27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daxwaza perwerdehiya bi kurdî piştî 20 salan bû hinceta îxrackirinê

Enver Yilmaz ê 41 salî, gava 20 salî bûye li Amedê tevli pîrozbahiyên Newrozê bûye. Di çarçoveya kampanyaya îmzeyê ya ji bo perwerdehiya bi kurdî ku xwendekarên kurd dabûn destpêkirin, tevli pîrozbahiyan bûye.

Dirûşmeyên Enver Yilmaz ên di van çalakiyan de berz kiriye, wekî “alîkariya ji bo rêxistinê” hatine hesibandin û der barê wî de îdianame hatiye amadekirin. Li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin. DGM Jimare 1 a Amedê, bi hinceta “alîkariya ji bo rêxistinê” 3 sal û 9 meh ceza li Yilmaz biriye. Lê piştî ku di çarçoveya pakêtên li gor Yekitiya Ewropayê (YE) xala 169’an a Qanûna Ceza ya Tirk hatiye guherandin, daxwaza perwerdehiya bi kurdî ji çarçoveya “alîkariya ji bo rêxistinê” hatiye derxistin û wekî “azadiya fikr û ramanê” hatiye hesibandin. Gava Yilmaz di girtîgehê de bûye, ji ber guherandina qanûna navbirî serî li DGM’ê daye û dadgehê di sala 2002’yan de hikûmkirina Yilmaz xera kiriye.

Yilmaz li buroya çapemeniyê di serwîsa kirmanckî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dixebitî. Lê di 17’ê cotmeha 2017’an de peymana wî ya kar hatiye fesixkirin. Yilmaz jî serî li Dadgeha Kar a 3’yan a Amedê daye û xwestiye biryara fesixkirinê bê betalkirin. Lê Dadgeha Kar a Amedê, di sala 2018’an de biryara xw aşkera kiriye û di biryara xwe de îşaret bi hikma DGM’ê kiriye û daxwaza wî ya kar red kiriye.

Piştî vê Yilmaz bi rêya parêzerê xwe serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê daye û lê dadgehê îtiraza wî red kiriye. Yilmaz anî ziman ku dadgeha herêmî mehkûmiyeta 20 sal berê kiriye hincet û daxwaza wî ya ji bo vegera kar red kiriye û got: “Piştî vê me serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê da. Lê dadgehê jî di biryara xwe de got, ‘di DGM’ê de qeyda te heye’ û serlêdan red kir. Doza ku dadgeh îşaret pê dike, 20 sal berê hatibû betalkirin û dewletê ez mexdûr kiribûm.”

Yilmaz da zanîn ku dê serî li Dadgeha Makeqanûnê ya dewleta tirk bide û ger ji wir encamê negire dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bide.

AMED