spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Buldan: Desthilatdariyê civak ber bi nediyarbûnek cidî ve bir

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan civîna komê ya Meclîsa partiyê de axivî û diyarkir ku ev pirsgirêka AKP’ê ne tenê yek-du roj, 23 roj in dewam dike”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di civîna komê ya Meclîsa partiyê de axivî. Bûldan kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Ez şifaya lezgîn ji bo birîndarên ku li nexweşxaneyê tedawiya wan didome, dixwazim. Dîsa di serî de Efrîn ji mirovên me yên li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane ji Xwedê rehmet û ji xelkê Sûriyeyê re jî sersaxiyê dixwazim.”

Bûldan diyar kir ku bi Hevserokê Giştî Mîthat Sancar û hemû saziyên partiyê re, xebatên li herêma erdhejê dewam dikin û ev tişt got: “Em ê seferberiya mirovî ya ku me daye destpêkirin, mezintir bikin û bidomînin. Navenda me ya Koordînasyona Krîzê ji bo gihandina alîkariyan û pêçana birînan, şev û roj bê navber wê xebatên xwe bidomîne.”

Bûldan qala qotinên Serokkomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan kir ku duh li Semsûrê ji mexdûrên erdhejê helalî xwest û wiha got: “Her çendî ku desthilatdariya siyasî hewl dide binixumîne, em dibînin ku hîna alîkarî di mîktara tê xwestin de nagihe hewcedaran. Pêçana birînan li aliyekê, em dibînin ku ji bo normalîzekirina pêvajoyê û erdhejê bidin jibîrkirin, bi lez û bez ketine nava hewldanan. Ez ji vir dibêjim; hûn bi gotina yek-du rojên destpêkê kêmahî çêbûn, nikarin xwe paqij derbixin. Pirsgirêk ne tenê yek-du roj, 23 roj in dewam dike.”

‘Rasterast ji cenazeyên winda hûn berpirsyar in’

Bûldan pirsa pereyê bi kampanyayên alîkariyê hatine komkirin, kir û wiha bilêv kir: “Bi şovan alîkarî kom kirin. Çend roj derbas bûn, hîna li ortê ye ku ev alîkarî neşandine herêmê erdhejê. Ji ber ku pêwîstiyên lezgîn, roj bi roj zêdetir dibin. Em ji vir pirs dikin. Pereyên ku hatine komkirin, li ku ne.? Çima ne li herêma erdhejê ne? Hîna pêwîstiya lezgîn bi kon, sobe, xwarin, kel û pelên hîjyenî, derman, av û pêwstiyên din, heye.”

Bûldan destnîşan kir ku li bajarên ku erdhej lê qewimiye bêyî derxistina cenazeyan, xebatên rakirina kavilan dimeşînin û got ku divê ev xebat were rawestandin. Bûldan wiha pêde çû: “Kon li cihên ji bajaran dûr, hatine danîn. Şert û merc hîna ne guncaw in. Hîna pirsgirêka lavaboyê ya bi deh hezaran mirovan nehatiye çareserkirin. Pirsgirêka tenduristiyê her ku diçe, zêde dibe. Navendên belavkirina alîkariyan hîna ne di wê asê de ne ku pêwistiyên welatiyan dabîn bike. Em bi xwe çûn û me bi çavê xwe dît ku pirsgirêkek mezin a organîzasyonê heye. Hîna bedenên bê can, di bin kavilan de hene. Divê demildest xebatên rakirina kavilan were rawestandin ku bêyî ku şert û mercê rêzdariya ji miriyan re were nîşandan tê meşandin. Divê destpêkê xwe bigihînin cenazeyan. Em car din desthilatdariyê ji vir hişyar dikin, rasterast ji cenazeyên winda hûn berpirsyar in.”

Bûldan axaftina xwe wiha domand: “Fikar û tirsên welatiyan ên têkildarî pêşerojê, zêde dibin. Ji ber ku desthilatdariyê civak ber bi nediyarbûnek cidî ve bir. Kesên koç kirine, mexdûrên çûne bajarên din, têkildarî tiştên ku li pişt xwe hiştine bi fikar in. Ji bo jin, zarok, kal û astengdaran ev mexdûriyane hîn mezintir in. Hilweşîna herî mezin a vê erdhejê, bi serê jinan hat. Di serî de meclîsên me yên jinan, hemû rêxistinên jinan ji bo dabînkirina pêwîstiyan piştevaniyek girîng yanî piştevaniya mor bi rêve birin. Ez ji vir bang li jinan dikim ku vê piştevaniyê hîn mezintir bikin.

