3 Mayıs, Cuma - 2024

Sample post title 0

Sample post title 1

Sample post title 2

Sample post title 3

Sample post title 4

Sample post title 5

Sample post title 6

Sample post title 7

Sample post title 8

Sample post title 9

Sample post title 10

Sample post title 11

Serûpel Blog Rûpel 186

Necla Yildiz: Fikrên Birêz Ocalan hêviyê didin me

0

Dostên gelê kurd di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cihanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Pêngava azadiyê di serî de li Kurdistanê li Ewropa, Amerîkaya Latîn û Afrîkayê berfireh bû. Girtiyên PKK û PAJK’ê di çarçoveya pengava azadiyê de di 27’ê Mijdarê roja salvegera damezrandina PKK’ê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva berxwedêrên zindanan roja 28’an de didome. Girtiya jin Necla Yildiz ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, çalakiya girtiyan û tiştên dijîn ji Hevseroka DFG’ê û Edîtora MA’yê rojnamegera girtî Dîcle Muftuoglu re nirxand.

Wek tê zanîn Necla Yildiz ji sala 2016’an ve girtî ye û ji roja destpêkê ya binçavkirinê re ji hêla medyaya îktîdarê ve hedef hate girtin. Diviyabû di 3’yê sibatê de bihata berdan lê tehliyeya wê bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve (ÎGK) hate taloqkirin.

Dadgehê daxwaznameya Yildiz paşguh kir

Yildiz da zanîn ku her 6 mehan carekê rêveberiya girtîgehê bi hinceta “ji bo tehliyebûnê guncav nîne” kaxizekî teblîxî girtiyan dike û wiha got: “Di kaxizan de hincetên weke ‘poşmantî qebûl nekiriye, li qawîşa birêxistinkirî dimîne’ û hwd. weke hincet tên nîşandan. Dadgeh jî xwedî heman helwestê ye. Weke mînak, min du caran xwest li dijî biryara lijneyê parastina xwe ya devkî bikim û min daxwazname da Dadgeriya Înfazê. Çendek meh piştre bi biryara 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran hîn bûm ku ev daxwaznameya min hatiye paşguhkirin. Dadgeriyê hem bersiv nedaye hem jî weke ku min parastin kiribe pêşkeşî dadgeha jor kiriye. Min gelek caran ji Wezareta Dadê re nivîsand lê ew jî piştgiriyê dide rêveberiya girtîgehê. Bi kurt û kurmancî bi hevkariya van saziyan em di girtîgehê de dîl tên girtin.”

 ‘Bêhelwestî rê li pêş zextên nû vedike’

Necla Yildiz anî ziman ku pergal li dijî civakê zextan pêş dixe û wiha axivî: “Dema tiştekî ku pergal bikare bide civakê nemîne, zext weke amûra ewil tê bikaranîn. Dixwazin di 2024’an de 12, di 2025’an de jî 8 girtîgehên nû vekin. Li gorî îktîdarê hêj bi hezaran kesên ‘divê poşman bibin’ hene. Her ku li dijî zextan bêhelwestî pêş dikeve, zexta li ser girtîgehan girantir dibe. Tacîz û zext êdî veguherîne rewşeke jirêzê. Di dema lêgerînên qawîşan de gardiyanan dema li ser hevalên me dinihêrtin ew tacîz kirin. Dema bertek tê nîşandan jî dibêjin; ‘ma dema destê mirov li we dikeve dibe tacîz?’ Me giliyê wan kir lê gotin; ‘gotina gardiyanan esas e’ û red kirin. Em jin nayên tehliyekirin. Ev bêhiqûqtî bi taybet jî li jinan tê kkirin.”

Divê piştevaniya şoreşgerî hebe

Necla Yildiz bal kişand ser kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Her çend ku li Tirkiyeyê kesên rastiyê dibêjin ji neh gundan biqewirînin jî rastî li hemû dinyayê belav dibin. Herî dawî li zêdetirî 74 welatan belav bû. Me ev agahî dereng wergirt. Ji ber ku mafê me yê agahîgirtinê tê astengkirin. Rojname û kanalên televîzyonê yên em dixwazin li vir qedexe ne. Bihîstina vê kampanyayê rê li ber kelecaneke mezin vekir. Bêyî ferq û cudahiya dem û cih divê piştevaniya şoreşgerî hebe. Sosyalîstbûn û parastina aştî û demokrasiyê vê yekê ferz dike.”

 ‘Gelên Tirkiyeyê çareseriyê heq dikin’

Necla Yildiz destnîşan kir ku gotinên derdorên muxalîf ên li Tirkiyeyê yên têkildarî pirsgirêka kurd û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hev nagirin û ev tişt anî ziman: “Hemû cîhan êdî dibêje pirsgirêka kurd heye lê li vir dema yek dibêje ‘pirsgirêka kurd heye’, ev yek weke mînakeke pir mezin ê demokrasiyê tê nîşandan. Tenê li pêvajoya 100 salan binêrin, dê bibînin ku pirsgirêka kurdan a qirkirin, pişaftin, neaxaftina bi zimanê xwe û hwd. hene. Dema navê birêz Ocalan derbas dibe, jinişka ve hemû dikevin pêşbirka neteweperestiyê. Ji bo tunekirina neheqiyên heyî, divê mijarên pirsgirêka kurd û azadiya birêz Ocalan bigirin rojeva xwe û gavan biavêjin. Gelên Tirkiyeyê çareseriyê heq dikin. Hêviya min ew e ku kampanyaya heyî ji bo Tirkiyeyê bibe mînak.”

