26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fransa: Diyaloga bi Îranê re girîng e

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian diyar kir ku dibe hêzên navneteweyî di civîna giştî ya Navneteweyî de bi Îranê re hevdîtinan bike û wiha got: “Ji xeynî DYA’yê hemû welatên peymana sala 2015’an bi Îranê re imze kiribûn dê tev li vê hevdîtinê bibin.” Bi vê yekê dixwazin bi Îranê re pêşiya diyalogê vekin.

Beriya niha Berpirsê Siyseta Derve ya Yekitiya Ewropayê Josep Borrell ji rojnamegeran re axivîbû û diyar kiribû ku planeke ji bo hevdîtinên wiha nehatiye kirin û wiha gotibû: Wezîrên Ingilîstan, Çîn, Fransa, Almanya û Rûsyayê dê di dema civîna giştî ya Navneteweyî bi Îranê re civînên cuda nekin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê anî ziman ku dem hatiye ku peymana bi Îranê re were nûkirin. Wezîr bang li Îranê kir ku hin nûnerên xwe ji bo diyaloga der barê nukleerê de destnîşan bike û bi hêzên navneteweyî re bikevin diyalogê.

DYA, Fransa, Çîn, Rûsya, Almanya û Ingilîstanê di sala 2015’an de der barê xebatên Îranê yên bernameya nukleerî de peymanek bi Îranê re îmze kiribûn. Lê DYA’yê di dema serokatiya Donald Trump de xwe ji vê peymanê vekişandibû û ambargoyên mezin li ser Îranê pêk anîbû.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê herî dawî wiha got: “Tiştê girîng ew e ku divê diyaloga bi Îranê re dest pê bike. DYA wê vegere nava vê peymanê. Îran jî dê li gorî sozên ku dabû civaka navdewletî tevbigere.”