26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka mamostetiya Bawer Agirî

Bawer Agirî vê biharê li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê mamostetî kir. Ji bilî van, hinek sertîfîkayên grafîk û sêwirandina malperan û geşedana kesanî standine. Heta niha gelek nivîs û helbestên wî di gelek malper û rojnameyan da hatine belavkirin. Niha jî ew di YouTubeyê de, di kanala Hîngeha Kurdî de vîdyoyên dersên kurdî çêdike.

Agirî ji bo xebatên xwe yên dersên kurdî yên li ser Youtubyê de wiha dibêje: “Wekî tê zanîn kurd li du parçeyan ji perwerdeya kurdî bêpar in. Dema mirov li vê rewşê dinêre, bivê nevê mirov xwe berpirsiyar dibîne ji bo bi karekî wiha rabe. Sedemek din jî ew bû ku dema ez şagirt bûm, li ser torên civakî dersên kurdî tune bûn. Min wê demê di mijara çavkaniyan de gelekî zehmetî dikişand. Ji ber vê yekê ez niha dersên kurdî wekî vîdyo çêdikim û li YouTubeyê bar dikim.”

Dibe arşîv

Agirî di berdewamiya axaftina xwe de xebatên xwe wiha dide nasîn û dibêje: “Mirov dikare vê wekî arşîveke berdest a ji her kesî re vekirîye bibîne. Ev yek jî ji bo min dibe moral û kêfxweşî. Divê ez vê yekê bibêjim ku zimanê ji aliyê bi milyonan kesan ve tê axaftin bi dersên wiha nayê parastin. Divê demek berî demekê, zimanê kurdî li hemû Kurdistanê bibe zimanê perwerdeyê. Ev daxwaza me hemû kurdan e.”

Bangek ji bo mamosteyan

Agrî der barê erkên dikevin ser me mamsteyên kurd jî wiha dibêje: “Bi taybetî mamosteyên kurd divê vê yekê ji xwe re wekî erk bibînin, zend û bendên xwe badin wekî min vîdyoyên dersên kurdî çêbikin. Da ku kurd jê feydeyê bistînin û xelk nebêje ‘ji xwe re karekî nakin’.”

Rewş û zehmetiyên dersdanê

Der barê rewşa heyî ya perwerdeyê û zehmetiyên di vê xebatê de, mamote Agirî vê rewşê wiha dinirxîne û dibêje: “Niha şopînerên min ji du hezar kesan zêdetir in. Mixabin ji ber ku ez bi kurdî dersên kurdî didim, kesên ku nû dest bi xwendin û nivîsîna kurdî kirine yan jî dixwazin hînî xwendin û nivîsîna kurdî bibin, zêde ji min fêm nakin. Ji ber ku ez hin têgihên rêzimanê û peyvên ew nizanin bi kar tînim, ew jê fêm nakin. Ez jî mecbûr dimînin di her dersê de wateya hin peyvan bi tirkî dibêjim. Ev jî ji bo mirov dibe bargiranî. Ji bilî vê yekê vîdyo dirêj dibin û şopîner heta dawiyê ji bo temaşekirinê sebir nakin.”

Ders çawa tên amadekirin

Mamoste Agirî der barê plansaziya xwe ya amadekirina vê xebatê jî wiha derbirî û tîne ziman:  “Ji bo dersdayînê plansazî nebe nabe. Ji ber vê yekê min pêşiya pêşîn ji xwe re plansazîyek çêkir. Ji bo destpêkê ez dersên pêwîst çêdikim. Her carê li gorî pêdiviyê mijarekê pêşkêş dikim. Ez li gorî standardên navneteweyî dersan didim. Hûn rêzepirtûkên Hînkerê dizanin. Ew li gorî standardekê hatine amadekirin. Ez jî li gorî pedagojî û hêsanhînbûna mirovan dersan amade dikim.”

Banga ji bo şopdaran

Bawer Agirî ji bo şopdarên xwe jî vê şîretê dike û didomîne: “Niha tiştê ku divê ez bibêjim, pêwîst e şopînerên min ferhengan bistînin û xwe hînî peyvên ew nizanin bikin. Niha li gel ferhengên destî, ferhengên telefonan jî hene. Mirov dikare wan daxe telefona xwe û bi hêsanî bi kar bîne. Ji bilî vê yekê ji bo mirov zûtir xwendin û nivîsîna xwe bi pêş bixe, divê mirov pirtûkan bixwîne, rojane bi kurdî biaxive û bi kurdî binivîse”.

Bawer Agirî kî ye?

Di sala 1984’an da li bajarê Agirîyê, navçeya Avkevirê, gundê Geldûşê hatiye dinyayê. Di sala 2014’an da tev li kursên zimanê kurdî yên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dibe. Bi awayekî serkeftî di 2019’an de bawernameya xwe ya mamostetiyê distîne.

Bernameya computerê word û bernameyên adobeyê, photoshop û illustratorê bi kar tîne. Di sala 2016’an de pirtûkeke helbestan a bi navê  ‘Êş’ ji alî weşanên Nayê ve hatiye çapkirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê