27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanê ku li Hewlêrê agir berda bedena xwe jiyana xwe ji dest da

Behzad Mehmûdî yê ku li ber derê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê agir berda bedena xwe  û ev 5 roj in li nexweşxaneyê dihat dermankirin duh bi şev li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Di 18’ê gulanê de du ciwanên xelkê rojhilatê Kurdistanê çûn ber derê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Hewlêrê. Ciwanan xwest bi rayedarên ofîsê re biaxivin û behsa rewşa jiyana xwe ya xirab bikin. Lê tu rayedarî ji ofîsê guh neda daxwaza ciwanan.

Li ser vê yekê ciwanê bi navê Behzad Mehmudî li ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî agir berda bedena xwe. Behzad Mehmudî tenê ji aliyê hevalê xwe û rojnamegerekê ve hate vemirandin, tevî agir berda xwe jî tu rayedar ji ofîsê bi hewara wî ve nehat.

Heta 20 deqeyan jî ne ambûlans ne jî alikariyek hat. Piştî 20 deqeyan Behzad bi alikariya hevalê xwe û hinek rojnamegeran rakirin nexweşxaneyê. Ciwanê ku 5 rojan li nexweşxanêyê dihat dermankirin duh bi şev jiyana xwe ji dest da.  HEWLÊR