Friday, October 22, 2021

Hilbijartinên Îranê; Beşdarî kêm û encam diyar!

Kakşar Oremar

Îro li Îranê 13’emîn dewreya hilbijartina serokkomariyê li 31 wilayetên Îranê birêve diçe. Heya niha di 12 dewrên bihûrî da kesên jêr bûne bûne serokkomar:

Ebulhesen Benîsedir, Mihemed Elî Recayî, Elî Xaminêyî, Haşim Refsencanî, Mihemed Xatemî, Mehmûd Ehmedî Nejad, Hesen Ruhanî û ji îro pêda jî bêdudilî kesek binavê Îbrahîm Reîsî weke serokkomarê nû cihê Hesen Ruhanî digire.

Ji sala 2017’an û pê de rewşa hilbijartinan li Îranê sal ji salê zêdetir ber bi xerabiyê ve çûye an jî rêjeya beşdariyê kêm bûye. Du balên komara îslamî ya Îranê çend sal in ku bi tena serê xwe berendamên xwe ji karekî wiha re didin diyarkirin. Gel bixwaze an jî nexwaze tenê kesên ku ji hêla meclisa Xubrigan ve têne destnîşankirin, hildibijêrin. Ji ber wê û gelek sedemên din êdî baweriya gel ne bi reformxwaza û ne jî bi muhafizekara maye. Bêhêvitiyeke wisa mezin ku hingî gel wiha qêriya: “Reformxwaz û muhafizekar, êdî hûn gehane dawiya kar.”

Li gor serjimêriyên dawiyê vê carê berevajî salên berê hejmara kesên ku diçine ser sindûqên hilbijartinê ji sedî 42 jî kêmtir e. Hinek jêder vê rêjeyê ji sedî 16 jî kêmtir didin diyarkirin. Li hinek bajarên weke Tehran û Urmiyê ew hejmar ji sedî 25û 55 tê dîtin.

Berevajî salên berê îcar hilbijartin bi awayekî hatine dîzayinkirin an birêxistinkirin ku kesên herî apolîtîk jî dizanin xwedî nasnameyeke formalîte ne. Daxûyaniya dehan çalakvanên siyasî û medenî li Îran û derveyî welat vê rastiyê îspat dikin ku nerazîbûn ji salên berê gelek zêdetir in. Ji dehan bajar û 25 wilayetên Îranê nameyên li jêr navê: “Li dijî hilbijartinên 2021’an boykot û yek dengî” di tûrên civakî da hatine belavkirin. Di nava wan de malbatên ku di demonstrationên 2-3 sal berê da kur û keçên xwe ji dest dan, bi îsrar dixwazin ku gel dengê “Ne, deng nadim, deng bêdeng, ne ji komara îslamî re” di hilbijartinên vê carê da bikar bînin.

Di temenê heşt salên serokkomariya Hesen Ruhanî de rewşa jiyana xelkê kete asta xwe ya herî xwarê. Xêze ber bi sinorê sor zêdetir û berfirehtir bû. Dewleta wî nekarî di çaresekirina pirsgirêkên herî sade û normal jî karekî bike. Hesen Ruhanî hemû soz û qirarên ku di hilbijartinan da dabûn gel, ji bîr kirin. Bi taybetî jî dema ku li Kurdistanê bû û sozên mezin û dilxweşkerane yên weke çareserkirina pirsa bêkariyê û kuştina kolbera ji holê rake.

Di roja îro anku rojên dawiya desthilata xwe de jî wî heta nekarî agirê ku daristanên çiyayên Zagros dişewtîne, kontrol bike. Sirûşta welat di hest salên bihûrî da rastî ziyanên herî mezin û kambax hatiye. Pirsa kêmaviyê êdî bûye sedem ku şerê di navbera herêm û gundiyan de zengila metirsiyê bide lêxistin. Pêre jî jînegeparêzên kurd û herêmên din yên Îranê jî têne girtin, kuştin û kolberên ku ji bo pariyekî nanê rojê xwe li av û agira didin, têne kuştin. Binpêkirina mafên mirovan li her dera welat û bi taybetî jî li Kurdistanê berdewam in.

