26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civak, travma û ziman

Cemîl Guneş

Mirov di nava jiyanê de roj bi roj bi aliyekî zimên dihese. Ji ber ku ziman bi gelek aliyê jiyanê re têkildar e, ev jî dibe taybetiyeke zimên. Ev taybetiyên zimên aîdiyeta mirovan bi wê civakê re çêdike loma em dikarin bibêjin ku yek ji wan pênaseyên giring jî ew e ku ziman aîdiyet e. Ango ziman aîdiyeta mirovan bi malbatê, civakê û welatê xwe re çêdike. Ji ber sosyolojiya civak û welatan ango ji ber sebebên wek şer, koçberî, aborî û civakî gelek têgihên cuda yên zimên derketine holê. Hin ji wan têgihên giring zimanê zikmakî, zimanê yekem, zimanê duyem, zimanê biyanî ne.

Zimanê zikmakî ji bo mirovan tiştekî bêhempa ye. Mirov zimanê xwe yê zikmakî ji malbat û derdora xwe hîn dibe. Di nav vê hînbûnê de tenê dengên zimên tune ye, her wiha çand, huner û kevneşopiyên civakê jî heye. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku zimanê zikmakî laşê mirovan e yan jî ew laş di nav malbatê de û bi zimanê zikmakî zexm dibe.  Ji ber ku mirov xwe û jiyanê cara pêşîn bi zimanê xwe, di nav civaka xwe de nas dikin, loma ew aîdiyeta mirovan jî bi awayekî herî xurt bi zimanê zikmakî çêdibe. Zimanê zikmakî bi xurtkirina aîdiyetê, di demên pêş de ji bo serkeftin, dilxweşî, xwendin, nivîsîn, guhdarîkirin û axaftineke baş roleke giring dilîze. Her wiha zimanê zikmakî rê li ber xwenasîn û xwebaweriya mirovan jî vedike û ev xwebawerî û xwenasînî bi xwe re ji aliyê derûnî ve rehetiyekê jî tîne. Taybetiyeke din ya zimanê zikmakî jî avakirina nasnameyê ye. Ev nasname bi du awayên cuda çêdibe. Yek jê nasnameya takekesî bi xwe ye ku bi hin taybetiyên zimanê zikmakî ava dibe û ev taybetî jî dirûvekî didin karekterê mirovan. Ev nasname di serdema zaroktiya pêşîn de ava dibe ku zarok di vê serdemê de çalak e û bi derdora xwe re têkiliyeke xurt datîne. Ango mirov bi avabûna vê nasnameyê û li gor taybetiyên zimanê xwe yê zikmakî li dinyayê dinêrin. Ya din jî nasnameya civakî ye ku aîdiyeta mirovan ya bi civakê re çêdike û mirov di nav civakê de dibe xwedî nasname. Ev civak dibe ku malbat, derdor yan jî welat be. Têkiliya mirov û civakê bi wê nasnameyê xurtir dibe û ev xurtbûn alîkariya avakirina xwebûna mirovan dike. Mirov bi zimanê xwe û bi wê têkiliyê dibe endamek civaka xwe. Heke mirov ji van avantajên zimanê zikmakî sûdê wergirin, êdî dê bixwazin ji bo xwe û civaka xwe hewl bidin û tiştinan hilberînîn. Lê ev tiştên ku em dibêjin di wan şertan de pêk tên ku zimanek li warê xwe, ji aliyê axêverên xwe ve bi awayekî azad bê bikaranîn. Heke ne wisa be, zimanek çawa ku ji bo başî, xweşî û serkeftiyan amûreke hêja be jî mixabin di hin rewşan de dibe sersebeba xerabî, nexweşî û têkçûnan.

Astengkirina zimanê zikmakî avantajên ku me li jor qal kir vediguherîne dezavantajeke travmatîk. Travma, birîndarbûna giyanî ye ku nahêle mirov bi awayekî baş bifikirin, hîs bikin û xeyal bikin. Ango mirov bi awayekî, tên sînorkirin. Ferzkirina zimanekî duyem ya li ser mirovan jî cihekî şûn de êdî xisareka mezin dide wan. Ev astengî nahêle ku mirov bi zimanê xwe yê zikmakî jiyanê bitahmînin û dibe sebeba ku ziman têk biçe. Di vir de zimanê zikmakî tê sînorkirin, ev rê li ber gelek bûyerên travmatîk vedike. Wexta ku zimanê zikmakî bi pêş ve neçe, zehmet e ku zimanê duyem jî bi pêş ve biçe. Mirov di wê rewşê de êdî dikeve pêvajoya nîvzimaniyê. Ev nîvzimanîbûn tenê bi rewşa zimên bisînor nabe, di demên pêş de bandora xwe li her aliyên mirovan dike û wan di gelek waran de nîvco û sînorkirî dihêle. Mixabin ev rewş mirovan dike nav rewşeke xeter. Mirov êdî li dibistan û derveyî dibistanê nikarin hunerên xwe yên axaftin û guhdarîkirinê pêk bînin, xwe ji hevalên xwe kêmtir dibînin, tirsa wan ya ku têkevin nav mirovan roj bi roj zêdetir dibe. Helbet ev di demên pêş de bandorê li gelek aliyên wek derûnî, aborî û civakî yên mirovan jî dike. Kesên ku li saziyên fermî nikaribin xwe îfade bikin, li nexweşxaneyan nikaribin nexweşiyên xwe bînin zimên, ne xwedî fersenda pêşvebirina ziman, çand û muzîka xwe bin,  li derveyî welatê xwe rastî lêdan û kuştinê werin, ji aliyên dewletê ve rastî girtinê werin ji vê rewşê re mînakên berbiçav in. Di vir de rola zimên ya di travmayê de bi awayekî zelal derdikeve pêşiya me.

