8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayika Denîz Poyraz: Keça min tev li karwanê şehîdan bû

Duh êrîşkarekî çekdar êrîş biribû ser avahiya HDP’ê ya li Îzmirê û di encamê de xebatkara partiyê Denîz Poyraz hatibû qetilkirin. Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz û bavê wê Abdullîlah Poyraz têkildarî qetlîama duh bi Ajansa Mezopotamyayê re axivîn.

9 heb zarokên dayika Fehîme hene. Dayika Fehîme dibêje: “Çend sal berê dema ez hatime binçavkirin polîsan jî ev pirs ji min dikirin û digotin ‘Te evqas zarok ji bo çi anîne dinê?’ her wiha dewletê 25 sal berê jî heman pirs ji me dikir. Dû re 3 heb zarokên min girtin, Denîza min jî ji min qut kirin.”

Denîz keça gelê kurd e

Dayika Fehîme got ku gel xwedî li Denîz derket û ev yek anîn ziman: “Li pêş Saziya Bijîşkiya Edlî bi hezaran polîs bi cih kirine. Piştî ku gel xwedî lê derket nikaribûn tiştekî bikin. Gelê me hê jî li wir sekiniye. Min li wê derê jî kir qêrîn. Ez diya yên di girtîgehan de me, diya şehîdan im. Denîz ne tenê keça min bû. Xebatkarê partiya xwe bû. Keça min tev li karwanê şehîdan bû. Şikir serê min bilind e.”

‘Em hê ji vî gelî re deyndar in’ 

Bav Adbullîlah jî der barê şeadeta Denîz de got “Li dijî zilmê bi hezaran Denîz heye” û wiha berdewam kir: “Tu ferqa keça min ji kesên ku bi kîmyasalan hatine kuştin tune ye. Keça min ji Sêvêyan, ji Pakîzeyan cuda nîne. Lokman Bîrlîk bi pey panzêran ve hat kişkişandin. Denîz ji wê cuda nîne. Em çiqas bixebitin jî dê kêm bimîne. Em hê jî ji vî gelî re deyndar in. Em çiqas bedel bidin jî deynê me ji gelê me re naqede. Şehîd şehîdê me hemûyan e. Tekane daxwaza min ji her kesî; em bibin yek. Bila serê gelê Kurd, serê HDP’ê sax be. Heke ji destê wan bê Tayîb û koma wî dê êrîşê hemû Kurdistanê, Sûriye û Iraqê bike. Lê bi berxwedana gelê kurd dê di vê yekê de bi ser nekevin.”