26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zindana Amedê û gul-çîçekên hikûmetê

Her diçe li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirina mafan zêdetir dibin. Erdogan di serdana xwe ya Amedê de behsa Zindana Amedê kir û wiha got: “Ez ê mizginiyekê bidim we. Em ê Zindana Amedê ku berê bi zilm, îşkence û kiryarên dermirovî navdar bûbû vala bikin û wekî navendeke çandî ji nû ve saz bikin.” Ev yek diyar dike ku di navbera kiryar û gotara hikûmetê de nakokî hene. Kiryar ev e hê jî li girtîgehan îşkence û zilm û binpêkirinên dermirovî hene. Gotar, zindan û gul-çîçek.

Duh û îroya AKP û Erdogan

Hikûmeta AKP’ê ev 20 salî zêdetir in hewl dide bîra heyî ya gel û girseyên Tirkiyeyê veguherîne. Destwerdana AKP’ê di şexsê Erdogan de xwe dide der. Hikûmet û Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên heyî tim hikûmet û rêveberiyên berî xwe rexne dikin, wan ji xwe re dikin hedef. Ev rêgezeke siyasetê ye, qanûna modernîteya kapîtalîst bi xwe ye. ‘Ji bo hebî divê tu yên berî xwe înkar bikî’. Qanûn ev e. Ev 20 sal in Erdogan û cimaeta xwe, vê qanûnê, mîna toqekê di stûyê xwe de digerînin. Hema tu hê devê xwe venakî ew dibêjin ‘Tirkiyeya Kevin’, ‘Nedihiştin jinên bi çarik têkevin meclisê’, ‘dîn ketibû nav dest û pêyan’, ‘kurd dihatin înkarkirin’ û wisa dirêj dikin tu dibêjî qey ku biaxivin dê sê rojan berdewam bikin. Helbet Tirkiyeya Nû ya wan bû û ev bûyer qet tê de tune bûn.

Demekê li zanîngehan (ya Mêrdînê) jî propagandaya Tirkiyeya Nû dihat kirin. Di holekê de, du heb monîtoran dabûn hemberî hev û di her duyan de jî Tirkiyeya Kevin bi ya Nû re dihat berawirdkirin. Me gotibû ev qanûnek e siyasetê û modernîteya kapîtalîst e. Bi rastî jî wisa ye, di gelek biwar û biyavên ku di bin xizmetguzariya kapîtalîzmê de ne, ev qanûn hatiye tetbîqkirin. Ji edebiyatê bigire heta hunerên dîtbarî, ji bizav û rêxistinan bigire heta pergala rêveberiyê, şopên vê qanûnê hene.

Ditirsin biçin

Em dîsa bên ser meseleya xwe, yanî em dîsa behsa Erdogan û AKP’ê bikin. Desthilatdarên ku du cara desthilatdarî bi dest xistine êdî hewl didin ku fehm û feraseta xwe li nav civakê bidin rûniştandin. Em şênber biaxivin: “Pergala dewletê pergaleke wisa ye ku di navbera hikûmet û civakê de mîna lihevkirinekê, mîna peymanekê tevdigere. Ka em bifikirin, AKP di sala 2002’an de bi dengekî zêde bû desthilat. Lê heke di hilbijartinên giştî yên di sala 2007’an de bi ser neketa dê rewşa Tirkiyeyê çawa bûya? Yanî em ne remildar û pîldarên siyasetê ne lê ev hizirandineke maqûl û pêwîst e. Binihêrin polîtîka û kiryarên AKP’ê yên di navbera 2002-2007’an de hemû polîtîkayên yekcarî bûn. Yanî AKP’ê rûyê xwe yê rasteqîn, fehm û feraseta xwe ya esîl wî çaxî neda der. Wî çaxî, kêm be jî di navbera gotar û kiryarê de hevsengiyek hebû. Hemû xizmetên ku dikirin jî di vê çarçoveyê de bûn: “Erê em bûn desthilatdar lê ne diyar e ku em ê di hilbijartina din de jî bi ser bikevin.” Li gorî vê jî tim li ser kursiyên xwe diqirqiçîn, yanî ditirsiyan ku dê sibehê biçin. Hemû hikûmet wisa ne lê di eslê xwe de ev tirseke tirkan a sereke ye ku hê jî ditirsin; kurd dê rabin berdin wan cardin wan bişînin nav çolterên Asyaya Navîn.

