Rojnameya Heftane

Cejna Çarşema Sor

Rojhilata Navîn dergûşa mirovahî û şaristaniyê ye. Ev ax çavkaniya gelek bawerî, ol û mezhebên pîroz e. Ji wan olên herî kewnar yek jî êzdiyatî ye.

Ola êzdiyatiyê li ser bingeha hezkirinê hatiye afirandin; êzdiyatî xwedahez, xwezahez û mirovhez e. Ji hemû bawerî, ol û mezheban re rêzdar e û aşitîxwaz e.

Nîşaneyên vê yên herî mezin; mirov ji pey re nabe êzdî, ji dayikê bi êzdî tê rûyê dinê. Êzdî ji bo baweriya xwe belav bikin, di nav olên din de xebatê nakin.

Dîsa êzdî ji dervayî civaka xwe bi civakên dinê re zewacê çênakin. Neyarên wan be jî dest navêjin jinên wan.

Di dîroka vê ola qedîm de gelek cejn û rojên pîroz hene. Ji wan yek jî Çarşema Sor ango Çarşema Serê Nîsanê ye; li gorî salnameya îrohîn, li çarşema ewil a ji pey 13’ê nîsanê, wekî cejna Tawisî Melek û wek Sersal tê pîroz kirin. Li gorî baweriya  êzdiyatiyê gerdûn roja çarşemê ango roja çaran hatiye afirandin. Li wê rojê Tawisî Melek xwe berdaye ser axê û afirandina gerdûnê temam bûye. Roja detpêka jiyanê ye. Ev di qewlekî êzdiyatiyê de  wiha tê ziman ‘Te dinê xemiland hezar avaz û reng e/ Ya! Melekê Qenciyê  xweş tê ji te deng e’.

Di Çarşema Sor de  guneh tên efûkirin, dawî li şer û pevçûnan tê, rijandina xwînê guneh e, teqez can nayê girtin, wek roja aştî û xwişk û biratiyê ye.  Hem jî despêka şênbûna xwezayê ye û di meha nîsanê de êzdî bûka dernaxin, ji ber bûka salê nîsan bi xwe ye.

Hin rêûresmên Çarşema Sor hene; di vê cejnê de hêk tên xwaşilandin û bi rengên xwezayê tên boyaxkirin. Di vê veguherîna hêkê de mena afirandina dinyayê heye. Hêk dema xav e; nîşaneya halê dinyayê ye dema ku av e. Bi xwaşilandina hêkê re dema ku dinya dibe ax û bi rengên biharê ve dema ku reng bi reng tê boyaxkirin jî tê mena, dema ku milyaketan dinya reng bi reng xemilandiye. Qalikên hêkan ên reng bi reng nîşaneya xêr, xweşî û bereketê ye. Di cejnê de, bi serdaniya goristanê, ev qalik li dora goran tê danîn. Di nav zevî û mêrgan de tê belavkirin û dîsa ev qalik bi gihayên biharê re tê hasilandin û ev hevîr bi dergehên avahiyan ve  tê zeliqandin.

Reûresmek din jî çêkirina ‘basimbarê’ ye; basimbar bi benikên zirav ên rengîn tê honandin. Wateya basimbarê jî xêr, bereket û girtina pêşiya qeda û belayan ye. Basimbar bi destên jin, mêr, keç û zarokan tê girêdan.

Her wiha di vê cejnê de kulîçe û gelek cûreyên şîrînayan jî tên amadekirin. Li gorî bîranînên nivîskar Ezîzê Cewo, dema ku kebanî kulîçeyan çêdikin  moriyekê dikin nav wê. Mezinê malê di taştêya serê siba cejnê de kulîçeyê bi gotina  ‘ev para Mêrê Rojê, ev para Xudanê Malê, ev para Ziyayê Zer, ev para Mamereşan,  ev para Mamê Şivan, ev para Gavanê Zerzan,  ev para xeta cot, ev para malxiyê malê, ev para rêwiyê me, ev para xwendekarê me…’ yeko yeko dijmire û kerî dike. Her kes bêsebir li bendê ye ku ka morî di para kê de derkeve.

Moriya mala me di kulîçeya para Zal’ê biraziyê we de derket, de ya bi xêr. Bila Çarşema Sor bi gelê me û hemû cîhanê pîroz be. Bibe wesîleya aramî, aştî û azadiyê û ev nexweşiya kambax ji pêsira mirovahiyê bikeve.