 ‘Li dijî birêz Ocalan bi ser neketin tecrîd giran kirin’

Necla Yildiz, bibîr xist ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi salan e kampanya tên lidarxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Fikrên wî pir zelal in û bi rehetî dikarin bikevin meriyetê. Hêviyê dide me ku utopyayên me jî pêk bên. Ji cîhana zarokekî bigire heta rêzgirtina ji bo kal û pîran, azadiya jin-mêr û pirsgirêka ekolojiyê… Paradîgmayeke wisa hatiye avakirin ku her kes xwe tê de dibîne. Ocalan bi xwe jî got ku dikare krîza Tirkiyeyê çareser bike. Lê mixabin li Tirkiyeyê qedrê rêberên mezin nayê zanîn. Yan jê re dibêjin ‘terorîst’ û dikin dijmin, an jî li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin û qetil dikin. Dema planên wan ên li dijî birêz Ocalan bi ser neketin jî tecrîd giran kirin. Bêguman desthilat paradîgmayeke wiha weke avantaj nabîne. Heke guhê wan li ser civakê bûya, dê birêz Ocalan yek deqeyê li wir nemabûya. Tevî her tiştekî jî paradîgmaya modernîteya demokratîk li cîhanê rastî kelecan û xwedîderketineke mezin hat. Ev jî serkeftina birêz Ocalan e. Em nikarin tecrîda li Îmraliyê ji pirsgirêkên civakî cuda bigirin dest. Heta ku ji bo sûcê navneteweyî yê di 15’ê Sibata 1999’an de hatiye kirin deng neyê derxistin dê çareseriyeke mayînde çênbe. Heke em xwedî li paradîgmaya birêz Ocalan derkevin dê pirsgirêk çareser bibin.”

Civaka Şengal û Kerkûkê derbeke giran li PDK’ê da

0

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi îmzeya Zehra Şengalî li ser hilbijartina 18’ê kanûnê ya li Kerkuk û Şengalê analîzek weşand. Zehra Şengalî di analîza xwe de balê dikişine ser rastiya PDK’ê û helwesta civakên Kerkuk û Şengalê yên li dijî PDK’ê. Analîza Zehra Şengalî wiha ye:

18’ê kanûnê li Iraqê hilbijartinên xwecihî hebûn. Hilbijartinên li Iraqê tevî ku li gorî qanûnan her 4 sal carekê divê werin kirin, li hinek parêzgehan demek dirêje hatibûn paşxistin. Mînak li Kerkûkê hilbijartina ewil ya piştî 18 salan bû. Li parêzgeha Mûsilê jî hilbijartinên dawî di sala 2013’an de hatibûn lidarxistin. Yek ji sedemên derengxistina hilbijartinan, nakokiyên siyasî yên Iraqê ne ku xwe dispêrin alî û hêzên siyasî ye. Hem hêzên herêmê, di serî de Tirkiye û Îranê li ser xaka Iraqê li gorî berjewendiyên xwe siyasetekê bi rê ve dibin û hem jî hêzên navnetewî di çarçoveya projeya mezin a Rojhilata Navîn mudaxaleyî herêmê dikin. Ev pevçûnên siyasî, guhertinên hêzan li herêmê û nakokiyên navxweyî bûn sedem ku hilbijartin bên taloqkirin.

Iraq li Rojhilata Navîn cihekê stratejîk digire û ji ber vê jî dibe navenda lîstokên hêzên hundir û derve. Sîstema Iraqê, sîstema federal e. Li gorî qanûnên Iraqê cih ji hemû pêkhateyan re heye, lê ji ber ku di siyaset û zêhniyeta xwe de ne demokratîk e ev qanûn derbasî pratîkê nabe. Berovajî vê, pêkhateyên heyî dibin qurbanên siyaseta ne demokratîk yê Iraqê û bi vî awayî jî nakokiyên heyî kûrtir dibin. Ji ber vê em dikarin bêjin hilbijartinên xwecihî, girîng e ku di dema xwe de bi pêkanîna qanûnên xwe werin pêkanîn. Pêkhateyên heyî vê girîng dibînin. Hilbijartinên xwecihî li gorî yê parlamentoyê, di cewhera xwe de zêdetir demokrasiyê diparêze ji ber ku hîn zêdetir nêzî civakê ne.

Di karaktera dewletê de zêhniyeta demokrasî nîne, ji ber vê jî ev 10 sal in hilbijartin pêk nehatine.

Li 15 parêzgehên Iraqê hilbijartin pêk hat û bi sedan partî tevlî vê hilbijartinê bûne. Hin ji wan partiyan bi tifaqan tevlî hilbijartinan bûn. Lê di vê hilbijartinê de çavê herkesî bi taybet li ser parêzgehên Mûsil û Kerkûkê bûn. Partiyên ku bi taybetî li parêzgeha Mûsilê derketin beramberî hev Hevpeymana Civakî, PDK û YNK bûn. Li Kerkûkê jî YNK, PDK, eniya tirkmenan û eniya ereban derketin beramberî hev. Di encama hilbijartinên li Nînowayê, em dikarin diyar bikin ku hevpeymana civakî di rêza duyemîn de bi ser ket û li Kerkûkê jî YNK weke partiya yekemîn hate hilbijartin.

Ji 23 milyon hilbijêran tenê 6 û nîv milyon kes çûne ser sindoqan. Ev tê maneya ku li tevahiya Iraqê tenê ji sedî 41 kes çûne ser sindoqan. Rêjeya tevlîbûna hilbijartinan li Mûsilê ji sedî 52 û li Kerkûkê ji sedî 70 bû. Di serî de li Bexdayê û li gelek parêzgehên din rêjeya tevlîbûna hilbijartinan gelekî kêm bû. Di aliyê civakî de tevlîbûn an jî tevlîbûna kêm, nîşaneya helwestekê ye. Di heman demê de ev yek nîşan dide ku partiyên serdest ên parêzgehan zêde hêviyê nadin civakê, teng dimînin û ji pêdiviyên gel re nabin hêza çareseriyê û ne xwedî proje ne.

Em dikarin di kotaya parêzgehan jî bibînin ku di qada siyasetê de rolekê çawa ji jinê re tê dayîn. Ev tê maneya ku li gorî kotayê tenê ji sedî 25 kursî ji bo jinan tê veqetandin. Rolekê diyarker, di siyaseta Iraqê de ji jinê re nayê dayîn. Jinên ku di siyaseta Iraqê de cih digirin, tenê di bin siya zêhniyeta zilam de dimînin an jî di bin vî siyê de têne hiştin. Mirov dikare bêje, rewşa jinê di siyasetê de, li Iraqê jî ji welatên cuda ne cudatir e. Tevlîbûna jinê li gorî qanûnan e, ne li gorî nasname û xweîfadekirina jinê ye. Têkoşîna jinan bi taybet di 10 salên dawî de ji bo vê yekê hebê jî, hîna guhertinekê berbiçav tine ye. Ji bo demokratîkkirina pergalê, divê rola jinê di siyasetê de hîn zêdetir çalak be. Asta beşdarbûna jinê ya siyasetê, asta tevlîbûna civakê jî diyar dike.

