Rojnameya Heftane

Daye Dayrak: Dengvedana ji sedsala heftan

Xatun Dayrak ku bi Rezbar jî tê zanîn û nasîn jineke kurd a ji êla Caf e. Ew di sedsala heftan a hicrî de jiyaye. Di serdema xwe de yek ji wan jinên pêşeng ên civaka kurd ên li herêma Kirmaşanê ye.

Ew keça Husên Beg Celd e. Yek ji wan jinên ba tevan, hêja û helbestvana sedsala heftan a hicriya qemerî ye. Ew li bajarê (Helwan) Kirmaşanê tê dinyayê. Daye Dayrak hevjîna Şêx Îsa Berzenc û dayika Sultan Eshak e.

Ew di wê serdemê de bi rola pêşengtiya civak û baweriya êla xwe radibe, ji civakê re qeyd û quralan datîne. Dayrak di vê sedsalê de bi gotin û çarikên xwe balê dikişîne ser pirsgirêk û mijarên olî, çandî, civakî û wêjeyî. Jixwe ev axaftin û gotinên wê ku em ê bidin, têr dikin ku mirov hay li rola wê ya serdema tê de jiyaye, bibe.

- Advertisement -

Di gelek cih û axaftinên wê de jixwe mirov dikare pir baş pê derxe ku di wê demê de jin jî ne kêmê zilaman di nav civakê de xwedî gotin û rol bûne: Ew di gelek gotin an jî çarikên xwe de balê dikişîne ser hebûn û rola jinê ya di nav civakê de, her wiha girîngî bi pêşengiya jina kurd a di nav ola yarî de dide.

Di gotin, ango diyalogek xwe ya bi diya xwe re wiha dibêje:

Ey diya min a delal, tu bi xêr hatî, ez dizanim ku bavê min çûye emrê xwedê û mamê min Hesen Beg jî temen gorî kiriye, ji mezinên êla Caf tenê tu mayî û hewce ye wek mam û bavê min vê eşîra mezin bişopînî, di navbera wan de edalet û wekheviyek rast pêk bînî.

Di vir de jî, em ji vê diyalogê pir baş dikarin derbixin ku hem Xatun Dayrak û hem diya wê xwedî bandor û rewşeke jûr de bûne ku wiha li ser mijar û pirsgirêkên eşîrê bigire, heya daketine nav her pirsgirêkeke civakî û di mijara birêvebirinê de jî xwedî gotin bûne. Di vê mijarê de bi wêrekî nîqaş kirine, ev nîqaş jî hatine tomarkirin.

Di beytekê de Pîr Bonyamîn wiha ji Rezbar re dibêje:

Ey Rezbar, li gor gotina padişahê alim

Hin bendê xudê tên dinyayê ku cîhanê kişf bikin

Û wisa pê wan xweş e ku ji raza xoliqandin (xelqet) ê agah bin

Wê mezinê heftê û du rêberan

Yan jî serê heftê û du çemberê pîran wê ji wan re rê nîşan bide

Tiştnan bi dest wan bixwe da ku vê merhaleyê bibohirînin…

 

Rezbar di bersivê de dibêje:

Pîr Bonyamîn tu sera karwana qetara yarî

Pîrê serê qetarekê ku dikare ber hemû ferdan li peravên derya û çolan pîrî bike

Tu xwedî gotin û berpirsê me

Padişahê Perdîwer li ber mikurhatinên xwe de paybend

Û serê xwe spart te û tu wek pîr pejirand

Tu bi girêdan (paybend) bi ehd û soza xwe, xweşikiya şert digihînî asta bilindtirîn

Her wiha ji wî re heya sînorên yarî rêbertî dikî…

Xatun Dayrak; ew belkî dayika Sultan bû lê belê di heman demê de berpirs û pêşenga yaran û seroka civaka jinên yarsan bû.

Ji Xatun Dayrak ku bi leqeba Rezbar jî pir baş tê nasîn, hejmarek zêde helbest mane. Her wekî ji helbestên wê jî tê fêmkirin, ew helbestvana hezkirin û hikmeta xwedê bû. Ji ber ku li gor wê, jiyan di mirinê de û bereket û bextewarî jî di hewldan û lêgerînê de ye. Wê demê hewce ye di rêya hezkirinê de perde û astengî bên rakirin û mirov xwe bispêre destê hezkirinê. Bispêre evîna ku helac winda kir.

Qalib û hin helbestên wê li ser metha lawê wê Sultan Eshaq in. Wê muzîkek taybet daye helbestên xwe.

 

Niha jî mînakek ji helbestên wê:

Bî qewêyê dil, bî qewêye dil

Azîz emrê tu bî qewêye dil

Her çî fermawayet qebûlen qebûl

We yadem mîw weşyanem meşqûl

Medî şahidî ez û bî moşkel

Ne lûh yaqut ateş qatel

Zûhûre dile û nûr dîwane kamil

Heftewan ce nûr şahbaz adel

Bî şert mîrdan tu kerd we hasel

Perî destgîrî yaran fazel

 

**

Ger em wateya wê kin û cewherî bînin ziman:

Ey rêberê min ê ezîz

Emr û fermana te bû hêz û quwet ji dilan re

Her tişta ku tu dibêjî me qebûl

Dema ku em bi fikra roja ezelê

dikenin

Dil şîn û şa dibe

Ez ji vê yekê re şahidiyê dikim

bêguman

Li  nav tableta rûnî de (tebeqeya pêncan a asîman)

Di nav agirê dikuje de, we ronahiya dîwana bêkêmasî xuyanî kir

Ey mîrê rast, mebesta min ji wê ronahiyê, ronahiya heftane ye

Ku ji bo erêkirina peymana roja ezel, we bi havalên xwe re danî

Ku ew te afirand

Ji bo girtina rêhevalên zana û alim

 

Ev her du beytên wê jî êşare bi çîroka zal û sîmorx a di şahnameyê de dikin:

Min dîwana rêberê xwe danî ber siya mûmê

Û ez wê gavê tevî sê firişteyan

dijiyam

Û demekê her wekî sîmorx çûm bi alîkariya rustem

Xatun Dayrak di sedsala ku tê de jiyaye kariye bi awayek baş û xweş jinan birêxistin bike. A rast mirov dikare bibêje ku di wê demê de, yanî di sedsala 7’emîn a hîcrî de Xatun Dayrak jinên yarsan bi awayekî pir baş, li dora çanda dewlemend a wekhev û li ser zanebûnên dema tê de jiyane civaka yarî birêxistin kiriye. Di demeke wiha de xebateke wiha ya birêxistinkirinê; her wiha li dora çand û baweriya yarî jî jinan di nav civakê de bi awayekî herî baş bîne gel hev, wan birêxistin bike. Ev jî wek mîrateyeke dewlemend a jina kurd e ku heyxatuna îro hatiye parastin.