Star ne tê de ne jî pê re maye

Lê wisa nebû, AKP di hilbijartinên 2007’an de cardin bi ser ket û bi ser de jî vê carê dengên xwe zêdetir kiribû. Aha di vir de divê em qasekî vehesin. Me gotibû ku AKP’ê di 5 salên xwe yên ewil de feraset û hişmendiya xwe ya îslama neolîberal li ser civakê nesepand; amadehî dikir lê wisa bê dil, bi tirs tevdigeriya. Her tişt li holê ye. AKP’ê hikûmet û rêveberiyên berî xwe rexne kir û wisa derkete qada hilbijartinê; AKP’ê soz da civakê, hêviyên civakê yên aborî, yên civakî teze kir û wisa alîgirên wî zêde bûn. Herî zêde jî meseleya kurd û çareseriya wê ji xwe re kir stargeh û bi vî teherî di hilbijartinan de bi ser ket. Hişmendiya AKP’ê ya ku xwe dispêre qanûna modernîteya kapîtalîst hişmendiya tasfiyekar e. Piştî di hilbijartinên 2007’an de bi ser ket, dest bi endazyariya xwe ya civakî kir. Hêdî hêdî Tirkiyeyeke nû derdiket holê. Jixwe êdî hikûmet jî ne virnî bû. Çavdêrî, danehevên wî yên 5 salan gelek alîkariya wê kirin. Hema nimûneyek: Di serdema AKP’ê de jinên bi çarik zêde bûn, bûn wezîr, lê vê carê jinên sekuler bûn hedef. Kê kir? Cinên AKP’ê kirin qey! Îro AKP mîna zarokekî nehs ê ku di lîstikan de dexeliyan dike, di şexsê hemû jinan de jî bi Peymana Stenbolê lîst.

Di 2007’an de, piştî hilbijartinên giştî AKP’ê hewl da ku di Destûra Bingehîn ya Tirkiyeyê de hin guhertinan bike. Di serî de AKP’ê xwest ku serokkomarê Tirkiyeyê jî bi dengên gel bê hilbijartin. Her wiha êdî hilbijartinên giştî dê ji çar salan carekê bihata kirin û di hinek waran de jî destûr guherî. Hikûmeta AKP’ê piştî ku li Tirkiyeyê zêdetirî dengan bi dest xist û bawer kir ku dê ev yek heta demeke dirêj jî wiha bidome, rabû dest bi referandûman kir. Ya rastî di wê serdemê de ji bo hemû hikûmetên cîhanî yên muhafazakar referandûm bûbûn pêlîstokê siyasî.