Li welatekê jin çiqasî xuya be, ewqasî jî wê ew welat ji guhertinê re vekirî be. Ji lew re em nikarin bêjin ku jin di siyaseta Iraqê de bi bandor in. Di tevlîbûna siyasetê ya çawanî û çendanî de jî jin ne li pêş in. Di hemû lîsteyên partiyan de jî tê dîtin ku namzetên jin pir kêm bûn. Yên ku hatibûn nîşandayîn jî gelek ji wan nehatin hilbijartin. Lê têkoşîna jinên Êzidî û şoreşa jinê ya Rojava heta astekê bandorê li jinên Iraqê jî kiriye. Ji bo vê jî mirov dikare diyar bike ku heta astekê têkoşîna jinên Iraqê jî heye. Di serî de têkoşîna ji bo mafê qanûnî ya ji bo hilbijêr û namzetan û bi giştî ji bo mafên jinan ên li Iraqê jî têkoşîna jinê hene. Fikrên Rêber Apo bandorê li rewşenbîr, akademîsyen û siyasetmedarên jin kirine. Tê dîtin ku têkoşîna ji bo mafê jinan ê di siyasetê, qadên civakî û hemû qadên jiyanê de hîn zêdetir derdikeve pêş.

Gel lîstikên PDK û Tirkiyeyê vala derxistin

Weke me li jorê jî destnîşan kir ev hilbijartin bi taybetî ji bo Kerkûkê girîng bû. Piştî 18 salan cara ewil dîsa hilbijartin çêbûn. Encamên hilbijartina li Kerkûkê, wê bandorê li tevahî siyaseta Iraqê bikin. Beriya hilbijartinan jî lîstokên ciddî li ser Kerkûkê hatin lîstin. Bi taybetî Erebên şovenîst, Tirkmenên girêdayî Tirkiyeyê, PDK û dewleta tirk bi awayek ciddî li ser Kerkûkê lîstin. Tirkiye vê yekê bi taybetî bi destê PDK’ê kir. Beriya hilbijartinan provokasyonek di navbera ereb û kurdan derxistin û bi vî awayî xwestin hilbijartinên li Kerkûkê betal bibin. Lê xelkê Kerkûkê ev dek û dolabên Tirkiye û PDK’ê vala derxistin. Encama hilbijartinên li Kerkûkê jî, encama vê valaderxistinê bûn.

Li Kerkûkê divê pergalek demokratîk di navbera pêkhate û partiyan de bê avakirin. Lê encamên hilbijartinê her çiqasî ne bi yek lîsteyê be jî, ew ji bo kurdan girîng bû. Destkeftiyek girîng e, eger partiyên kurd bi yek lîsteyê û tifaqê tevlî hilbijartinê bûbûna wê ev destkeftî hîn mezintir bûna. Ev yek cihê mixabiniyê ye. PDK dizanî ku wê li Kerkûkê bin bikeve, lê ji bo ku tifaqa di navbera Kurdan de çênebe, rê li ber girt. Bi erebên şovenîst û tirkmenên girêdayî Tirkiyeyê re li hev kir. Careke din rûyê PDK û siyaseta wî ya hevkariya dagirkeriyê li Kerkûkê derket holê.

Ev siyaseta PDK di 2017’an de dîsa pêşiya yekîtiya Kurdan girtibû. Bi navê referandûmê Kerkûkê ji destê Kurdan derxistibûn û bi vî awayî di xeta xiyanetê de israra xwe nîşan da. Gurkirina dijberiya Kurdan û dijderketina li dijî kurdên azad esas digire û bi her awayî li dijî Kurdan derdikeve. Lê di encamên hilbijartinên li Kerkûkê de jî derket holê ku ev siyaset û planên PDK’ê yên hevkarî û lîstokên bi Tirkiyeyê re vala derket.

Kurd dikarin pêşengtiyê dikin

Hilbijartinên li Kerkûkê ji bo Kurdan encamek girîng bi xwe re anî. Ne Tirkiye ne jî PDK ji vê encamê nerehetin û ev yek xeteriyek bi xwe re tîne. Dibe ku di dema pêş de li ser vê bingehê lîstokên cuda jî pêş bixin. Dek û dolabên Tirkiye û PDK’ê naqedin, beriya niha jî gelek caran hewl dan bi vî awayî bi ser bikevin. Destkeftiyên Kerkûkê dikarin encamên xurt bi xwe re bînin û wê lîstokên Tirkiye û PDK’ê jî li beramberî Kerkûkê bi ser nekevin. Lê ji bo vê hişiyarbûnek divê. Di maddeya 141 de Mûsil jî di nav de, heta ku xwedî vê statuyê bin, wê ne xeterî û ne jî nakokiyên li ser van herêman di demek nêz de bidawî nebin. Lê çareseriya herî mayînde ya li Kerkûkê wê riya sêyemîn be. Bajarekî mozaîk û dewlemend e, cihêreng e. Bi hezaran salan e, ev gel bi hev re dijîn. Kurd dikarin li wir pêşengtiyê bikin. Ji bo pêşî li siyaseta qirêj bê girtin, yekîtiya gelan wê çareseriyê pêk bîne. Kurd di vê mijarê de xwedî projeyê ne. Projeya riya sêyemîn ku Rêber Apo weke riya siyasetê ya demokratîk diyar kir, dikare herî zêde li Kerkûkê bibe hêza çareserî û stratejiyê.

