26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayika Deniz Poyraz: Hem qetil dikin hem jî nahêlin

Êrîşkarê ku agir bi avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê xist, wezîfedara HDP’ê Denîz Poyraz qetil kir. Girseya ku li ber avahiyê kom bûn dirûşmên “Şehît namirin” berz kirin. Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz jî di nav girseyê de cih girt. Fehîme Poyraz xwest biçe avahiya partiyê, ji hêla polîsan ve hat astengkirin.

Li dijî astengiyê dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz bertekên xwe bi dengekî bilind anî ziman û got: “Rê bidin me ez ê biçim hindûrê partiyê. Kesek nikare min bide sekinandin. Keça min kuştin. Hem qetil dikin hem jî nahêlin. Çi mafê we heye ku hûn keça min qetil dikin. Bila xwedê jî we bikuje. Ez dayik im û mafê min ên axaftinê heye. Kesek nikare dengê min qût bike. Gelê kurd her tim li ser piya ne û dê li ser piyan bin. Denîzek çû, dê bi hezaran Denîz bên.”