Çend taybetmendiyên hilbijartinê 2021’an

Di hilbijartinên vê carê yên li Îranê çend taybetmendî hene ku ji salên berê cuda ne:

– Komeke biçûk dixwaze bi her qîmetekê daxwazên xwe li ser piraniya çînên civakê ferz bikin.

– Di bin serkêşiya rêberê olî yên sîstema Wilayeta Feqî Seyîd Elî Xaminêyî da muhafizekar hemû hewlên xwe didin ku dengê wan neyê şikandin û parvekirin.

– Vê carê dengê reformxwaza weke salên berê bihêz nîne û piraniya kesên ku xwe weke namzed dabûn diyarkirin ji hêla şiwra bilind a bi navê Meclisa Xobrigan hatin redkirin. Ev pêngav bû sedem ku ew jî weke dijberên mûhafizekaran pilan û projên xwe yên serokkomariyê nedin diyarkirin.

– Xaminêyî bi îsrar dibêje: “Gere gel di hilbijartinan de beşdariyê bikin, çimkî hebûn û mayîna sîstema îslamî bi vê yekê ve girêdayî ye.” Dengê ku kes pêşwaziyê jê nake.

– Dengdana vê carê dûr ji hevrikiyê û saxlem nîn e.

– Di dema bang û propagandeyên vê carê da piraniya çînên civakê bi eşkerahî dijberiya xwe a ji bo dengdayînê dane diyar kirin. Ew bi dengekî bilind li dijî Îbrahîm Reîsî û kiyarên wî yên salên berê di kuştina girtiyên siyasî da diaxivin. Li ser vê rastiyê belgeyên têr û tejî jî pêşkêşên muxatebên xwe dikin.

– Kirîza siyasî a vê carê li pey bidawîhatina hilbijartina dikare dîsa bibe sedema kuştin û girtina gelek kesan. Çimkî Îbrahîm Reîsî di karekî wiha da bispor û mirovekî dilreq e.

– Di nava berendamên serokkomariyê da jin tunene lê di nava kesên ji bo encûmena birêveberiya bajaran de tevî ku piranî mêrin lê namzedên jin jî hene.

– Li ber çavnegirtin, binpêkirin a jî ji bîrkirina yasa û zagûnên ku nasnameya dewletek komarî radixin ber çavan, ticarê weke vê carê nayên dîtin.

– Hemû heft berendamên serokkomariyê ku di salên berê da jî berpisên saziyên rejîma Îranê a îslamî ne di birêveberiya xwe de serkeftî nebûne. Ji ber vê yekê jî gel pirseke wiha dipirse: “Salên berê di karê xwe yê birêveberiya saziyên weke bang û îdarên din yên dewletê da we çi gûherandin çêkirine an jî çiqas bûne bersiv ji daxwazên gel re ku xwe dikin berendam bo serokkomariyê?”

– Ji mehekê û şûnde atmosferê siyasî bêtir ji her carê li Îranê reng û nasnameya xwe ya antîdemokratîk daye xûyanîkirin. Gelek rojnameger, nivîskar, rewşenbîr û berpirsên saziyên civakî-siyasî û ragihandinê hatine hişyarkirin û carnan jî gef li wan kirine.

– Îbrahîm Reîsî dema ku bibe serokkomar jî yê ji ber kiryarên xwe yên kuştina dijberên rejîmê nikarîbe wiha rihet ji welatê xwe derkeve. Ew yek ji birêveberên kuştina dijberên komara îslamî li havîna sala 1988an e ku li mjêr navê” heyetê merg” destûra îdam û golebaran kirina hezaran kes ji endamên rêxitinên weke: Mucahidînê Xelq, HDK.Îran, hizba Tudeh û Çirîkên Fedayî bû.

– Sernegirtin an jî bêencamiya hevdîtinên Wien di navbera Îranî, Amerîka û welatên Ewropa da xwedî bandoreke mezine ku xelk hilbijartinên vê carê boykot bikin.