Em ê wekî HDP’ê şopdarê vê pêvajoyê bin

Dîsa raya giştî ya Tirkiyeyê ji ber mijara zarokên bêrefakat di nava metirsiyekê de ye. Ev zarok li ku ne? Divê ev îktidar bersiva vê pirsê bide. Ez bi taybet saziyên wekî Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê û saziyên eleqeder hişyar dikim. Çavên me li ser we ye. Ev zarokana di bin berpirsiyariya we de ne. Ji tiştên wê bên serê wan di destpêkê de wezaret berpirs e. Em ê jî wekî HDP’ê şopdarê vê pêvajoyê bin. Divê raya giştî di vê mijarê de hestiyar tev bigere. Ji bo Komîsyona Bin a Mafên Zarokan ya di bin banê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’ê de hat avakirin, demildest kom bibe hevalên me daxwazname dan. Divê meclîs rewşa zarokan bîne rojeva xwe û berpirsiyariya xwe bîne cih.

Piştî erdhejê ji Efrîna ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye xeberên xweş nayên. Nûçeyên ku alîkarî ji aliyên çeteyan ve tên girtin li ser raya giştî hatin parvekirin. Li vir em jî bang dikin. Divê deriyê Efrînê demildest ji saziyên alîkariyê, çapemenî û rêxistinên şopandinê re bên vekirin. Ne dîrok ne jî gel wê kesên ji mirovahiyê re derî digirin, efû nekin.

‘Em ê hêsirên xwe bi hev re paqij bikin’

Me dît ku di astengkirinan de sînoran nas nakin me bi çavên xwe dît. Ji Bakurê Îrlandayê, Îtalya, Swîsre, Elmanya, Îspanya û gelek welatên Ewropayê tora alîkariyê hat avakirin. Konên ji bo bi sed hezaran mexdûrên erdhejê re hatin şandin, tûlûmên xewê, xurek û gelek pêdiviyên din ji aliyê AFAD’ê ve hatin astengkirin. AFAD li ser konan kirin qeyûm. Li ser alîkariyên ku hatibûn rûniştin û wekî ku wan ev alîkarî kiribin nîşan dan. Îktidara ku ev tiş kir pirtûka nebaşiya organîzekirî ya di erdhejê de nivîsand. Ev ê tu carî neyê jibîrkirin.

Erê, em ê di vê pêvajoyê de ji bo hemû birîn bên pêçandin piştevaniya civakî hîn mezin bikin. Hilweşandin tenê li 10 bajarî pêk nehat. Li hemû welatî pêk hat. Ev birîn birîna hevpar a me hemûyan e. Ji bo tora piştevaniyeke mayinde em ê rêxistinbûyina xwe xurtir bikin. Encax em hevdu bikaribin rizgar bikin. Em ê hêsirên xwe bi hev re paqij bikin. Em ê birînên xwe yên xwîn dibin bi hev re baş bikin.

‘Dixwazin erdhejê ji bo xwe veguherînin fersendê’

Ya ku jiyan û siberoja me di bin kavilan de hişt ne erdhej, pergala talanê ya qîmetê nade jiyana mirova ye! Sîstema ku AKP-MHP kiriye bela serê vî welatî bû sedema bingehîn a vê felaket û qeyranê. Amadekariya ji bo erdhejê, mudaxaleya lezgîn a di dema erdhejê de xalên jêneger ên vî welatî ne. Lê belê ev tedbîr nehatin girtin. Çimkî ji bo îktidarê qîmeta jiyana mirovan tune ye. Ji bo îktidarê ya girîng îtibara ewan e, evîna wan a paldankê ye.

Em bi hilweşîneke ku jî îtîbarê teseruf nake lê ji kon û alîkariyê tesaruf dike re rûbirû ne. Digel ku êş û azar berdewam dikin, me careke din dît ku hikûmet dîsa ketiye pey rantê û bi rakirina kavilan re dixwaze bingehê hilbijartinê dayne. Hayê me ji wan hemûyan heye. Bi biryarnameya ku di çarçoveya Rewşa Awarte de hat derxisitn, destûr dan Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ku qadên daristan û çandiniyê ji rantê re veke. Bi vê re dixwazin dest bi talaneke nû bikin, talan bikin. Bi hemû biryarên ku di çarçoveya Rewşa Awarte de hatine derxistin dixwazin erdhejê ji bo xwe veguherînin fersendê.

‘Pere ne ji bo gel ji rantê re xerc kirine’

Bi baca ku ji bo erdhejê digirin a li dora  40 milyar dolar dikarin ewlehiyê ji bo erdhejê bigirin û avahiyên qehîm ên bi erdhejê hilneweşin dikarin çêbikin.  Me di erdhejê de careke din dît ku ev pere ne ji bo parastin û rizgarkirina jiyana gel, ji bo projeyên rantê xerc kirine. Di şer de xerc kirine û berdewam dikin. Dema ku karesata erdhejê berdewam dikir, bombekirina Şengalê jî berdewam kir.  Em bi hikumeteke ku di bedêla çavkaniyên welat ji bo gel bi kar bîne lê ji bo şer bi kar tîne re rûbirû ne.  Ew ji van pêkanînên dijmirovî ên li hemberî gel berpirs e.

