26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civana Jinan – Hunermend Devrîm Demîr

Kurd yek ji wan gelên qedîm ên xwedî çandeke pirengî û dewlemend in. Kurdan bi giştî çanda xwe bi stranbêjî, dengbêjiyê û bi saya hunermendan parastiye. Ji ber vê yekê jî
stranbêjî di çanda kurdan xwedî cihê qedirbilind e. Îro jî li çar parçeyên Kurdistanê hunermendên kurd bi stranên xwe çanda hunera kurdî diparêzin. Yelda Abbasî, Keyhan Kelhur, Kamkaran, Ciwan Haco, Mizgîn Tahir, Tara Jaff, Lawje û Mahmûd Barazî û bi sedan hunermendên kurd bi naverok û awazên xwe hunera kurdî pêş dixin.

Em vê hefteyê bûn mêvana hunermenda kurd Devrîm Demîr. Devrîmê der barê hunera xwe de ji Civana Jinan re axivî. Hunermend Devrîm bi stranên xwe yên wek Mizgîn, Tu Kî Yî dibe deng û qêrîna jinên kurd jî. Wek tê zanîn ku strana Tu Kî Yî demek berê ji aliyê dewleta tirk ve hatibû qedexekirin. Ev stran ji bo jinan wek manîfestoyekê jî hatiye pênasekirin. Li Tirkiyeyê hunera kurdî û saziyên hunerê tim bi astengiyan re rû bi rû mane yek ji van saziyan jî Navenda Çanda Mezopotamyayê ye. Devrîmê wek hunermendeke NÇM’yê li hemberî van astengiyan dengê xwe bilind dike.