26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê doza Kobanê taloq kir

Rûniştina 4’emîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de li Dadgeha Cezayê Giran a 22’emîn a Enqereyê ya li Kampusa Sîncanê dewam kir. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endam û rêveberên MYK’a HDP’ê jî di nav de 20 jê girtî 108 siyasetmedar têne darizandin. Li salonê siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê girtî ne amade bûn. Selhattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê, Fîgen Yuksekdag û Gultan Kişanak ji Girtîgeha Kandirayê û siyasetmedarên din ên girtî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.

Di danişîna îro de şandeyek cuda li dozê nerî. Ji ber vê yekê parêzerên dozê xwestin rûniştina dozê were taloqkirin. Lê dîsa serokê şandeya dadgehê xwest siyasetmedarên girtî parastina xwe bikin.

Şandeya demkî li ser daxwaza parêzeran û siyasetmedaran danişîna dozê taloqî 23’ê îlonê kir.