5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15’an

Hejmara kesên li navçeya Cizîrê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin gihişte 15'an.

Li taxa Cudî û Nurê yê girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê duh tîmên taybet ên polîsan bi ser gelek malan de girtin. Polîsan serê vê sibê jî bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navê Abîdîn Kuçuk, Îbrahîm Şahna, Remzî Dadak, Nasir Şahna, Bezrihan Dadak, Salîh Bekiroglû, Sinan Dalmiş, Mehmet Çagdavûl, Metîn Ecevît, Ridvan Şahnaz, Serkan Çagli, Rûken Acet, Melîke Dûran, Muhlîs Dalmiş û Hasan Dadak hatin binçavkirin.

Kesên ku hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê tên ragirtin. Sedemê binçavkirinan nehat zanîn. Tê payîn ku li navçeyê hejmara binçavan zêdetir bibe.