spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikan laçika spî diyarî Fehîme Poyraz kirin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, dayika Denîz Poyraz  Fehîme Poyraz û şandeya bi wan re, serdana Dayikên Aştiyê yên Amedê kirin. Dayikên Aştiyê laçika spî diyarî Fehîme Poyraz kirin û xwestin di nav Dayikên Aştiyê yê Îzmîrê de cih bigire.

Li ser navê Dayikên Aştiyê Nafîye Yîgît, laçika spî diyarî Fehîme Poyraz kir. Nafîye bal kişand ser wateya laçika spî û wiha axivî: “Wateya laçika spî gelek bi qîmet e. Êşa dayikan yek reng e. Em tenê dayik ji êşa dilê hevdu fêm dikin. Em hêvî û bang dikin ku êdî ev xwîn bes bê rijandin û aştî bê vî welatî. Bila êdî bes kezeba dayikan bişewite.”

Fehîme Poyraz jî spasîya xwe ji bo diyariyê kir û silava Dayikên Aştiyê yê Îzmirê anî ziman. Fehîme laçika spî da serê xwe û wiha û got: “Gelek spas dikim ku we min layiqê vê laçika spî dît. Êşa me hemû dayikan heman êş e. Wê heya mirinê ev laçik li serê min be. Rêya wan rêya me ye. Serkeftina wan serkeftina me ye.”

Berdevka Dayikên Aştiyê Havva Kiran jî li ser navê tevahî dayikan Fehîme slav kir û wiha got: “Bi taybetî em slavên xwe ji Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê re pêşkeş dikin. Bila serkeftin soz û doza me be. Ji bo dayikan tişta herî pîroz zarokên wan in û îro zarokên wan tên kuştin. Em êşa dayika Fehîme parve dikin û qetilkirina Denîz şermezar dikin. Em dixwazin Dayika Fehîme di nav Dayikên Aştiyê yê  Îzmîrê de cih bigire.”