Hentrîka referandûman

Referandûm tiştekî baş e, yanî di bingeha xwe de tiştekî baş e, heke di nav aliyên siyasî de lihevkirinek çênebe –qenebe bi piranî wisa ye– tu li gel dişêwirî û gel tev li biryarên rêveberiyê dikî. Lê belê heke li cihekî tim referandûm hebe li wir pir zêde nakokî jî hene. Ev ne tezeke sosyolojîk û felsefî ye, çavdêriyeke mirovî ye. Ka em wiha çavekî lê bigerînin: Di seranserî dîroka Komara Tirkiyeyê de heta niha 7 heb referandûm çêbûne; 1961, 1982, 1987, 1988, 2007, 2010, 2017. Serdemên ku referandûm çêbûne serdemên kaosê yê Tirkiyeyê ne. Her du referandûm ewil di nav şert û mercên darbeya leşkerî de çêbûne. Ya 1987’an jî girêdayî guherandina destûra desthilatdariya darbeyê çêbûye. Ya 1988’an jî ji bo hilbijartinên pêşwext çêbûye. Lê herçî her 3 referandûmên dawî ne ew yên serdema hikûmeta AKP’ê ne. Ji hêla teşe û rêbazê ve mîna referandûmên siyasî ne, lê ji hêla naverokê ve mirov dikare bibêje ku li ser xeteke leşkerî-siyasî ye. Ev tê çi wateyê? AKP’ê ji bo serdema xwe rêbazeke Dinyalika Nû (New World) bi kar anî; ‘leşkergeriya siyasî’. Yanî leşkeriya di siyasetê de û siyaseta di leşkeriyê de. Binihêrin siyasetmedarên wan mîna leşkeran, leşkerên wan mîna siyasetmedaran tevdigerin. Ev eyan e û kitekitên vê mijarê jî zêde ne.

Hikûmet xweyî kultur e

Erdogan di çarçoveya xizmetguzariya modernîteya kapîtalîst de pergala xwe ya xweser damezirand. Şert û mercên Tirkiyeyê ji vê yekê re guncav bûn. Erdogan û sererkanên wî yên siyasî ji cimaeta Erbakan veqetiyabûn. Yanî wan pişta xwe dabû hev. AKP ji nav Refahê nizilî lê piştî biryara tevlêbûna siyasetê da, yekser pişta xwe da Erbakan û Refahê û ew rexne kirin. Heta radeyekê fehmdarî ye ev. Lê belê ev piştdayîn di nav AKP’ê de û nexasim li ser şexsê Erdogan bû kulturek. Mirov vê yekê çawa bi nav bike jî dibe; bêbextî, xiyanet, pehnlêdan hwd. Em jê re bibêjin ‘piştdayîn’, erê mesûm dixuyê ev peyv, lê plansaziyê di xwe de dihewîne, bêhtir şênber e. Ev kultur di nav hemû rêxistin û yekîneyên girêdayî AKP’ê de pêş ket. Heta, hat û gihîşt merhaleyeke wisa êdî kesî nikaribû xwe jê xelas bikira. Di nav cimaeta AKP’ê de îro yekî ku li dijî şer be, ji rewşa aboriyê û rêveberiyê ne razî be jî nikare fikrên xwe bi lêv bike. Çima? Çimkî AKP û akepeyîbûn bi xwe mekan û hişmendiya piştdayînê, bêbextiyê temsîl dike. Kes newêre –hem ji bo spartinê hem ji bo terkkirinê – pişta xwe bide AKP’ê. Lewra AKP’ê ji bo spartinê pişta xwe dabe kê piştî demekê pehînek lê xistiye. Li ba me du gotin hene ji bo vê rewşê: Yek, ‘dema ku zikê te têr bû çavên te li solên te digerin’. Dudu, ‘tu kêra xwe di sifreya ser nan xwariye de diçikînî’, bê-bex-tî.

Teseliya destên hev dikin

AKP bibedenbûna hemû xerabiyan e. ‘Bav’ê hemû nebaşiyan e. Bêbextî xisleta wî ya bingehîn e û gelek caran navê bêbextiyê jî bi jîrbûnê re tê tevlihevkirin. AKP’ê destê xwe da destê cimaeta FETO’yê, di nav dewletê de dest bi operasyonên leşkerî kir û bi operasyonên Balyoz û Ergenekonê qira birêxistinbûyîna hêzên veşartî û dewleta tarî anî. Têra wî nekir. Dûre destê xwe cardin da van hêzan û cimaeta FETO’yê tune kir.  Ev yek hemû didin nîşan ku AKP çawa tevdigere. Lê nenihêrin ku îro destê Erdogan û Bahçelî di nav hev de ye, qet belî nabe, we dît sibehê destê Erdogan çû qirika Bahçelî bi xwe jî.

