9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Îranê malbatên çalakvanên hatibûn qetilkirin, revand!

Dema malbatên kesên di serhildana ‘Jin, jiyan û azadî’ de hatibûn qetilkirin ji Seqizê vedigeriyan, hêzên Îranê malbat revandin.

Malbatên kesên ku di serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatibûn qetilkirin, li dijî xirakirina goristanên wan, çalakî li dar xistin. Hat diyarkirin di 9’ê Hezîranê de malbat dema ji Seqizê vedigeriyan ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin û malbat birine cihekî ne diyar.

Nasnameya beşek ji kesên hatine revandin wiha ye:

Şerîfe Mirzayî ya dayika Ramîn Hesên ê girtiyê siyasî ku hat darvekirin, Kuhsar Minberî, Han û Baran Minberî û xuşk û birayên Peyman Minber, Haşim Seidî bavê Sarina Seidî, Mîda Nasrî, Abdurehman Nasrî û Limuyî Nasrî yên malbata Metin Nasrî, Hesen Emînî birayê Mihemed Emînî li gel dayîk û endamên din yên malbatê, Sedîq Behmeniyî bavê Şaho Behmenî li gel malbata xwe, Heyat dayika Muimin Zendekerimî li gel malbata xwe, Kiya û Buna Muradî û Ehmed Rehîmî Bawkî û bi dehan kesên din hatine girtin. Hê jî aqûneta malbatan ne diyar e.