dijwar ez mam bi dest û nigekî lê zêde bala kesî nedikişand.

Rojekê dapîra min hat mala me, dît ku rewşa min xirab e. Berê xwe da dayika min û gotê.

-Hey çavên te nerijin, ev çi halê vê gedê ye? Zû rabe kincê wê lê bike, ez ê bibim bajêr cem kalê şêx Guzel. Derd û derman ji xwedê ye lê ku kalo carekê tenê tif bike devê wê. Hewe bi îzna xwedê.

Dema dapîra min qala tifê û dev kir, coka min a sax jî ma bê ruh, madê min li hev ket, ez mirim lê tu çare û îmkanê min tune bûn. Dayika min cilê min li min kirin me bi piya da çol û beyarê û me berê xwe da Amedê. Dapîra min bi destê min ê sax girtibû û destê pûç jî li pey min bê ruh dikişîya. Cînan berfê dida çoka me, cîna dida nava me, hundirê potîna min tijî berf bû lê min êdî his nedikir. Em di ser çend gundan re derbas bûn, me xwe gihand Amedê. Li Palûkê em li dolmîşê siwar bûn û me berê xwe da nav Sûrê. Sûr tenê di nava dîwarên xwe de bû. Ji dûr ve dikanekê bala min kişand, li ber dikanê bi sedan, jin, mêr û zarok  kom bûne. Qelebalix îzdîham şer û pevçûn.

Dapîra min çû nêzikî li wan kir, ciwanek ji ber dikanê rabû pêrgî me hat, wî û dapîra min li hev pirsîn alavên ku ji şêx re diyarî biribûn ji destê dapîra min girt, danî dikanê lê em di dorê de nesekinîn, em li dikanê rûniştin. Min bi çavên tirsok û matmayî li miletê û şêx dinerî û ez diricifîm.

Wek mirov bikeve sira nexweşxanê, milet ketibû sirayê, şêx yek bi yek tifî devê wan dikir. Wan jî pere dixist berîka şêx.

Ku şêx pere hindik bidîta, wan del dida û bi ser wan de diqîriya. Piştî demekê şêx hate hundirê dikanê, dapîra min rabû ser piyan û bi çava îşaretî min kir. Piştî li hev pirsînê dapîra min got. Şêx bi pencê xwe yên tûj çena min vekir û tifa xwe di devê xwe de civand û got tiffffff, uhu uhu uhu tifffffff.  Min çavê xwe vekir. Ez li mala xaltîka Utê me û ez dest û nigê xwe his dikim.

Yan ji tifa şêx. An jî, ji şoqa seqemê û tirsê???