Kurd çiraya vê tarîtiyê ne, lê neyse

Lê di navenda van meseleyan hemûyan de kurd hene. Erdogan bi her sê referandûmên di serdema xwe de pergalek ji bo xwe da rûniştandin da ku bêhtir bikaribe bi kurdan re şer bike. Hin kes radibin dibêjin: “Qene be Erdogan cesaret kir ku ji bo meseleya kurd tiştekî bike.” Bi vî awayî Erdogan wêrek û cuda nîşan didin. Nexêr ne wisa ye. Erdogan ji xêra bavê xwe re dest neavêt vê meseleyê û ew ne ew kesê delodîn bû jî. Ji roja ku PKK’ê guleyê ewil ji bo azadbûna Kurdistanê avêt heta niha kî bûbe desthilatdar bila bibe, tim ji xwe re ji bo meseleya kurd çareser bibe bernameyek çêkiriye. Berxwedana newaze ya kurdan û şert û mercên serdemê kir ku AKP neçar bimîne bi kurdan re rûnê. Lê belê kultura AKP’ê ya piştdayînê bînin bîra xwe. Dewlet û hikûmeteke ku di serdema aştiyê de rabe hejmara qerekol û qaleqolên xwe zêde bike, ji hêla artêşî ve xwe pêş bixe û danûstandinên xwe xurt bike helbet dê rojekê pehîna xwe li maseya çareseriyê bixista. Lê divê em vê bilêv bikin dema mirov pişta xwe bide hevalên xwe û bêbextiyê lê bike cuda ye, meriv rabe pişta xwe bide muxatabê xwe yê çareseriya pirsgirêkê cuda ye. Yanî em û AKP û Erdogan tu carî nebûne heval, me hevûdu muxatab girt, lewra pirsgirêk di navbera me de hebû. Yanî ya ku AKP’ê û Erdogan li me kir ne xiyaneta hevalane bû, xiyaneta muxatabane bû.

Etav in ev heyran

Di pêvajoya çareseriyê de siyaseta kurd pêş diket, xurt dibû, li cîhanê vedibû. Li Bakur, Rojava û Başûr geşedanên mezin çêdibûn. Destkeftinên kurdan yên şênber kir ku Kurdistana gewre xwe ji xweliya dewleta tirk ya meftûnkirinê daweşîne. Kurdistan ne muxayel bû êdî. AKP’ê vê carê serî li dek û dolabên nedîtî da. Ecêb in, ji bo şer cardin bidin destpêkirin dikaribûn çend kesan bişînin aliyê Sûriyeyê û ji wir çend guleyan jî biavêtana û pêvajo mêvajo li holê nehiştana. Feraseta AKP’ê feraseta etavan e, êrbet in ev. Dêmeg li benda roja xwe bûne.

Binihêrin Erdogan duh (9’ê tîrmehê) li Amedê xeber da. Tiştên ku Erdogan behs kirin hemû jî bibûn kula ser dilê wî. Kurdan ew yek jê re kiribûn kul. Behsa Kobanê kir duh, Kobanê hê jî jê re bûye kul, behsa ‘em ê te nekin serok’ kir dêmeg ev jê re bûbû kul, behsa pêvajoya çareseriyê kir dêmeg ev jê re bûye kul…Yanî kula Mendo ne kade ne, kurd in. Binihêrin behsa OHALê dikin. Li Kurdistanê OHAL tu carî ranebûye. Piştî pêvajo xera bû û ew OHALa ku hat tetbîqkirin çi bû? Hê jî li gelek deverên Kurdistanê qedexeya derketina derve, zozanan heye. NAv biguhere, an jî ew çiqas bibêjin tune ye jî heye, ma qey hûn hîs nakin? Piştî Bakur jî berê xwe daye Başûr niha.

Rabirdû çawa tê bikaranîn?