Siyaseta başûrê Kurdistanê ji pewîstiyên gel re nabe bersiv

Encamên hilbijartinên li parêzgehên Iraqê wê bandorê li hilbijartinên başûrê Kurdistanê jî bike. Ji niha ve hemû partî di nava amadekariyan de ne. Lê siyasetek hevpar a partiyên Kurdan tine ye. Her çiqas li başûrê Kurdistanê pergalek avakirina hikûmetê hebe jî, lê di pratîkê de xizmeta gel tine ye. Gel ji PDK’ê bêhêvî ye. Dîsa pêşkêşkirina başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya dewleta tirk re dibe sedema nerazîbûna gel. Partiyên din jî ji bo çareseriyê zêde hêviyê nadine gel. Ji bo vê jî, ji niha ve amadekariyên cidî ji hilbijartinan re divê. Bendewariyên gel hene, bêkarî, koçberiyek mezin, ji ber nedayîna mûçeyan boykotkirina kar û hwd. ev hemû dibin sedemên nerazîbûnên gel. Siyaseta başûrê Kurdistanê ji pewîstiyên gel re nabe bersiv. Ev nerazîbûn wê li ser sindoqan jî diyar bibe. Beriya her hilbijartinê bi taybetî hêzên hikûmetê ji bo xweşkirina dilê gel hinekê guhertinan çêdike û mûçeyê gel zêde dike. Ev yek divê aşkera weke bi pereyan bêdengkirina gel were dîtin. Ger hilbijartinên li başûrê Kurdistanê bi awayek demokratîk pêk neyên, wê guhertinên cidî li başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî di qada siyasetê de neyên çêkirin. Di hilbijartinên parêzgehên Iraqê de derket holê ku eger kurd tifaqa xwe ya siyasî ava bikin, encamên girîng dikarin bidest bixînin. Di siyaseta Iraqê de jî dikarin rolek bibandor û mirov dikare bêje di siyaseta Iraqê de rolek pêşeng bilîzin. Lê xeta PDK’ê ji bo vê yekê astengiyê derdixe.  Destê kurdan di vê hilbijartinê de bi hêz e. Ger baş were destgirtin, îradeya gel esas bê girtin, wê di dema pêş de ji bo gelê Kurd encamên girîng bi xwe re bîne.

Êzidxanê dersekî dîrokî da PDK’ê

Bêguman hilbijartinên parêzgeha Mûsilê jî bi qasî yê Kerkûkê ji bo Kurdan û bi taybetî Şengalê girîng bûn. Rêjeya beşdariya ji hilbijartinan re ji sedî 52 bû. Em dikarin bêjin beşdariya gel a ji hilbijartinan re li gorî hin parêzgehên din hîn baştir bû. Li parêzgeha Mûsilê cihê ku herî zêde dihate mereqkirin bajarê Şengalê bû. Ev car hilbijartin ji bo Şengaliyan xwedî gelek cudahiyan bû. Girîngiya vê hilbijartinan ji aliyê miletê me yê Êzidî ve di astekî girîng de hatibû fam kirin. Ji lew re rêjeya dengdanê ji hemû hilbijartinên beriya niha cûdatir bû. PDK’ê ku xelkê êzidî ji ber hilbijartinan li kampên başûrê Kurdistanê dîl girtiye ne tenê di kampan de li tevahiya Şengalê winda kir. Êzidxanê dersekî dîrokî da PDK’ê. Dibe ku li parêzgeha Nînowayê li gorî encamên hilbijartinan wekî partiya duyemîn hate ragihandin, lê li Şengalê û li gelek deverên ku beriya niha jê piştrast bû winda kir. PDK’ê li parêzgeha Nînowayê jî ji bo bi Kurdan û bi taybetî Êzidiyan winda bike siyaseta xwe diyar kir. Lê tevî hemû hewldan û siyaseta qirêj a PDK’ê ku bi tu awayî têkiliya wê bi exlaq û nirxên siyaseta demokratîk re nîne di serî de Şengalê û yekîtiya gelên deşta Nînowayê serkeftinekî girîng di hilbijartinan de bi dest xistine. Bi vî awayî xelkê Şengalê dersekî mezin da PDK’ê. Ev hilbijartin tolhildana ji bo fermanê bû. Hesabên PDK’ê li ser Şengalê cuda bûn, lê civaka êzidî vê hesabê vala derxist. Em jî dikarin bêjin, ev hilbijartin ji bo Kurdan û bi taybetî ji bo Şengalê serkeftinek bû. Cara ewil û bi taybet piştî fermana 2014’an, civaka êzidî nûnerê xwe Qasim Keşko ku diyar kiribû, hilbijart. Ev encamên hilbijartinê wê encamên girîng di warê siyasî û civakî de bi xwe re bîne. Gelek alî ne li benda encamek bi vî awayî bûn. Xelkê me yê Êzidî, peyama xwe bi awayekî vekirî da herkesî. Gotin ‘Êdî tu kes nikare li ser navê min biryaran bide, kes nikare nûnertiya min bike, ez ê bixwe dengê xwe bilind bikim’. Ev peyam di serî de ji bo PDK û Tirkiyeyê bû.

Sekna jinên êzidî bandora xwe li ser tevahiya civakê jî kir

Tevlîbûna civaka Êzidî ya ji bo hilbijartinan, mînak bû. Bi taybetî jinên Êzidî di vê hilbijartinan de kedeke bêhempa raber kirin. Bi şev û roj kar û xebat kirin. Bi hêvî û baweriyekî mezin pêşengî ji hemû xebatên hilbijartinan re kirin. Me ji gelek cihan bihîst ku gelek dayikên ku di jiyana xwe de heta niha dengê xwe nedabûn, ev car berê dan ser sindoqan. Ev seknekî mînak e. Ev eşqa jinên êzidî ya girêdayî bi xak û îradeya xwe ye. Ev ruh û baweriya bi hêza xwe ye. Sekna jinên êzidî bandora xwe li ser tevahiya civakê jî kir. Em cardin gotina Rêber Apo bînin bîra xwe; ‘ Dema ku jin gavê ber bi azadiyê ve bavêje ew dikare civakê jî bi xwe re rabike’. Em vê heqîqetê bi awayekî şênber dikarin di rastiya her jineke Êzidî de bibînin. Rola jinên êzidî di vê serkeftina li Şengalê hatî bidestxistin pir mezin e û di heman demê de bi wate ye. Kesên ku heya niha dengê xwe nedan jî, bi hêviyek mezin çûn ser sindoqan û dengê xwe dan Qasim Keşko. Tifaqa gelên Nînowayê, di serî de ji bo vê hilbijartinê, tifaqek girîng bû. Lê ev tifaq ne tenê ji bo vê hilbijartinê bû, weke modelek dikare were dîtin. Tifaqek stratejîk ji bo gelên Şengalê bû. Aliyên xwe yên siyasî yên tifaqê hebin jî, di bingehê de avakirina tifaqa civakî ji bo gelan e. Ev tifaqa ji bo Şengalê hat avakirin ji bo hemû parêzgehan dikare bibe modela çareseriyê. Ev tifaq, tifaqek modela demokratîk e ku Rêber Apo destnîşan kiribû.

