26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 205’emîn de didome

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’î de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan di roja 205’emîn de bi biryardarî û bi koma 41’emîn berdewam dike.

Mexmûr

Her wiha li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî di 18’ê Kanûna 2020’an de di pêşengtiya jinan de li dijî tecrîda li Îmraliyê, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 184’emîn de berdewam dike.

Yewnanistan

Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, 167 roj li pey xwe hiştin.