Rojnameya Heftane

Çand û parastin

Rohat Ararat

Di pêvajoya herikîna dîrokî ya pêşketina civakbûyînê de, ji hemû hilberîn û afirîneriyên jiyanê re çand tê gotin. Parastina vê çandê ya ji bo nifşên din jî gelekî girîng û bi wate ye. Bi sehkirin, hîskirin, fikirîn û ramyarî afirîneriya berhemên şênber û razber ên çandî pêşketina hiş û hişmendiya civakî îfade dike. Hilberîn û afirîneriya mirov û civakê ya madî û manewî, ji ziman bigire heta ol, wêje, muzîk, xwarin û vexwarin, cil û berg, kevneşopî, star û niştecîhiya bi hev re, çandinî, cotkarî û sewalkarî hemû jî parçeyên çandê ne.

Bêguman çand û jiyana her neteweyê ji hev cuda ye. Li gorî erdnîgar, şert û mercên jiyanê jî diguhere. Jiyana neteweyan jî li gorî hilberîn û afirîneriyê dibe xwedî nasname. Nasname di heman demê de dibe wêneyê neteweyî. Her mirov jî di heman demê de bi jiyana xwe temsîliyeta neteweya xwe dike. Jêderk an jî derbûna jiyana mirov, civak, an jî neteweyekê çand e. Çand, nasîn û nasnameya wê neteweyê ye.

 

Li cihekî jiyana mirov û civakê hebe, li wê derê çand bi pêş dikeve. Jiyana bi hev re bixwe jî çand e. Di çarçoveya jiyana bi hev re de, pêşketina çandê pêkan e. Ne gengaz e ku mirovek bi serê xwe çandekê biafirîne. Lewre ew fêm û hişê heyî yê mirov ji civakbûn, hiş û bîra wê civakê tê. Dibe ku kes bêje min berhemeke çandî, hunerî, folklorî û hwd. afirand lê belê afirandina wê berhemê ji hişê civakê tê.

Di amojgariya çanda civakê de hilberîn li ser bingeha hişekî kolektîf bi pêş dikeve. Li ser bawerî, nirxdayîn û watebarkirinê afirîneriyek derdikeve holê. Di dîroka gelan de neteweyeke bêyî çandê wekî netewe nayê pejirandin. Di cîhanê de her neteweyek rengek e, dengek e û dewlemendiyek e. Wekî guleke li gulistanê; gulistan bi rengîniya hemû gulan xweşik dibe, bi wate dibe û dibe gulistan.

Em bala xwe bidinê di dîrokê de tu carî çandeke azad û li ser amojgariya xwe mayînde bi pêş neketiye. Her tim destwerdan ji aliyê serdest, dewlemend û hêzdaran ve pêk hatiye.  Di hin serdemên dîrokê de jî di bin serweriya kevneperest, paşverû û olperestan de li paş maye. Gelek caran hatiye qedexekirin û tunekirin. Kesên xwestine çanda xwe biparêzin, bi pêş bixin ji aliyê paşverûyan ve wekî gunehbar hatine tawanbarkirin.

Li erdnîgariya ku em lê dijîn ango li Kurdistanê çand hatiye binpêkirin. Çawa ku mafê her mirov û neteweyê heye bi çanda xwe bijî, yê civaka kurd jî heye li Kurdistanê bi awayekî azad bi çand, ziman û baweriya xwe bijî. Çand, ziman û baweriya civakekê mafê herî rewa û xwezayî ye; lewre nasname û hebûna neteweyî ye. Civaka kurd jî divê çarenûsa xwe ew bi xwe diyar bike, bi çanda xwe bijî û wê biparêze.

Parastina çand û baweriya xwe di heman demê de parastina hebûna xwe ye. Em tenê behsa baweriyeke îlahî nakin, her wiha behsa baweriyeke nirxî dikin. Îro hemû erdnîgariya Kurdistanê bi şûnwrên xwe yên dîrokî û pîroz bi hemû xwezaya xwe tê wêrankirin, talankirin û tunekirin. Mirov an jî ew civaka ku çand, bawerî û nirxên xwe neparêze nikare hebûna xwe jî biparêze. Hebûneke neparastî ji êrîşan re vekiriye û her tim bi tunebûnê re rûbirû ye.

Çawa ku çand bi hiş û hişmendiya kolektîf diafire, divê parastin jî wiha be. Çawa ku çand derbûna nasnameya neteweyekê ye, divê ew netewe li nasnameya xwe xwedî derbikeve, xwe ji hemû êrîşan biparêze. Çawa ku mirov bêyî nirxên civakbûnê nikare bijî divê mirov wan nirxan biparêze.

Îro li her bihost axa Kurdistanê qirkirineke çandî, fîzîkî, siyasî û polîtîk heye. Civaka kurd bi hemû nirxên xwe di bin êrîşeke tunekirinê de ye. Bi taybetî di demên dawî de ev êrîş zêdetir bûne. Hin caran em dibînin ku axaftina zimanê kurdî qedexe dikin, hin caran jî huner û muzîka kurdî; li hin deveran xwezayê, li hin deveran nirxên pîroz û goristanan dişewitînin; li hin deveran dîrokê tune dikin, li hin deveran jî bermahiyên çandî. Mînakên vê yekê mirov dikare li pey hev rêz bike û yek bi yek jî bi nav bike. Ev qirkirin li hin deveran kûr û zirav dimeşe; li Dêrsimê bi her awayî ev nirxên civaka kurd tên tunekirin. Hemû pîrozî, bawerî û çanda civaka kurd a elewî ji holê tê rakirin. Ev qirkirina çandî di heman demê de qirkirina neteweyî ye. Ji bo pêşîgirtina vê qirkirina neteweyî pêwîstî bi yekitî û tevgerîneke giştî ya neteweyî û civakî heye.

Heke em bêjin parastina çandê parasina civakê ye, wê demê yê ku çanda xwe neparêze, nikare civaka xwe jî biparêz e. Lewre parastin bixwe jî çandek e. Civakên çanda wan a parastinê pêşketî ye gengaz e ku bijîn lê yên parastina xwe nekin ne gengaz e ku dikaribin hebûna xwe berdewam bikin.  Xweparastin reflekseke jixweber û bi hemû zindîwaran re pêşketî ye lê mixabin mirovên ku difikre, xwedî hiş û hişmendî ye carna ji ber gelek sedemên cihêreng xwe naparêzin.