27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêzedersên Kurmancî 3 – Navdêr

Meriv dikare bibêje; her tiştê, tişta ku heye navekî xwe heye. Ew tiştên ku em hest dikin, dibînin û ew tiştên ku em hest nakin û nabînin, her yek xweyî navekî ye. Navê her tiştî heye û em bi alîkariya navan wan tiştan nas dikin û ji hev derdixin.

Nav û navdêr heman tişt in; nav ji bo bikaranîneke giştî ye, lê herçî navdêr e, ew têgeh û termeke rêzimanî ye. Di mijarên rêzimanê de tê bikaranîn.

Hûn dikarin navdêrên kurdî li gorî taybetî û wateyê wiha dabeş bikin:

Li gorî wateyê navdêr dibin du beş: navdêrên şênber û navdêrên razber

Navdêrên Şênber: Em van navdêrên şênber bi pênc lebatên xwe yên sehekê ve hest dikin. Yanî ew navdêrên ku em dibînin, ditehmijin, dibihîsin, bêhn dikin, dipêlin dibin navdêrên şênber. Mînak: dest, pirtûk, derî, kartol…

Navdêrên Razber: Em navdêrên razber bi pênc lebatên xwe yên sehekê hest nakin. Lê meriv ji hebûna wan bawer dayk û bi awayekî din meriv wan hest dike. Mînak: xewn, evîn, başî, hiş, guman..

Li gorî taybetiyan jî navdêr wiha tên dabeşkirin: serenav, hevenav, navdêrên komî,

  1. Serenav: Ew navdêrên ku li rûyê cîhanê tenê ji bo tiştekî tên gotin. Yanî ji wî/wê tenê yek heye û xweser e. Ev navdêr di nav hevok û risteyan de bi tîpa mezin dest pê dikin.

Mînak: Çemê Dicleyê, Çiyayê Sîpanê, Kurdistan, Gola Wanê, Amed, Celadet, Sûsika Simo, Heciyê Cindî….

  1. Hevenav: Ev cure navdêr li ser rûyê dinê gelek in. Taybetiyên wan yên ku wan ji yên din cuda dike tune ne.

Mînak: çem, çiya, gol, welat, deşt, zozan, lênûsk

  1. Navdêrên Komî (Komenav): Navdêrên komenavî komekî destnîşan dikin. Komenav dema qertafên pirjimariyê negirin jî ew ji hêla wateyê ve dîsa bi awayê pirjimar tevdigerin.

Mînak: daristan, malbat, gulistan, gel, xelk, col, kerî, artêş

Me ji aliyê wateyê û taybetiyan ve behsa dabeşkirina navdêran kiribû. Dabeşkirineke din jî li ser zayend, ango cinsiyeta navdêran e. Navdêrên kurdî ji aliyê zayendê ve jî dibin du beş:

  1. Zayenda Biyolojîk: hemû giyanewer, hemû zindiyên li cîhanê xwedî zayendeke bîyolojîk din. Hinek ji wan nêr in, hinek ji wan jî mê ne.
  2. Zayenda Rêzimanî: Di mijarên rêzimanî de, hinek navdêrên ne giyanewer, ango nezindî, nêr in, hinek jî mê ne. Ev mijara zayenda rêzimanî di hemû ziman de tune ye. Di hinek ziman û zaravayan de berê hebûne lê ji holê rabûne. Ser meselê di kurmancî û kirmanckî de zayend heye lê di soranî de zayend ji holê rabûye.