Kêfxweşiya encamên hilbijartinan jî di nava civaka êzidî de bi awayek berbiçav hat dîtin. Serkeftina hilbijartinan bi coşek mezin li Şengalê hat pîrozkirin. Li Şengalê tifaq û îradeya gelan bi ser ket, partiyên ku ji bo berjewendiyên xwe siyasetê dimeşînin, têk çûn.

Ciwanan bi ‘Bijî Serok Apo’ dest bi kongreyê kirin

0

Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Eywana Dawetê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê bi şiara “Vejînek Ciwan”  1’emîn Kongreya Asayî li dar dixe. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê DEM Partîyê Tuncer Bakirhan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên TJA, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî jî di navde, nûnerên gelek saziyan amade bûn. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran ciwan hatin li eywana kongreyê kom bûn. Kongreyê bi rêzgirtinê û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” dest pê kir. Ciwanan li eywana kongreyê pankartên “Bêyî jinan şoreş nabe”, “Me roj dît êdî ji tariyê natirsin”, “Israra di sosyalîzmê de, israra di mirovbûnê de ye”, “Jin, jiyan, azadî”, , “Zimanê me rûmeta me ye”, “Ji jiyana azad re erê, ji koletiyê re na”, “Jinên ciwan tirsa faşîzmê, pêşengên têkoşînê ne”, “Vejîna ciwan a li dijî pişaftin û înkarê” û “Bi ruhê ciwan ber bi şoreşê ve” daliqandin. Di heman demê de pankarta “Dê dawî muhteşem be” li ser dikê daliqandin.

Ciwanên li eywanê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û xelekên govendê gerandin. Coşa li eywanê û hejmara beşdaran her ku diçe zêdetir dibe.

Ciwanên ku li salonê kom bûn li ber stranan govend gerandin. Ciwanê ku ji Mêrdînê beşdarî kongreye bûne pankarta “Hêlîna baza ji pepûkan re nabe” vekirin. Kongre didome.

Li Rojava ‘Kembera Hemasê’ ava dikin

0

Hemasê di 7’ê cotmehê de bi navê “Tofana Aksayê” li dijî Îsraîlê êrîşeke berfireh pêk anî. Di êrîşê de Hemasê gelek îsraîlî kuştin û gelek jê jî dîl girtin. Piştre jî Îsraîlê li dijî Şerîda Xezayê êrîşeke mezin da destpêkirin. Îsraîl niha li navenda Xezayê ji bejahî û hewayî şerê Hemasê dike. Di vî şerî de zêdeyî 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û çend qat kesî van kesên jiyana xwe ji dest dane jî malbatên endam û rêveberên Hemasê ji Xezayê koçber bûne.

Tevî ku du meh di ser şer derbas bûye jî welatên mîna Tirkiyeyê ku qaşo serkêşiya nerazîbûna li dijî Îsraîlê dikin jî heta niha tu çalakiyeke şênber nekirine. Berovajî piştgiriya Îsraîlê dikin. Erê di gotinê de dibêjin Îsraîl dewleteke “terorîst” e, lê di pratîkê de Îsraîl dewleta hevpar û hevkar e. Her çiqas têkiliyên dîplomatîk ji bo kêmkirina bertekên li dijî wan bi Îsraîlê re hatibin qutkirin jî têkiliyên wan ên aborî mîna berê bi Îsraîlê re didomin.

Piştgiriya kuştinê dike

Gotin di cih de be li ser van têkiliyên aborî Îsraîlê şerê li dijî Hemasê “xweş” dike. Bi gotineke din ji ber ku ev têkilî pê re tên domandin Îsraîl dikare jin û zarokan bikuje. Yanî dewletên mîna Tirkiyeyê her çiqas di gotinê de bertek nîşanî Îsraîlê bidin jî bi pratîka xwe ya têkiliyên aborî piştgiriya kuştina bi hezaran jin û zarokên filistînî dikin. Li gel hemû kujeriya wî jî ma Erdogan nebû çend roj berî ku şerê Îsraîl û Hemasê dest pê bike bi Benyamîn Netanyahû re hevdîtin kir û ew vexwend Tirkiyeyê.

Tirkiye bixwe ji şerê Îsraîl û Hamasê sûd werdigire û dixwaze şer bike xizmeta dijberiya kurdan. Hefteya borî bi nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) da polîtîkaya Tirkiyeyê ya vê der barê de bi awayekî zelal derket holê. Li gorî ANHA’yê Tirkiyeyê hejmareke zêde malbatên Hemasê yên ji Xezayê derketine li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih dike. Bêguman armanca Tirkiyeyê ya ji vê bicihkirinê ne piştgiriya mirovî û starbûna mexdûrên şer e; dixwaze demografiya herêmê biguherîne û ji kurdan xalî bike.

Plana nû ya Tirkiyeyê

Ev planeke nû ya danîna kemberekê ye! Ev kember jî “Kembera Hemasê” ye. Çawa ku di salên 1970’yî de rejîma Baasê bi hinceta temambûna gola Tebqayê û tijebûna gola Esad li rojavayê Kurdistanê dest bi Kembera Erebî kir, niha jî desthilata AKP-MHP’ê dixwaze li dijî destkeftiyên Rojava “Kembere Hamasê” bike dewrê. Ji bo vê planê mabe wê Tirkiye têkiliyên xwe yên aborî yên bi Îsraîlê re qut neke û piştgiriya kuştina jin û zarokên filistînî bike.

Her çiqas ev plan weke planeke Tirkiyeyê bê dîtin jî ji bo demeke dirêj wê xweşa Îranê jî biçe. Lewre daxwazên wê yên ku di hevdîtinên Astanayê de nikare bi cih bîne bi vê plana Tirkiyeyê bi awayekî xwezayî tên bicih; Îran dixwaze ku di bin navê “serweriya” rejîma Baasê de herêm bikeve kontrola wê. Heke plana ku tê kirin biçe serî wê Îran bigihîje mexseda xwe û wê bikaribe Hamasê bi Rejîma Baasê tercih bike.