Me dît ku mirov di bin navê efûya îmarê de di avahiyên riziyayî de çawa terkî mirinê kirin. Em bûn şahid ku pereyên di efûyên îmarê de komkirine jî di kampanyayên xwe yên siyasî de bikaranî ne. AFAD’a ku peywîra wê lêgerîn û rizgarkirine ye veguherandin saziyeke ku derveyî armanca xwe bi tayînkirinên nebaş hate bikaranîn. Derket holê ku budçeya saziyê ji bilî xerckirinên afete ji bo armancên din tê bikaranîn. Xerckirina Afetê 3 milyar lîreye lê ya ji bo avahiya xizmetê hatiye bikaranîn 2 milyar û nîv e. Saziyeke ku divê çavkaniyan ji cihazên erdhejê re veqetîne veguherandin saziyeke pere di xebatên danasînê de xerc bike. Ji ber vê hişmendiya rêveberiyê di serî Hatayê AFAD karî roja 3’yan 4’an biçe herêmên erdhejê. Me dît ku ew jî bi personelên kêm pêk anî. Berpirsyarê vê Wezareta ku girêdayî wê ye û rast e rast Pergala Hikumetê ya Serokkomariyê ye. Desthilatê gel di bin kavilan de hişt terkî sarma û birçîtiyê kir.

‘Zanîngehan demildest vekin’

Wan ew wekî pergaleke ku biryarên bilez dide derxistin pêş. Leza wan hat dîtin. Piştî 72 saetan karîbûn bikevin herêma erdhejê. Lê di reşkirina ekranan de, di qedexekirinê de, di tehdîtkirinê de, astengkirina medyaya civakî de, di tayînkirina qeyûmên ji bo hevgiriyê de qet dereng neman. Ji vê qet paş ve neman. Di xelaskirina mirovan de nînin lê me dît ku di dijminatiyê de tam bi rêxistinin û piştevanî asteng kirin. Ji bo ku zanîngeh nekevin nava piştevaniyê ji perwerdehiyê re girtin. Ji ber ku em bi desthilateke dijminê perwerdehî û zanîstê ye re rûbirû ne. Xwendekarên zanîngehê bi rojane qîr dikin ku zanîngeh bên vekirin û perwerdehiya xwe temam bikin. Em jî ji vir bang dikin. Zanîngehan demildest vekin. Bi pêşeroja xwendekaran neleyizin.

‘Helalî nexwazin îstifa bikin’

Me di vê erdhejê de bêrûtiya sedsalê dît, em bûn şahidê bêşermbûna sedsalê. Hestê şermbûnê di van de nîne. Kes nizane herî dawî van kengî şerm kir. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest da nêzî 50 hezaran bû, bi hezaran cenaze di bin kavilan de ne. Bêyî ku berpirsyariyê bigirin hêj salekê jî dixwazin. Di bêrûtiyê de sînor nîne. Bi deh hezaran kes di bin kavilan de man. Serokê Giştî yê AKP’ê tê helaliyê dixwaze. Ev gel heqê xwe li we helal nake. Gel bi sedemê we jiyana xwe ji dest da hêj hûn dixwazin çi bide? Berpirsê bi hezaran canên we di bin kavilan de hiştin hûn in! Kesên alîkarî asteng kirin hûn in. Hûn neçarin hesabê bidin gel. Hûn nikarin ji dengên ‘hikumet îstîfa’ re guhên xwe bigirin. Tune hesibînin. Yekane tişta ku hûn bikin îstîfa kirine.

Bi şandina desthilatê dê birin jî derman bibin

Hevkarê hikumetê yê biçûk derdikeve dibêje bila mac bê alîgir bên lîstin. Yekane tişta dizanin qedexekarî ye. Maçên bê alîgir, siyaseta bê mûxalîf, avahiyên bê kontrol, hilbijartina bê hilbijêr, zanîngehên bê xwendekar, medyaya bê ekran… Em jî dibêjin Tirkiyeyeke bê AKP û MHP. Tirkiyeyeke bê rant, kedxwarî, derew, talan û şer. Em ê bi şandina desthilatê dest bi dermankirina birînên vê felaketê bikin. Şertê amadebûna erdhejê ew e ku di zûtirîn demê de ji desthilatdariya AKP-MHP’ê xilas bibin. Yek ji rojevên herî girîng ew e ku em welat ji vê pergala darbekar xelas bikin.

Tora me ya piştgiriya civakî, rêxistinên civakî yên sivîl û însiyatîfên herêmî, ku sîstema yek zilamî derbas dikin, hêz û enerjiyeke girîng a avakirina sîstemeke nû derdixîne holê. Hêvî û hêza ku Wê Tirkiyeyê ji pergala yek zilamî derxe ev e. Bi vê hêzê, bi vê hevgirtinê re em ê hem birînên xwe bi hev re derman bikin, hem jî bi hev re jiyana hevpar ava bikin. Em bi hêz, rêxistiniya civakî, wêrekî û biryardariya xwe bawer bikin. Hindik ma wê ev pergala kabûsê kû bûye belaya vî welatî wê biqede!”