6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê dîsa hatin destgîrkirin

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan dîsa li Qada Galatasarayê hatin destgîrkirin

Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayên wan zelal bibe û kujer bên darizandin û cezakirin, xwestin di hefteya 950’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. 9 hefte ye polîs tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku ji bo Dayikên Şemiyê daye jî lê çalakiyê asteng dikin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Burcugul Çubuk û Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Pîroglû jî piştgirî dan çalakiyê.

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan bi gulên di destên xwe de li cadeya Îstîklalê ber bi Qadê ve meşiyan. Polîsan li Qadê dayikan û parêzvanên mafên mirovan dorpêç kirin.

Polîsan vê hefteyê jî maça Lîga Şampiyonan a UEFA’yê kirin hincet, destûr nedan çalakî û daxuyaniyê.

Ji xizmên windayan Masîde Ocak di nava dorpêçê de bertek nîşanî polîsan û qedexeyê da û got: “Vê hefteyê jî bi hinceta maçê çalakiya me asteng kirin. Em ê qasek din werin destgîrkirin. Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe bernedin.”

20 kes hatin binçavkirin

Polîsan rojnamegeran ji dorpêçê dûr kir û Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de 20 kes destgîr kirin.

Welatiyek nêzî qadê bertek nîşanî destgîrkirinê da û got: “Dayikên Şemiyê 28 sal in li vir li aqûbeta zarokên xwe dipirsin. 9 hefte ne, tên destgîrkirin. Tenê edaletê dixwazin.” Paşê polîsan li vî welatiyî da û ew jî destgîr kirin.

ÎHD’a Stenbolê diyar kir ev kes hatine destgîrkirim: Besna Tosun, Maside Ocak, Hasan Karakoç, Merîç Eyuboglû, Cuneyt Yilmaz, Leman Yurtsever, Alî Tosûn, Alî Ocak, Selvî Gulmez, Hanîfe Yildiz, Mîkaîl Kirbayir, Îrfan Bîlgîn, Hunkar Yûrtsever, Sebla Arcan, Hatîce Korkmaz, Îsmaîl Yucel, Meryem Bars, Îkbal Eren, Mukaddes Şamîloglû, Aylîn Tekîner.