26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayik dibin hevî

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayê berdan, ku di 16’ê mijdarê de dabûn destpekirin, 32 roj in li Baroya Amedê didome. Serdanên ji bo malbatan jî didomin. Îro jî rêxistina HDP’ê ya navçeya Gêlê û nîştecihên taxa Seyrantepeyê serdana malbatan kirin.

Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Gêlê Omer Akgunduz anî ziman ku dayik cesaretê didin civakê û dibin hêvî. Akgunduz, banga xwedî derketina çalakiya malbatan kir.

Xizma girtiyan Reşahat Ada bal kişand ser mirina girtiyên nexweş û wiha got: “Mirinên çêbûn fikaran zêdetir dikin. Ev meheke em di nobetê de ne. Êdî bes e em naxwazin, cenaze ji girtîgehê derkevin. Bila Wêzîrê Dadê dengê me û daxwazên me bibîhize. Em naxwazin darbestên zarokên xwe rakin. Zarokên me dema diçin nexweşxaneyan di karantînayan de nexweştir dibin. Em dixwazin nexweşên me serbest bên berdan.”

Xizma girtiyan Încî Guler jî bertek nîşanî şewitandina înfazan da û destnîşan kir ku heta daxwazên wan pêk bên, dê çalakiyên xwe bidomînin. Fevziye Kolakan a 2 zarokên wê girtî ne jî bi lêv kir ku her ku diçe nexweşiyên wan girantir dibin û xwest girtiyên nexweş bên berdan.

Şêniyên Taxa Seyrantepe yên serdana malbatan kirin jî diyar kirin ku heta çalakî bigihe armanca xwe wê piştevaniya wan bidome.

Bavê girtî Ciwan Boltan Hakki Boltan jî destnîşan kir ku bi çalakiya xwe ji hemû kesan re edaletê dixwazin. Xizma girtî Herdem Merwanî jî bi lêv kir ku di her serdanê de moralê wan zêdetir dibe.