8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cejna Remezanê bi peyaman hat pîrozkirin

Îro Cejna Remezanê û li bakurê Kurdistanê bi boneya nexweşiya koronayê û qedexeya derketina derve welatî li malên xwe cejnê pîroz dikin. Li başûr û rojavayê Kurdistanê piştî nimêja cejnê welatiyan bi serdana goristanan cejn pîroz kirin.

Li navçeya Pirsûs ya Rihayê malbata Şenyaşar ligel qedexeya derketina derve li mala xwe çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ didomînin û bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşandin û wiha gotin: “Îro em, êşa xwe ya ku pênaseya wê nayêkirin di dilê xwe de vedişêrin. Bi hêviya ku kes mîna me êşek wiha nejî, cejna we bi xêr bê…”

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi daxuyaniyekê cejn pîroz kirin û wiha gotin: “”Di nav şer, pevçûn, dagirkerî, zilm, neheqî, xizanî, pandemî û şert û mercên dijwar de em Cejna Remezanê ya 2021’an bi dilekî xemgîn pêşwazî dikin. Li her aliyê cîhanê zalimên zordest, ji bo berjewendiyên xwe hemû nirxên mirovahiyê binpê dikin. Dixwazin zilm û tarîtiyê pêl bi pêl belav bikin û text û tacê xwe yê zordestiyê qayîm bikin. Li şûna biratiyê dijminahiyê, li şûna aştiyê şer, li şûna yeksaniyê stemkariyê li ser gelan ferz dikin.” Di dawiya daxuyaniya hevserokan de hat gotin ku dê têkoşîna xwe bidomînin û banga piştevaniyê hat kirin.