8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya malbatên girtiyan mezin dibe

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku bi armanca girtiyên nexweş bêne berdan dane destpêkirin, 5 roj li pey xwe hişt. Di roja 5’an de 2 malbatên din tev li çalakiyê bûn. Bavê Mazlûm Demîrê girtî Saît Demîr, dayik û bavê Baltaşê li Girtîgeha Dîlokê Safiye û Abdulkudus Baltaş, tev li Nobeta Edaletê bûn. Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê Mehmdî Ozer û xebatkarên baroyê malbatan pêşwazî kirin.

Saît Demîr, destnîşan kir ku li girtîgehan nexweşî û karantîna veguherîne pirsgirêkên mezin. Abdulkudus Baltaş jî destnîşan kir ku tu sûcê kurê wî Azad û girtiyên siyasî yên din tune ne, tenê ji ber kurdbûna xwe girtî ne.

Dayikên Aştiyê serdana malbatan kir

Îro Dayikên Aştiyê jî ji bo piştgiriyê serdana malbatên di nobetê de kirin. Li ser navê dayikan Nazîfe Yîgît destnîşan kir ku di dema pandemiyê de girtiyên nexweş zor û zehmetiyek mezin kişandine û wiha got: “Siddik Gulerê 85 salî ye û 28 sal in girtiye. Em vê bêedaletiyê qebûl nakin. Me zarokên xwe ji bo bên qetilkirin newelidandine. Em bang li her kesî dikin ku vê çalakiya nobedê mezin bikin û bibin dengê girtiyên nexweş.”

Hakki Boltan ku ji destpêkê ve di çalakiyê de ye, anî ziman ku serdana Dayikên Aştiyê ji bo wan pir girîng û biqîmet e û got: “Daxwaza me ya edaletê tenê ne ji bo zarokên me ye. Ev daxwaza me ji bo her kesî ye. Lewma divê her kes piştgiriya ji bo vê çalakiyê bidomîne da ku em karibin pêşî li ber vê bêedaletiyê bigirin.”