30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Caputo: Divê em fikrên Abdullah Ocalan belav bikin

Rojnamevan-nivîskar Giovanni Caputo bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê û destnîşan kir ku Îtalya jî ji tecrîdê berpirsiyar e

Rojnamevan-nivîskarê Îtalyayî Giovanni Caputo anî ziman ku dewleta tirk tecrîda girankirî ferz dike û got, Îtalya jî ji tecrîdê berpirsyar e. Ji nivîskarên pirtûka ‘Curdi’ (Kurd) a bi Îtalyayî weşanê dike Giovanni Caputo ji ajansa ANF’ê re axivî. Caputo bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sala 1998’an hat Romayê, piştî ku ji Îtalyayê derket hate girtin ku ev yek ji bo wan gelekî metirsîdar û giran bû. Caputo got, “Surprîzeke mîna şopê bû. Ji bo me kesekî girîng bû, lê belê hikumeta me di asteke mezin de destûra çûyîna wî da. Ev yek jî tiştekî nakok bû. Piştre jî hate girtin û rewşa wî ya girtîmayinê gelekî metirsîdar bû. Ji sala 1999’an û vir ve li Îmraliyê tecrîdkirî ye û zêdeyî 30 meh in agahî jê nayê girtin. Mafên mirovan bi rengekî mezin tê binpêkirin.”

Pêwistiya me niha bi rapora CPT’ê heye

Giovanni Caputo nerazîbûn nîşanî helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a têkildarî pratîka tecrîda girankirî ya dewleta Tirk da û diyar kir ku divê Rapora CPT a li ser Îmraliyê bê weşandin. Nivîskar Caputo got, “Li saziyên Ewropayê, mînak li Konseya Ewropayê, li CPT difikirim. Diçin wê derê, raporekê amade dikin, lê belê dema ku dewlet bixwaze hingî dikarin biweşînin. Gelo em ê piştî 50 salan karibin vê belgeyê bixwînin? Hingî wê vala be. Pêwîstiya me ji bo niha bi vê raporê heye. Ji bo em zanibin ku li Îmraliyê çi diqewime pêwîstiya me pê heye ku ev rapor niha bê weşandin.”

Caputo ragihand ku Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û dewletên endam li gorî berjewendiyên xwe yên aborî nêzî mijara tecrîdê dibin û anî ziman ku dewleta Tirk penaber, enerjî, gaz û transfera malan weke amûrekê bi kar tîne. Giovanni Caputo got, “Ji ber vê yekê helwestê nîşan nadin û ev rewş trajîk e, cihê xemgîniyê ye.”

Îtalya berpirsiyar e

Caputo destnîşan kir ku Îtalya jî weke dewlet ji tecrîdê berpirsyar e û got, “Hikumeta me ya wê demê jî tevkarî li vê rewşê kir. Eger me destûr nedabûna ku ew ji vê derê biçe dikarîbû li vir bûya û daxwaza penaberiya siyasî bikira. Ya rast ji dadgeheke Îtalyayê ya li Romayê ev yek bi dest xist, lê belê êdî gelekî dereng bû. Lewma weke dewlet em berpirsyar in. Weke gel em piştevanê wî ne û ya rast ez ê destpêkê yê vê piştevaniyê me.”

Divê fikrên Ocalan bên belav kirin

Giovanni Caputo ragihand ku ji gel tecrîda girankirî, binpêkirina mafên mirovan jî sîstematîka fikrî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî baş e û diyar kir ku ew vê yekê ji nivîsên wî dibînin. Giovanni Caputo destnîşan kir ku bi qasî balkişandina ser tecrîdê, girîng e ku ji bo belavkirina fikrên wî hewl bê dayin û got, “Bi dîtina min têrê nake ku tenê bê gotin ‘niha tecrîdkirî ye, tecrîd dewam dike’. Girîng e ku bi qasî ji me tê em fikir û agahiyên wî belav bikin. Ji ber ku hatibe îzolekirin jî hîn difikire, dinivîsîne ji bo gelê xwe nêrînan hildiberîne ku ev yek gelekî girîng e. Di vê rewşa giran û metirsîdar de jî gelê xwe naterikîne. Bi dîtina min ev yek gelekî girîng e.”