26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakgerên Sêmalka: Xiyaneta PDK`ê ji bo doza kurd xeter e

Şêniyên navçeya Girkê Legê anîn ziman ku dê çalakiya konvedanê ya li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê berdewam bike. Çalakgeran diyar kirin ku xîyaneta PDK’ê ji bo doza kurd xeter e.

Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêmên Metîna Zap û Avaşînê ji 23`ê nîsanê ve didomin. Gelê herêmê diyar dike ku Tirkiye di van êrişan de çekên kîmyewî bikar tîne û bi hevkarî û piştgiriya PDK`ê pêk tine. Ji ber vê yekê jî bertekên gelê kurd zêde dibin. Ji 5`ê cotmeha borî ve li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê çalakiyan li dar dixin. Malbat dixwazin cenazeyê zarokên wan Tolhildan û Serdem ên ku di 28`ê tebaxê de li Xelîfanê bi çekên kimyewî jiyana xwe ji dest dan radestî malbatan bikin.

Yek ji çalakvanên li Sêmalkayê Yûsif Remedan ê ji navçeya Girkê Legê, diyar kir ku çalakiya wan ku 33 in didome, dê heta ku xwestekên malbatan pêk bê û cenazeyên zarokên xwe bigirin, bidome. Yûsif Remedan helwesta PDK’ê rexne kir û got: “Em ê çalakiyên xwe li dijî xiyaneta PDK`ê bidomînin.”

Yûsif Remedan, kirinên PDK`ê weke deqeke reş li ser partiyeke kurd binav kir û got: “Îdîa dikin ku piştgiriya gel dikin. Lê di din wan navan de û bi rêya destekdayîna dijminê gelê kurd sûcan pêk tîne. Kurd dijminatiya PDK`ê ya li dijî gelê kurd qebûl nakin.”

Çalakvan Hisên Haco jî bertekên xwe nîşanî helwesta PDK’ê da û wiha axivî: “Em hewl didin azadiya xwe bi rêya berxwedana gerîla ku ji bo gelê Kurd têdikoşîn û canê xwe feda dikin, bidest bixin. Xiyaneta PDK`ê li ser doza kurdî xeterî ye.”