4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cemîl Bayik: Di vê rewşê de heta Tirkiye êrîş neke em ê çalakiyan li dar nexin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi boneya erdhejê bang li hemû hêzên çekdar kir û wiha got: “Heta dewleta Tirkiyeyê, êrîş neke, me biryar girt ku em çalakiyan nekin.”

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik bi boneya erdheja li navçeya Bazarcix a Mereşê ku di 6’ê Sibatê de bi pileyên 7.7 û 7.6 çêbû, peyamek weşand û wiha got: “Em bang li hemû hêzên çalakiyên leşkerî dikin ku li Tirkiyeyê, li metropolan, li bajaran çalakiyên leşkerî ku dikin, bisekinînin. Dîsa ku heta dewleta Tirkiyeyê, bi ser me de neyê û êrîşî me neke, me biryar girt ku em çalakiyan nekin. Heta ku êşên gelê me kêm bibin, birînên xwe derman bikin, ev biryara me derbasdar e. Helbet dê helwesta dewletê jî wê li ser biryara me diyarker be.”

Bayik, bi domdarî wiha got: “Gelê me yê hêja, erdhejê rê li ber felaketeke mezin vekir. Li bakurê Kurdistanê, li Rojava, li Tirkiyeyê, li Sûriyeyê, gelên me di nav zehmetiyeke mezin de ne. Bi taybetî ji ber siyaset û pêkanînên dewleta tirk, gel zêdetir êşê dikişîne. Ji bo wê, bi taybetî, ew dewleta dagirker, qirker a tirk, siyaset û pêkanînên ku dimeşîne, li ser gelan zêdetir êşê çêdike. Gelê kurd, tirk, ereb û gelên din, hemû jî zêde êş dikişînin. Hestên civakê gelek bandor li ser me kir. Ji bo yên jiyana xwe ji dest dane, ez ji Xwedê rehmetê dixwazim, ji bo birîndaran jî şifayê dixwazim, dibêjim ji bo yê bi malbatî jiyana xwe ji dest dane, ji bo hemû gelê me sersaxiyê dixwazim.

Divê hemû derfet bên seferberkirin

Berdewama axaftinê wiha ye: “Em hest û êşên ku hûn dikişînin, hîs dikin û dijîn. Mixabin, erdhej li hemû deran, li hemû cîhanê diqewimin. Ya girîng ew e ku gelek welat ji bo erdhejê tevdîrên xwe werdigirin. Ji wê boneyê zerar û ziyan kêmtir çêdibe. Hem hilweşîna xaniyan kêm dibe, hem wefat kêm dibin. Em li Tirkiyeyê dinihêrin; lê Tirkiye ji ber ku ew tevdîr wernegirtine, felaket çêdibin. Hêj jî bi hezaran mirovên me di bin kavilan de ne. Pêwîst e em wan zû derbixin. Ji ber ku zivistan e, berf e, baran e, serma ye. Eger em zû dernexin, dibe ku gelek kes ji ber sermayê jiyana xwe ji dest bidin. Lewma divê her kes çi derfetên xwe hebin divê seferber bike, bi lez alîkarî ên ku di bin avahiyan de mane, bi pêş bixin. Saziyên demokratîk û her kes, derfetên xwe çi ne, divê bi tevahî ji bo wê seferber bikin.”

Tevdîr nehatin girtin

Bayik bal kişand ser desthilatiya AKP-MHP’ê û ev tişt anî ziman: “20 sal in AKP li ser desthilatê ye. Dewletê bi rê ve dibe. Tê zanîn ku bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li ser xeta fayê ye. Ji wê boneyê, welatekê erdhejê ye. A ku dihat xwestin ku tevdîr ji bo wê bihatina wergirtin. Lê AKP’ê tu tevdîr bi pêş nexistin. Ji bo gel xizmetekê nake. Li Tirkiyeyê ji bo erdhejê tê zanîn, bac dihatin wergirtin. Lê çi bi wan bacan bû kes nizane. Dewleta Tirkiyeyê, hemû derfetên xwe; hundir û derve, ji bo li Kurdistanê gelê kurd qir bike, bi milyaran dolar xerc kirin. Şerê taybet bi pêş xistin. Alîgirên xwe xurt kirin. Çete xurt kirin. Hinek saziyên şerê taybet xurt kirin. Hemû derfetên Tirkiyeyê ji wê boneyê xerc kirin. Ji bo wê tiştek nadin gelê Tirkiyeyê. Bi taybetî jî nedan gelê kurd. Di desthilata xwe bêyî hidûd dizî kirin. Rant, talan bi pêş xistin. Dewlemendiyên xwe zêdetir kirin. Gel jî feqîr xistin. Her ku çû zêdetir feqîr xistin. Di navbera xwe û gelan de zêde cudahî çêkirin. Wek em dizanin, gelek caran ji bo mitehîd û çeteyan qanûnên xwe guhertin. Qanûnên îhaleyan guhertin da ku bikarin ên di xizmeta xwe de dewlemendtir bikin. Li cîhanê li gelek cihan erdhej çêdibin. Mînak; li Japonyayê, erdhejên mezin çêdibin. Em dibînin di van erdhejan de avahî zêde xera nabin, kes zêde namirin. Ji ber ku bi cidî li ser disekinin. Tevdîrên xwe bi pêş dixin. Ji wê boneyê ew êş zêde nayên kişandin. Eger dewleta tirkiyeyê jî wek Japonyayê tevdîr werbigirtana ew êşên ku îro tên kişandin, wê nehatana kişandin. Bi hezaran avahî xera nabin. Bajar û gund xera nabin û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest nadin, birîndar nabin.”

