26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dayik tecrîdê dişkînin aştiyê ava dikin’

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê, xwestin li Parka Ataturkê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlementerên HDP’ê Feleknas Ûca û Ayşe Acar Başaranê jî beşdarî çalakiyê bûn. Polîsan bi maşînê zirxî Parka Ataturkê û dayikên aştiyê dorpêç kirin. Polîsan bi hinceta “daxuyanî bê destûr e” daxuyaniya dayikên aştiyê asteng kir. Dayikan bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindana”, “Denîz Poyraz nemir e”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî aştî” astengiya polîsan şermezar kir.

Piştî astengiya polîsan dayikên ku bûbûn du kom, hatin cem hev û daxuanî dan. Dayikan pankara ku li ser “Dayik tecrîdê dişikînin, aştiyê ava dikin” nivîsandî vekirin û wêneyên Denîz Poyrazê hilgirtin.

‘Ji dayikan ditirsin’

Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz bi bîr xist ku li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 226’an de ye û wiha got: “Ji axaftina dayikan ditirsin. Ji çarikên wan ditirsin, ji peyama dayikan ditirsin.”

‘Em li vir in’

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Meyase Akdag jî anî ziman ku Dayikên Aştiyê bi salan e doza aştî û wekheviyê dikin, lê belê rayedar xwe li bêdengiyê datînin. Akdag got: “Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û çalakiyên greva birçîbûnê yên li zindanan bi dawî bibin, em li vir in. Êdî bes e ji lêgerînên tazî, sûcên li hemberî mirovahiyê û mirina girtiyan re. Êdî bes ji vê tecrîda li ser gelê kurd. Êdî bes e ji vê dijminatiyê re. Heya ev sûc biqedin û heya demokrasî bê, em ê bitêkoşin. Em ê her roj li ber xwe bidin.”

Piştî daxuyyaniyê girse bi çepik û berzkirina dirûşmeyan ber bi avahiya HDP’a Êlihê ve meşiya.