Hilbijartinên şiwr û encûmena bajar û herêman

Li rex hilbijartinên serokkomariyê her wiha hilbijartinên endamên birêveberên bajar an jî encûmena bajar û gundan jî têne birêvebirin. Ev jî bûye sebeb ku li hinek bajar û herêman rêjeya dengdayînê zêdetir be. Sedema vê yekê jî ewe ku li gelek bajaran çend komên etnîkî li kêleka hev dijîn.

Li wilayeta Urmiyê ku zêdetir ji sedî 72 xwedî rûniştivanên kurd e, hevrikiyeke mezin li bajarên weke Maku, Xoy, Urmiye, Selmas û Neqedê ji bo şandina nûnerên şiwira bajar hene. Di salên berê kurdên wan herêm û bajaran her tim gilî û rexne li ser beşdarî nekirina wan di birêveberiya kar, avedanî û çalakiyên herêm, gund û bajaran da hebûne. Kurd tim ji hêla azerî û desthilata navendî ve ji hêla siyasî, mezhebî û etnîkî ve hatine îzolekirin. Bi awayekî ku kurd ji ber sedemên jêr xwe weke hemşehiriyên derece yê li Îranê dibînin:

– Ti mafekî wan yê hilbijartin û xebatên siyasî tune!

– Hebûn û jiyana wan bêqîmete dema ku di bajarekî weke Urmiyê da nûnerekî wan di parlimanê da nîne û ji 11 kesên di encumena bajar te çar kesên kurd jî nikarin bi azadî daxwaz û pirsgirêkên civaka xwe beyan bikin!

– Her kes û nakesek dikare mafê wan binpê bike, li çiya û sinorên destçêkirî di navbera bakur, başur û rojhilat da mafê jiyanê ji wan bistînin.

– Kurdbûn bûye sedem ku gelek caran diz û gendelên şaredarî û encûmena bajar sivkatiyê bi dîrok û rêberên doza Kurdistanê bikin.

Kurd yê li pênc wilayetên rojhilatê Kurdistanê yên bi serjev de hilbijartinan boykot bikin lê li hinek deran ji ber sedem jor yê tenê di hilbijartinên encûmen û shiwara bajaran de beşdar bibin.

Hilbijartina Îbrahîm Reîsî û xapandkarî

Ji 82 milyon nifûsa hemû Îranê zêdetirî 59 milyon kes dikarin dengê xwe ji hilbijartina serokkomar, dewra şeşê a şiwrên îslamî yên bajar û gundan bikar bînin. Vê carê ji ber gendelî û fesada îdarî û malî, zêdebîna girtiyên siyasî, bêkarî li wilayetên Kurdistan û Sîstan-Belûçistanê, serhildanên 2017-18’an, dorpêçên aborî-siyasî yên Amerîka, krîza aborî, nebûna azadiyên siyasî di warê nivîsîn û beyankirina ramanê û ji vana tevan jî girîngtir binpêkirina mafê mirivan û veşartina rastiyan di dema têkşikandina balafira Ukrayînê da bûne sedem ku ji hêla gelek çînên civakê li hindir û derveyî Îranê kempîna deng nedayînê bêne birêvebirin. Karê ku heta Elî Xaminyên jî li dij derketiye û gelek şepirze daxûyaniya dide.

Vê carê sê kesên: Seîd Xelîlî, Elîriza Zakanî û Mihsin Mêhelîzadê xwe paşde kişandine û çar kesên din: Îbrahîm Reîsî, Ebdulnasir Himetî, Seyîd Emîr Husên Qazîzadê Haşimî û Mihsin Rizayî yê di qada hilbijartinê da bimînin.

Vê carê jî weke 12 car hilbijartinên berê bendewarî ew e nîne ku di qada hilbijartinan de reng û rûyê demokrasiyê a xwedî sîtemeke totalîte li Îranê bê dîtin, lê guman têda nîne ku ji berê da Îbrahîm Reîsî ji hêla Xaminyî û muhafuzekaran ve hatiye hilbijartin. Îcar ez fam nakim hilbikartinên îro di rewşekê da ku xelk birçî û têhnî ne çima û bi kîjan prensîbên exlaqê siyasî têne encam dayîn.