27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîlançoya erdheja Îzmîrê

Bîlançoya erdheja Îzmîrê

Hefteya borî di 3’yê mijdarê de li Îzmîrê erdhejeke bi pileya 6.6 pêk hat. Navenda erdhejê navçeya Seferîhîsarê ya Îzmîrê bû. Ji ber ku pileya erdhejê mezin bû xesareke mezin gihîşt bajar û gelek kes di erdhejê de birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên erdhejê di nav hefteyê de bi dawî bûn û bi vê re bilançoya erdhejê jî derket holê. Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Karesatê ya Wezareta Karên Hundir (AFAD), di erdhejê de 114 kesan jiyana ji dest daye, hezar û 35 kes birîndar bûne û 137 kes jî bi saxî hatine rizgarkirin.

Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê Mûrat Kûrûm jî di nav hefteyê de der barê encamên erdhejê de daxuyanî da û ragihand ku di erdhejê de xesar gihîştiye 2 hezar û 508 avahiyan û ji van avahiyan 12 heb hilweşiyane. ÎZMÎR