spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta tirk mêtingeheke din li Şerayê çêdike

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ragihandin ku “Meclisa Xwecih” ya ku bi fermana yekser a dewleta tirk tevdigere, avahiyeke mêtingehiyê ya nû li gundê Qere Tepe yê Şera bi rêya vedana konan çêdike.

Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê ku xwe dispêre çavkaniyên herêmî, ji bo amadekariya avakirina avahiyeke nû ya mêtingehiyê li kantona Efrînê ya dagirkirî “Meclisa Xwecih” a dewleta tirk bi hevkariya Saziya Rîsale ya Îxwanî (Birayên Misilman) 170 kon wek qonaxa destpêkê li gundê Qere Tepe yê Şerayê vedan.

Dewleta tirk bi destek û fînansekirina komele û rêxistinên îxwanî yên dewletên Kendavê û Filistînê sûcên guhartina demografîk li Efrîn û deverên din din ên di bin kontrola xwe de berdewam dike.