Wek ku me got li cihê ku mirov xwe aîdî wê derê nebînin, bi wê derê re li hev nakin û ev nelihevî rê li ber pêşveçûn û hilberîna mirovan digire. Ev têkçûn bi serê xwe namîne û bi înkarkirina çand û zimanê neteweyekê dîsa dibe sebeba travmayan. Di encama van polîtîkayên înkarkirin û tunekirinê de mirov ji ziman, çand, civak û malbata xwe fedî dike, zimanê xwe wek sûcdarekî sereke yê têkçûna xwe dibîne, her wiha nirxên xwe yên malbatî û civakî wek dijminan dibîne û dikeve nav şerekî hundirîn. Ji ber van rûdanan ew rola zimanê zikmakî ya avakirina nasnameyê derbeke mezin dixwe û êdî nasnameya takekesî ya mirovan temam nabe her wiha avakirina nasnameya civakî jî dikeve nav xetereyê . Kesên ji aliyê nasnameyê ve di nav pirsgirêkan de bin, bi xwe û bi civakê re li hev nakin. Ji xeynî van rûdanan, kiryarên mîna kuştin, girtin û zextan jî vê travmayê kûrtir dikin. Ev bûyerên ku di nav jiyanê de diqewimin dibin sebeb ku mirov dev ji zimanê xwe yê zikmakî berdin. Zarok ji bo aîdiyeta xwe guh nadin zimanê xwe yê zikmakî, malbat jî ji bo ewlehiya xwe û zarokên xwe terka zimanê zikmakî dikin. Êdî piştî van qewimînan em dikarin bibêjin travmaya ku ji kesan dest pê dike, dibe travmayeke civakî.

Bêguman ev pirsgirêk û travmayên civakî dîsa bi alîkariya civakê û bi taybetî jî bi zimanê civakê tên dermankirin ango ziman çawa ku dibe sedema travmayê, her wiha dikare wê travmayê baş jî bike. Di çareserkirina travmayê de amûra herî bibandor ragihandin û pêwendîdanîn e û ev jî bi alîkariya zimên çêdibe. Her wiha wek ku me li jor jî qal kir yek ji taybetiyên zimên ya herî giring xurtkirina aîdiyetê ye. Aîdiyet çiqas xurt be, ew îhtîmala başbûna mirovan jî ewqas pêkan dibe. Çawa ku travma dibe sebeba dûrketina ji çand û zimanê xwe, veqetîna ji civakê, her wiha ziman jî bi xurtkirina aîdiyeta kesan ya bi civakê re mirovan li xwe vedigerîne, ziman û çanda wan li wan bi qîmettir dike. Bêguman mirov bi civakeke xurt, bi hefizeyeke xurt dikare ji vê travmayê derkeve. Cihê ku ziman lê berbelav be û têkildarî zimên hefizeyeke xurt ya civakê hebe, çand û hunera civakê zindî be êdî mirov bi awayekî hêsan ji civaka xwe qut nabe û bi awayekî hêsan pêşiya travmayê digire. Lê mixabin xetereya nîvzimaniyê, kêmbûna bikaranîna zimanan, zextên li ser zimên û biçûkxistina zimanê civakê, rewşa heyî zehmettir dike.

Li cihê ku rewşa civakê ya zimanî û travmatîk zehmettir bûye, yan jî li cihê ku civak bi xwe nikaribin ji heqê xwe bên der, civakên sivîl dikarin bi vê rola civakê rabin. Roleka giring ya saziyên civaka sîvîl heye di navbera serdest-bindest, gel-dewlet û kes-civakê de. Ango civaka sivîl rêya sêyem e di navbera van de. Civaka sivîl bi xebatên zimên, bi raporkirina neheqiyan, bi xebatên çandî û hunerî, bi xebatên rêbertiyê dikarin rewşa civakê ya heyî hinekî din jî baştir bikin. Ji xeynî van xebatan dikarin rêbertiya têkoşîna bidestxistina mafên zimanî bikin û dewletê zêdetir nêzî çareseriyê bikin. Bi van xebatan ji aliyekî ve aîdîteya mirovan ya bi civakê re xurt dibe, li aliyê din jî bi xebatên zimanî civak ji rewşa travmayê dikare derkeve.

Civaka kurd ji ber polîtîkayên dewletê yên zimên di nav travmayeke kûr de ye. Ji qada perwerdeyê heta nexweşxaneyan, ji qadên aboriyê heta qadên civakî ev rewş berbelav e. Înkarkirin, astengkirin û qedexekirina zimanan ya ji avabûna komarê ve her ku diçe kûrtir dibe. Mixabin bandora van polîtîkayan ya li ser civakê jî her ku diçe kûrtir û xerabtir dibe. Di encamên van polîtîkayan de guhertinên berbiçav yên mîna nîvzimanîbûn, xwekêmdîtin, xerîbbûna civakê û têkçûnên cuda derdikevin holê.  Kêmbûna axiftina zimanê zikmakî ya di nav gel de, bêqîmetkirina zimanê zikmakî, ferzkirina zimanekî duyem civakê ji halê heyî xerabtir dike û ev jî dibe sebeba belavbûn û kûrbûna travmayê. Divê civak û civaka sivîl bi rola xwe rabin û ji her carê zêdetir kar bikin. Divê xebatên piralî yên zimanî ji bo bi zarokan, jinan , dêûbavan û ciwanan re bên kirin. Her wiha divê giringiya zimanê zikmakî bi xebatên berfireh bên vegotin. Li aliyê din jî divê ji bo fermîkirina zimanê zikmakî têkiliyên xurt bên danîn di qada netewî û navnetewî de. Wext kêm e lê travma zêdetir dibe, rêya me dirêj û barê me giran e.