Em li vir navberekê bidin û bidomînin. Enzo Traverso di berhema xwe ya navdar Rêbera Bikaranîna Rabirdûyê de, der barê bîra ermanan de gotineke bi vî rengî bi lêv dike: “Bîra ermenan qels ketiye, lewra yê ku wan înkar dike (Tirkiye) xwedî dewletekê ye ku di nav bernameya navneteweyî de tê naskirin û dewletên din li ser navê lihevkirina aborî û jeopolîtîk gelek caran hewl didin ku vê rabirdûyê bi bîr nexin.” Yanî dewleta tirk komkujiya ermenan înkar dike ev yek, dewletên din ên cîhanê ji bo pêwendiyên xwe yên aborî û jeopolîtîk ên bi Tirkiyeyê re xerab nekin behsa vê bîra ermenan nakin û ev jî dudu. Tirkiye û nexasim hikûmeta AKP’ê heta îsal jî ji vê yekê (lihevkirina navneteweyî) cesaretekê werdigirt û berpirsiyariya komkujiyê nedida ser xwe û li xwe danetanî. Lê îsal Amerîkayê bi rêveberiya Jo Biden re diyar kir ku ew komkujiya ermanan nas dikin. Ev yek xêncî gefxwarinekê ne tu tişt e. Amerîkayê ji ser bîra komkujiya ermenan gef li Tirkiyeyê xwar, ka çi bû, çi guherî? Lê belê di heman rojê de, Tirkiyeyê bi Amerîkayê re li hev kir û êrîşên xwe yên li ser gelê kurd dijwartir kir. Tirkiye dewleteke wiha ye, ji bo ji bîra komkujiyekê bibuhire dest bi komkujiyeke din dike. Ya rastî hemû pergalên dewletê wiha ne.

Bîra bîrê, gora kurdan

Niha di dabaşa xeberdanê de Tirkiye heye, feraseta dewletekê, endazyariya civakî ya hikûmeta AKP’ê heye. Erdogan duh li Amedê behsa Zindana Amedê kir û got em ê Zindana Amedê bikin navendeke çandî û wiha dewam kir: “Bi vî awayî em ê bîranîneke xerab ya di bîra Amedê de ji holê rakin.” Ev hevok gelek tiştinan dibêje. Traverso behsa înkara bîra gelekî dike. Durist e înkar dibe sedemê jiholêrakirina bîr û hişmendiyê. Lê di heman demê de înkarkirin dibe sedemê bertek û berxwedanê jî. Cihê ku înkar û çewisandin tune be berxwedan jî pêş nakeve. Lê belê rêbazeke din ya jiholêrakirina bîra gelekî jî guherandin-veguherandina wê bîrê bi xwe ye. Erdogan vê yekê wekî mizgîniyekê dide Amediyan. Dibêje: “Ez ê bîra we biguherînim”. Ev yek mûnasebet e bi îdiyomeke tirkî re: ‘bîra yekî/ê kolan’ (kuyusunu kazmak).  Erdogan dema bîra kurdan a Zindana Amedê biguherîne dê di heman demê de bîra kurdan jî bikole (bîra di vê biwêja tirkî de di kurdî de dibe gor; gora yekî/ê kolan). Baş e sersedemê vê bîranîna xerab kî ye? Yên berî Erdogan in? Erdogan e? Yên pey Erdogan in? Heçku hemû ne.

Zindana Amedê hafizaya gelê kurd e, hafizaya rêxistina azadiyê ye, hafizaya Kurdistanê bi xwe ye. Heke ev bîr veguhere navendeke çandî em ê gelek tiştinan ji dest bidin. Jixwe rêbaza dagirkeriyê ye; kultura te, nirxên te vediguherîne. Sûrên te dikin Toledo, Heskîfên te dikin bendavên seyrangehan, zindanên ku tê de te kuştine dikin navendên çandî! Di van navendan de, dê çi bên pêşkêşkirin gelo? Yan endazyariya tirkkirinê, yan kultura piştdayînê! Teqez berhemên qaşorewşenbîrên mêtinkaran!

