5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sûdanî xwest der barê şerê li Mexmûrê de lêpirsîn bê destpêkirin

Serokwezîrê Iraqê der barê şerê di navbera çekdarên PDK’ê û artêşa Iraqê de daxwaz kir ku ji bo lêkolîna sedem û encama buyera li çiyayê Qereçox a li Mexmûrê, lijneyek bilind were avakirin.

Wezareta Pêşmergeyan li ser şer û pevçûnên Pêşmerge û artêşa Îraqê yên li Mexmûrê daxuyaniyek da.

Doh li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer derketibû. Di pevçûnê de gelek pêşmerge û leşkerên Iraqê birîndar bûne.  Li gorî çavkaniyên herêmî 12 Pêşmerge bi birîndarî rakirine nexweşxaneyeke Hewlêrê. Her wiha 2 pêşmerge û 2 leşkerên Iraqê jî jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, Yehya Resûl ragihand ku der barê şerê duh ên di navbera çekdarên PDK’ê û artêşa Iraqê de Mihemed Şiya Sudanî ji bo lêkolîna sedem û encama buyera li çiyayê Qereçox ê li Mexmûrê rûdayî, daxwaza avakirina lijneyek bilind kiriye.

Sedemê vî şerî ew bû ku xaleke berê di destê şervanên PKK’ê de bû û xwe jê vekişandibû, herdu aliyan hem PDK û hem artêşa Iraqê xwestine li wê xalê bicih bibin û ew yek bûye sedema şer.

Hêjayî gotinê ye ku beriya çend rojan Serokê Konseya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murad Karayilan gotibû ku ew şervanên xwe ji Mexmûrê vedikişînin û erka parastina deverê ji ciwanên Mexmûrê re dihêlin.