26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sweeney: Gelek belge hene ku Tirkiyeyê çekên kimyawî bikar anîye

Rojnamevanê navdar ê Inglîz Steve Sweeney diyar kir, li gorî lêkolînên ku wî di serdana xwe ya li başûrê Kurdistanê kirin de, ew gihişt gelek belgeyan ku Tirkiyeyê çekên kimyewî bikaraniye. Sweeney da zanîn bandora van çekan a li ser xweza û laşê mirovan belgeyên cidî yên bikaranîna çekên kimyewî ne.

Aktivîst û Lêkolînvan Connor Hayes, ji bo Rojnews’ê bi Edîtorê Rojnameya Morning Star û Endamê Sendikaya Rojnamevanên Netewî ya Brîtanyayê Steve Sweeney re hevpeyvînek kir. Steve di hevpeyvînê de li ser seredana xwe ya ji bo başûrê Kurdistanê û encama lêkolînên wî yên li ser bikaranîna çekên kimyewî ku Tirktiyeyê ji 23’yê nîsana 2021’an ve li ser gerîla bikartîne axivî.

 Sweeney: Gelek belge hene

Sweeney diyar kir ku gelek belgeyên ku Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê çekên kimyawî bikaraniye heye û wiha got: “Belgeya vê ya herî giring şopên li ser bedena wan kesên ku rastî çekên kimyayî hatine ye. Ji bilî şopên li ser bedena mirovan, gelek şopên çekên kimyewî ku bandorek berbiçav li ser coxrafiya deverê jî kiriye hene.”

Sweeney, bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û saziyên navdewletî ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê kirin rexne kir û wiha bi dawî kir: “Divê bi lez komisyonek navnetewî ya çavdêriyê were avakirin û li başûrê Kurdistanê li wan cihên ku dewleta Tirk çekên kimyawî bikaraniye lêkolîn bide destpêkirin.”