Ku jibîrkirin jî ne ya te be

Li gorî Paul Ricoeur pêwendiyeke xurt di navbera bîr û jibîrkirinê de heye. Ricoeur jibîrkirinê mîna mafekî mirovî dinirxîne. Mafê her mirovî heye ji bîr bike. Ev lihevkirinek e di navbera kesan û jiyanê bi xwe de.  Giyanê Nemir, mîna xalekê dayne dawiya van fikrên Ricoeur wiha digot: “Carina ji me dipirsin, dibêjin evqas şehîd hene hûn çawa dikarin bijîn. Em nikarin rûnên û li ser bifikirin. Dema em rûdinên, difikirin û behsê dikin, em nikarin, piştî vê yekê jiyan naherike. Mêjî û dil vê yekê ranake. Min ev ferq kir, divê tu her roj bijî, li ser piyan bî. Ya rast ev e.Tu bi vî awayî hemû barên din ên heyî sivik dikî. Tu bi wê giraniyê najî. Kêliya te ew giranî hîs kir jiyan radiweste.”  Mafê kurdan heye ku hin karesatan ji bîr bikin, an jî qene be taloq bikin. Heke jibîrkirin, taloqkirin an jî şînawêgirêdan çênebe kesayetiyeke melankolîk peyda dibe. Yanî pêşî mirov bi bîr tîne, dû re ji bîr dike. Tiştê ku nehatibe bibîranîn nayê jibîrkirin jî. Divê mirov û civak bikaribin ji bîr bikin û şîna karesatên mezin girê bidin. Divê em bikaribin hin deman hin tiştan ji bîr bikin, lê ev jibîrkirin divê bi vîn û şiyana me bi xwe be. Îro kesên ku li Zindana Amedê îşkence dîtine jî wan rojan her tim bi bîr nayînin. Heke bi bîr bînin dê nikaribin dewam bikin û bijîn. Ev jibîrkirin di çarçoveyeke jiyanî de pêk tê. Lê heke bi zorê bi te bidin jibîrkirin ev dibe kuştina te.

Kuştinek û zindanên gul û çîçekan

Her wiha di navbera bibîranîn û dubarekirinê de jî têkiliyek heye. Erdogan bi vê guherandina xwe ve ne tenê bîra kurdan dişo, di heman demê de faîlên îşkence û zilmê yên wê serdemê jî efû dike. Te dî rewşeke wiha derdikeve holê: “Cihê ku em lê îşkenceyan, zilmê dikin gul û çîçek vedihirmijin.” Ev têkiliya bibîranîn û dubarekirinê ye. Îro hewl didin ku kurd wan rojên reş neyînin bîra xwe. Lê îro heke piçek destkeftinên kurdan li vî welatî hebe bi xêra wan rojên reş û berxwedanê ye. Hikûmeta AKP’ê hewl dide ji bo zilm, îşkence û çewisandina xwe meşrûiyetekê peyda bike. Dixwaze zilm rewa bê dîtin. Çimkî ev pergala îşkence, zilm û tecrîdê bi salan e didome. Dewlet kiryarên xwe yên zilmê, îşkenceyê tim didomîne, nivar dike û pêş dixe. Dubare dike. Di çarçoveyeke dîtir de jî dubarekirin tê wateya jibîrkirinê. Girtîgehên ku duh kurd tê de dihatin kuştin îro bûn mûzexane, yên ku îro kurd tê de zilmê, îşkenceyê dibînin dê bibin mûzexane û navendên çandê…ev dubarekirin dê gelek tiştan bi me bide jibîrkirin. Axir bila ev jî bibe gotina dawî ji bo yên ku di zindanan de îşkenceyan li me kirin, di zindanan de îşkenceyan li me dikin û dê di zindanan de îşkenceyan li me bikin: “Mirovê har bi ser kêra xwe de dikeve.”