Tişta li ser kurdan ferz dikin!

Din planeke wiha de wê kurd winda bikin. Wê li erdnîgariya kurdan guhertina demografik pêk bê û di hêla siyasî de mudaxaleyeke giran ku wê bi salan nikaribin encamên wê ji holê bên rakirin, bê kirin. Di vê rewşê de divê ku ev xetere ji hêla kurdan ve bê dîtin. Ji ber vê sedemê jî li her kurdî ferz e ku li dijî vê planê derkeve; bi dîplomasiyeke xurt destûr nede ku demografiya herêmên dagirkirî bêguhertin û mudaxaleyên wiha qirêj ên siyasî li herêmê bên kirin.

 

Wareyê xapxapokan: dewleta tirkan

0

Aşma kanûne, tarîxê dewleta tirkan de tarîxo tewr girîng o. Şaranê Tirkîya û Kurdistanî 17-25ê kanûna 2013î de serê sibayî skandalêkî rê şahîdîye kerde. Vera xeylêk merdimanê dewlete operasyonê rişwet û bêrayîrîye dest pêkerdbî. Mîyanê merdiman de wezîrî zî estbî. Nê operasyonî vengêko gird vetbî. Eke operasyonî rê destûr bidîyêne, Erdogan û lajê ci ameyêne muhakemekerdene. Labelê cergan seba ke hesab nêdê huqûq kelemçe kerd.

Têna Tirkîya de nê, beno ke pêro dinya de dizdîya winayêne nêqewimîyaye. O wext tayê tapeyî weşanîyayî. Goreyê nê tapeyan Erdogan serekê “torra bêrayîrîye” de bî. Ey demê operasyonî de lajê xo Bîlal Erdogan gêra û ci rê vat ke “peran werte ra wedarne!”. Yanî Erdoganî keyeyê xo tewrê sîyasetê xo yê lêşinî kerdbî. Ey ferman dayo, wezîranê ci rişwet girewto û dizdîye kerdo. Mîyanê kesanê ke bêrayîrîye kerde nê nameyî est ê: Wezîrê Yewîya Ewropa Egemen Bagiş, Wezîrê Karanê Zerreyî Muammer Guler, lajê ci Bariş Guler, Wezîrê Ekonomî Zafer Çaglayan, lajê ci Kaan Çaglayan, Wezîrê Dorme û Bajarawanîye Erdogan Bayraktar, lajê ci Oguz Bayraktar, merdimê karî Reza Sarraf, Alî Agaoglu, Mudiro Pêroyî yê Halkbankî Suleyman Aslan ûsn.

Erdoganî asteng kerd

Bitaybetî nê operasyonî de pozîsyonê Bîlal Erdoganî xeylê balkêş bî. Dozger Muammer Akkaşî seba îfadedayîşî veng da Bîlal Erdoganî. Labelê Mudirê Pêroyî yê Asayîşî yê Stenbolî Selamî Altinokî asteng kerd. Dima ra Wezîrê Karanê Zerreyî yê Newî Efkan Alayî dormeyê banê Erdoganî de tayê tîmî ca kerdî ke kes nêro destbendkerdene. Wina aseno ke Erdoganî ferman da û kerdişo huqûqî asteng kerd.

Dîvan qestî nêronîya

Wezîrê ke bêrayîrîye kerdbî yew bi yew îstîfa kerd. Labelê înan ra çew nêame muhakemekerdene. Ganî yo ke dîvan biameyêne ronayene û 4 wezîrî biameyêne muhakemekerdene. Labelê “partîya xapxapokan” no proses qestî asteng kerd. Çike înan Erdoganî ra ferman girewt. Partîye de têkilîya “îmam-cematî” est a. Îradeyo azad çîn o. Erdogan “şêx” o, parlamenterê AKPyî “murîd” ê. Erdoganî xo ra tersayêne, coka nêwaşt ke hemkarê ci bêrê muhakemekerdene. Xo ra wezîrê ci Erdogan Bayraktarî wina vatbî: “Planê awanî yê ke dosyaya tehqîqetî de est ê bi fermanê serekwezîr Erdoganî ameyî tesdîqkerdene. Bi nê hawayî ez eşkera kena ke karê wezaret û parlamenterî ra îstîfa kena. Seba asankerdişê şar û welatî ez bawer kena ke serekwezîr ganî yo ke îstîfa bikero.”

PDK’ê 61 roj in rojnamevan Silêman Ehmed dîl girtiye

0

Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 61 rojin agahî jê nayê girtin.

Ruxmê bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin. Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed bi daxuyaniyek ji bo Rojnews de û bal kişand li ser rewşa Silêman Ehmed û got: “Me hewl da ji bo dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin. Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.”

Parêzer Nerîman got; “Piştî ku em hatin astengkirin, me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin û hemû rêkarên yasayî cîbicî bikin û bikin bi wekalet. Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”

Nexweşa Qelaxa Kerma?

0

Êdî zivistan bi ser me de hat, Hewirdora gund berf dibare, demeke nêzîk ew ê xwe bigîhîne me jî. Ji ber wê em van rojan tivdarekên zivistanê zêdetir dikin. Hemû cînarên min qelaxên xwe yên kermê hiljenîne, tenê payiza dereng em li wan qelaxan careke din bi rêxa dewaran, hinek jî qircînên hûr ve tev didin û qelexan siyax dikin.

Her roj em ya cînarekî/ê bi ser hev de tînin. Îca di nav me de yek heye ku em qet jê ne razî ne, her carê gilî û gazinan dike. Rojekê pişta wê diêşe, rojekê serê wê, rojekê cilên wê neşûştî mane, her carê xwe ji ber kar diavêje aliyekî.

Heyran, em hemû cînar hatin alîkariya te, li der û dora tewla te û xaniyê te çiqas zibil hebû, te hemû jî avêt li ber me û çend rojan em di nava gemarê de man, rojekê jî te çayek jî neda ber me. Niha jî tu dixwazî xwe li ber me nexweş bikî?

