27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cizîr ji bo mîtînga ziman amadekariyan dike

Tora Çand û Zimanê Kurdî dê li Cizîr, Wan û Amedê Mîtîngên Zimanê Kurdî li dar bixin.

Mîtînga ewil dê di 3’ê hezîranê de li Cizîrê Mîtînga Zimanê Kurdî bi dirûşmeya “Bila Kurdî bibe zimanê fermî yê Tirkiyeyê” û “Bila sedsala 21’an bibe Sedsala Kurdî” li dar bixin. Mîtîng dê li Parka Birca Belek a Cizîrê saet di navber 16.00 – 20.00’an de were lidarxistin. Heyeta komîteya amadekar ji bo mîtîngê serî li rayedaran dan. Dê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî tev li mîtîngê bibin. Dîsa dê hunermend Azad Bedran û Koma Jin MA û Koma Awazên Botan derkevin ser dikê û konserê bidin.

Endamê Komîteya Amadekar a Mîtîngê û hunermed Umut Botan, têkildarî mîtîngê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û wiha got: “Ji bo mîtîngê me serî li rayedaran da. Em ê mîtîngê li Parka Birca Belek li dar bixin. Em di serî de gelê Cizîrê û hemû gelê Botanê dawetî mîtîngê dikin. Ji bo em zimanê xwe bidin jiyandin û mîsoger bikin em ê li qada mîtîngê daxwazên xwe bînin ziman. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku qadan tijî bikin.

Endama Komîteya Amadekar a Mîtîngê û Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç jî anî ziman ku bi her awayî li dijî Kurdî êrîş hene û wiha got: “Em ê li dijî êrîş û tundiya li ser ziman di 3’ê Hezîranê de dakevin qadê û mîtîngê li dar bixin. Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê em ê mîtîngê li dar bixin. Divê gelê Botanê li zimanê xwe xwedî derkevin. Zimanê me nasnameya me ye. Em bang li gelê xwe dikin ku li ziman û nasnameya xwe xwedî derkevin.

Hevserokê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek Mîrza Ronî jî, bang li gelê Cizîrê kir û wiha got: “Divê gelê Botanê di pêşengiya Gelê Cizîrê de biherikin qada mîtîngê. Divê li ziman xwedî derkevin û bixwazin ku Kurdî bibe zimanê fermî. Heta ku Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê dê kampanya û têkoşîna me bidome. Hêza herî mezin a vê kampanayê gelê Kurd ên Cizîrê ne. Divê herî zêde gelê Botanê û Cizîrê li Kurdî xwedî derkevin. Rayedaran heta niha destûr nedane ku Kurdî bibe fermî. Wezîrê Perwerdehiyê demek berê got “Ji xeynî Tirkî tu zimanên din nikarin bi fermî bibe zimanê perwerdehiyê. Ev eybek pir şerm e. Divê gelê me piştgiriyê bide kampanya îmzeyan a ziman. Em bang li Gelê Cizîrê dikin ku tev li mîtîngê bibe. Ji bo 3’ê Hezîranê me serî li Walîtiya Şirnexê û Qeymeqamê Cizîrê da. Bi taybetî divê gelê Cizîrê û gelê Botanê li ziman û mîtîngê xwedî derkevin û divê li qada mîtîngê daxwazên xwe bînin ziman.”