Tirkiye veguherandine şîrketê

AKP-MHP’ê di desthilata xwe gelek pere kom kirin. Her sal ji bo erdhejê pere kom kirin. Lê em dibînin ku ew pere li rastê nîn in. Hemû ji bo şer xerc kirine. Ji ber ku ji bo şer bi milyar dolaran pere xerc kirin. Eger ew pere ji bo gel xerc bikirana, bo erdhejê tevdîr werbigirtana, bo tenduristî û perwerdehiya gel bi pêş bixistana, ew êş û xirabî nedihatin jiyîn. Gelê Tirkiyeyê wê di nav xweşiyê de bijiya. Eger îro hinek pir dewlemend bûne, ku gel jî zêde feqîr ketiye, ew encama siyaseta AKP-MHP’ê ye ku li dijî gelê kurd dimeşîne. Ji ber ku dixwaze gelê kurd qir bike, ji wê boneyê hemû derfetên Tirkiyeyê û derve dixe xizmeta vî şerî. AKP-MHP, Tirkiyeyê wek şirketekê bi rê ve dibin. Wek patronekê bêwijdan, zalim nêzê gel dibin. Çi pêwîstiyên gel ji bo xwe esas nagirin, tu caran armanceke wer nadin pêşiya xwe. Ji bo wê jî pêwîst e; gelê me, gelê kurd, tirk, ereb, gelên li Tirkiyeyê dijîn hemû hesabê wê divê bipirsin. Hem hesab bipirsin, hem jî hevkariya xwe derxin asta herî bilind.”

Biryar hatiye dayîn

Bayik da zanîn ku AKP-MHP’ê rewşa awarte îlan kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji bo çi îlan kir? Dixwazin ser erdhejê bigirin. Dixwazin ser êşa gel, qêrîna gel bigirin ku dengê wan tu caran negihîje çi cihan. Dixwazin ser erdhejê bi temamî bigirin ku kes pê nehise. Pirsgirêkên tên jiyîn ku kes fêm neke. Ji bo wê jî ragihandinên xwe bi liv tevger kirine. Ê çawa gelan û dinyayê bixapînin, li ser wî esasî propagandayekê bi pêş dixin. Gelek tiştan vedişêrin. Wer didin diyarkirin ku li hemû cihan bi gel re dibin alîkar. Ev derew in. Ragihandinên bêalî, wan derewên wan hemû derxistin holê. Dixwazin bi vê ew alîkariya ku gel dişîne cihê erdhejê, ku pêşiyê lê bigirin. Dixwazin di nava gel de hevgirtineke bipêşketî, ku pêşiyê lê bigirin ku bi temamî desthilatiya xwe li wan deran çêbikin. Derfetên ji derve hatiye, ya jî ji nav Tirkiyeyê hatiye jî ku dîsa têxin bin xizmeta xwe. Bo wê jî wextê demokrasî, gelên Tirkiyeyê, gelê kurd divê hevkariya xwe her bi awayî dewam bikin. Nehêlin ku dest bidin, ser tarî bikin. Dema ku gelên wê felaketê dijîn, êşeke wisa dikişînin, di nav me de jî wek tevger pêwît dît ku em rewşa heyî û pêşketinên dawîn ku çêdibin, binirxînin û li ser wî esasî em bigihin hinek encaman. Ji ber ku em hurmetê nîşanê gel, jiyana gelan û mirovahiyê didin, êşan li êşan zêde nakin. Li aliyê mirovî, wijdanî, exlaqî, me rewş nirxand. Em bang li hemû hêzên çalakiyên leşkerî dikin ku li Tirkiyeyê, li metropolan, li bajaran çalakiyên leşkerî ku dikin, bisekinînin. Dîsa ku heta dewleta tirkiyeyê, bi ser me de neyê û êrîşê me neke, me biryar girt ku em çalakiyan nekin. Heta ku êşên gelê me kêm bibin, birînên xwe derman bikin, ev biryara me derbasdar e. Helbet helwesta dewletê jî wê li ser biryara me diyarker be. Careke din dibêjim; ên ku jiyana xwe ji dest dane, rehma Xwedê lê be û yên birîndar jî şifaya acîl dixwazim û dibêjim serê gelê me sax be. Hevgirtina civakî wê ji heqê van êrîşan were der, birînên xwe ew ê bi hev re derman bikin.“