De min got bila gotina te be, here xwe li mala xwe dirêj bike, dema tu bi ser xwe de hatî qet nebe ji me re xwarinekê çêke, ew jî qet ne zehmet e. Hinekî rûyê xwe daxist û got hûn qet min fêm nakin, hûn qet nizanin ez di kîjan rewşê de me, nexweşî li min peyda bûye, ez nikarim gavekê bavêjim dera hanê.

Em ê çi bêjin Xatûnê re? Ji me veqetiya û çû mala xwe. Em jî zû bi zû karê xwe dikin ku dema berf û bahoz were, destê me girêdayî dimîne. Me hêdî hêdî li ser hev de anî, tenê karê me yê rojekê maye, lê di nava van rojan de qet deng ji Xatûnê dernakeve. Piştî çendekî em fikirîn, gelo rastî nexweş e?

Gelo nan û ava wê heye? Mala wê sar e yan germ e? Hela ka em herin halê wê bipirsin, dibe ku ne baş e? Di nav rewşek xirab de be? Em bi lez çûn ber deriyê wê, me dî dengê klaman tê, ringe ringa muzîkek xweş tê li ber guhê me. Em li derî dixin lê kesek derî li me venake, gelo xêr e? Gelo di nava malê de tiştek hat serê wê? Virde û wêde, me bi darekî zirav zirza deriyê wê vekir, bi tirseke mezin ketin hundir, em çi bibînin? Xatûnê dengê radyoya xwe heta dawî vekiriye, bi xwe jî li ber klamên radyoyê direqise û haya wê ji me tuneye.

Dema çavên wê bi me ket, hema di cî de sar bû, soro moro bû, nizanibû wê çi bibêje ji me re. Min got; “Em evqas jin ketin heyra te, gelo baş e yan ne baş e? Wayê tu ji me hemûyan baştir î. Me hemû qelax siyaxkirin, karê me qediya, lê cînartiya me tenê dema ku tu nexweş ketî heye, wekî din hevaltî û mevaltî nema, de bi xatirê te.”

Em ji malê derketin û çûn. Min got heyran Xatûna me hemû karên xwe yên qirêj bi me da kirin, dema dor hate wê nexweş ket, ew nexweşa Qelaxa Kerma ye, bila hinekî tena serê xwe bimîne û bibîne ku bê tenêbûn çawa ye. Piir hêrs bûme piiir. Heta niha jî şermana li ber rûyê me nakeve, wê heta kengê bidome nizanim, em li bendê ne lê guhê me jî li ser wê ye.

‘Ji bo fîlmekî senaryo’

0

Nivîskar A. Rahîm Kiliç mijarên wekî; senaryo, taybetmendiyên senaristan, warên bi kar anîna senaryoyê, temaya senaryoyê, di senaryoyê de avakirina çîrokên dramatîk, tîp û karakter, senaryoyê de tevger, bi kar anîna demê, gotûbêj-diyalog, di senaryoyan de bi kar anîna muzîk û efektan, beşên senaryoyê û hwd. bi zimanê kurdî ji hev veçirandiye û bi navê “Ji Bo Fîlmekî Senaryo” kiriye pirtûk. Ev pirtûka nivîskar ya bi naverokeke têr û tije (senaryo, têkiliya senaryo û wêjeyê, dîroka senaryoyê vedorên kişandinê, kişandin, sehne, hewesa nivîsandinê, asta senaristan, nerîana senaristan, behreye romana dîtbarî, hêza xeyalan, tixûbên zimanê senaryoyê, sînema, fîlm, belgefîlm, sînema, rêzefîlm, kurtefîlm hwd.) ji Weşanxaneya Avestayê dertê.

Nivîskar A. Rahîm Kiliç, di sala 1974’an de li Qosera Mêrdînê ji dayik dibe. dibistana seratayî, navendî, amadehiyê li Serêkaniyê dixwîne. Li  Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Ziman û Wêjeya Tirkî dixwîne. Demekê bi karê weşangerî û ragihandinê re eleqedar dibe. Di heman demê de mamostetiya tirkî dike. Di sala 2007’an de Zankoya Mêrsînê Fakulteya Televîzyon û Sînemayê dixwîne. Di sala 2012’an de li Amedê bi cih dibe û dest bi mamostetiya Radio û Televîzyonê dike. Li gel pirtûkên ku nivîsîne, heta niha gelek nivîs û helbestên wî di rojname û kovarên cûda de tê weşandin.

Pirtûkên kevn li Wargehê tên dîtin

0

Şeymanûr Yapici ku Beşa Rêveberiya Cemaweriyê ya Zanîngeha Dîcleyê xwend û betal ma, li taxa Sûriçiyê ya navçeya Sûra Amedê dest bi sahafiyê kir. Kevnefiroşa pirtûkan (Sahaf) Yapici navê “Wargeh” li kargeriya xwe kir û vê qada kar wekî stargehê pênase kir. Şeymanûr Yapici berê li gelek sektorên taybet xebitî. Lê ji ber karê wê li gorî daxwaza wê pêş neket, dest bi kevnefiroşiya pirtûkan kir. Yapici, di demsala havînê de li kolana Sûrîçî cihek kire kir û bi alikariya hevalên xwe nû kir. Yapici piştî bi sor û zahmetî cih paqij û nû kir, nêzî 2 meh in kevnefiroşiya pirtûkan dike. Şeymanûr Yapici diyar kir ku ji pirûkên destê duyemîn gelek hez dike û wiha got: “Sedema vekirina min a vî cihî kevnefiroşiya pirtûkan hezkirina min a xwendina pirtûkan bû. Berê li Amedê rastî sahafan hatim. Beriya zanîngehê min li Enqereyê kevnefiroşiya pirtûkan bihîstibû. Kêfa min ji kevnefroşiya pirtûkan re dihat. Êdî min dest bi berhevkirina pirtûkên kevn kir. Ez arşîva pirtûkan jî kom dikim. Min dixwest arşîveke min a mezin hebe. Lê rewşa aborî derfet neda.”

