26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cerdevan li Bestayê daran dibirin

Li herêma Çiyayê Bestayê birîna daran didome. Li qadên Mêrg û Mar di destpêka havînê de agir bi daran xistin û daristan şewitandin. Bi deh hezaran dar tev şewitandin. Niha jî cerdevan li qada berfireh a Serê Rê ya Bestayê jî darên mezî yên sedsale di birin. Li gel ku rayedar vê yekê dibînin jî mudaxile nakin. Li gorî dîmenên ku gihîştin Ajansa Mezopotamya (MA), cerdevanan bi dolmîşan dibin qada Serê Rê ya Bestayê û darên mezî yên sedsale dibirin. Piştî cerdevan daran dibirin, li traktoran bar dikin û li qadeke din kom dikin. Pişt re li TIR’an bar dikin û dibin bajarên cuda difiroşin. Birîna daran didome.