Gelek cureyên pirtûkan hene

Yapici bi lêv kir ku hatina her kesekî wê bextewar dike û wiha axivî: “Em li vir bi gelek cureyan pirtûk difiroşin. Li vir pirtûkên roman, helbest, çîrok, pirtûkên derûnî, civakî û ilmî û hene. Ez dixwazim her kesî teşwîqî xwendina pirtûkan bikim. Ev der bala gelek kesan dikişine. Gelek mirovên cuda tên vir û em nêrînên cur bi cur ji hev digirin. Hatine herkesî ji bo min kêfxweşiyek e.”

Pirtûk xwînerên xwe dibîne

Yapici anî ziman ku dema mirov di nava civakê de weke jin dest karekî dike pêşdarazî zêde dibe û wiha lê zêde kir: “Her kesek tiştek dibêje. Gelek kesan digot ‘Dê çawa di nava vê kolanê de kar bê kirin?’ Lê her pirtûk xwînerên xwe dibîne. Ev xebat gelekî min bextewar dike. Ji ber ku beşa min jî ya pergîdanê bû ez zanibûm rê û rêbazên kar û xesarê. Di vekirina kargehekê de dibê mirov carna li benda demê bisekine. Lê carna mirov li cihên wisa kar nake jî. Ji bo sahafekî hewceyê zêde cihê qelebalix nake.”

‘Cihekî xweş dan avakirin’

Di berdewama axaftina xwe de Yapici destnîşan kir ku siparîşên esnafên der û dorê ji wan re dibe alîkiyekê û wiha pêde çû: “Dema ku min ev der vekir ez gelek fikirîm min ji xwe re got ‘heta pereye ez hosta ez ê bi wî pereyê pirtûkan bistînim’. Şemala vir dibe ku weke hinek cihên din balê nekişîne. Lê me bi pereyekî hindik cihekî xweşik ava kir. Esnafên derdorê tên liv ir pirtûkan dixwînin.”

Pirtûkên kevn eleqeyê dikşînin

Yapici da zanîn ku pirtûkên bi gelek zimanan difiroşin û wiha bi dawî kir: “Pirtûkên me bi zimanê kurdî, tirkî, almanî, fransî, îngilîzî û çend heb jî bi zimanê osmanî û erebî hene. Lê mixabin kesên ku tên vir bala wan bêhtir pirtûkên tirkî dikişine. Kesên ku tên pirtûkên kurdî jî dipirsin jî hene. Lê kêm in. Bi piranî pirtûkên tirkî tên firotan. Dema ku saziyek ango pirtûkxaneyek bê valakirin ew tişt bala min dikişine. Hinek pirtûkên kevin jî di van refan de hene ew jî yên antîkayê ne. Ew pirtûk bixwe jî ji dîrokeke kevin a salên 1945’an tên. Ez rojê herî kêm li vir 2-3 pirtûkan difiroşim. Bi gelemperî kesên ku tên li van pirtûkên kevin dikirin, kesên temenê wan mezin e. Ew van pirtûkên kevin ji xwe re dikin arşîv. Ji bo zarokan jî me ref daye çêkirin ew jî tên distînin.”

Çalakger: Divê êdî hemû kurd rabin ser piyan

0

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên ragirtin di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di 27’ê mijdarê de dane destpêkirin didome. Nobetên Edaletê yên malbatên girtiyan li derve dane destpêkirin jî 20 roj in didomin.

Stenbol

Çalakgerên Nobeta Edaletê ya li Stenbolê, dîsa pêşmalkên ku nivîsa “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li ser dinivîsiye li xwe kirin û çalakiya xwe berdewam kirin. Li eywana avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bagcilarê ku nobet lê didome bi kurdî û tirkî pankartên “Ji bo avakirina jiyaneke azad em tecrîdê rakin û ji zindanan re bibin deng” û “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî em ji zindanan re bibin deng” cih girt.  Endamên ANYAKAY-DER’ê û rêxistina DEM Partiyê ya Şîşliyê îro ji bi piştevaniyê serdana nobetê kirin. Xizma yek ji malbatên ku nobetê digire Cemîle Koçer, diyar kir ku divê gelê kurd zêdetir li girtiyan û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derkeve û got: “Em ê ji bo zarokên xwe û birêz Ocalan girtina nobeta xwe bidomînin. Heta ku daxwaza me ya edaletê neyê bi cih em ê li vir bin. Divê êdî hemû kurd rabin ser piyan.”

Wan  

Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya TUAY-DER a Wanê de li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin berdewam kir. Rêxistina DEM Partiyê ya Artemêtê û rêveberên navend û navçeyan ên DBP’ê serdana çalakvanan kirin.

‘Emê gavan paşve navêjin

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sîsê Şaybak a di serdanê de axivî wiha got: “Me li vir bi heman daxwazên girtiyan dest bi çalakiyê kir. Em bi daxwaza ku girtî û axa Kurdistanê azad bibe li vir in û heta hemû civak azad nebe em ê li vir bin.”

Rêveberê DEM Partiyê yê Artemêtê Kadîr Çîçek ê xizmê girtiyan e jî têkildarî çalakiyê wiha got: “Ev çalakî pîroz û bi nirx e. Dijmin çi bike bila bike, bi tankan, topan, balafiran êriş bike jî em ê bi paş ve gavê neavêjin. Em hemû qadên berxwedanê ji vir silav dikin. Em jî dê weke heval û zarokên me yên li girtîgehan li ber xwe didin heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin. Ne têkoşîna girtiyan ne jî girtî bi xwe bi tenê ne, heta ku girtî azad bibin em ê li ser şopa têkoşîna wan bin.”

Rêveberê DBP’ê Hazim Harmanci yê di serdanê de axivî, qala girîngiya çalakiya li girtîhan hatiye destpêkirin kir û wiha got: “Heke têkoşîneke xurt were dayîn dê tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye kûrkirin bi dawî bibe. Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e. Divê ev berxwedan tenê bi vir bisînor nemine, divê em berxwedana li girtîgehan veguhêzin kolan û taxan.”

Kesên tev li nobetê bûne her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Mêrsîn

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) daye destpêkirin, di roja 20’emîn de berdewam kir. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û klam hatin gotin.

Edene

Nobeta Edaletê ya li avahiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) di roja 20’emîn de berdewam kir. Pankartên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Çalakvanan di nobetê de armanca çalakiya xwe ji beşdarvanan re vegot.