27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCK: Hûseyîn Arasan bi hevkariya MÎT-Parastinê hate qetilkirin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku Huseyîn Arasan bi hevkariya MÎT-Parastinê hatiye qetilkirin û bang li gelê Kurdistanê kir ku bi xurtî xwedî li Huseyîn Arasan derkevin û hate gotin; “Em ê hesab bipirsin.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê got, “Di 9’ê hezîranê de li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê kedkarê gelê me û têkoşîna me Huseyîn Arasan bi plana hevpar a rêxistina terorê dijminê kurdan MÎT-Parastin hate qetilkirin.”

Di daxuyaniya KCK’ê de hat gotin, “Endamên Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ku li bajarê Silêmaniyeyê ji aliyê welatparêz û şoreşgerên ji bakurê Kurdistanê yên ji zilm û zordariya dewleta tirk rizgar bûne û li bajarên cuda yên başûrê Kurdistanê dijiyan ve hat avakirin, ev demeke dirêj e bi gefeke sîstematîk re rû bi rû ne. Hikumet û hêzên ewlekariya herêmê yên ku ji parastina van welatparêzên ku di riya azadiya gelê kurd de berdêl dane û ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatine cezakirin, mixabin heta îro jî berpirsyariyên xwe bi cih neanîne.”

Di daxuyaniya ku hate gotin, “Bi taybetî saziyên weke Parastin û hwd. yên girêdayî PDK’ê di pozisyona rêxistinkirin û rêvebirina sereke de yên komkujiyên bi vî rengî ne” û ev xal hatin destnîşan kirin, “Bajarê Hewlêr bûye stargeha biewle ji bo hemû kujerên kurdan. Hemû kujerên ku li bajarên din kuştinan dikin, bêhna xwe li Hewlêrê digirin. Heta niha tu kujerê ku reviyaye Hewlêrê nehatiye girtin. Ev rewş jî bi tena serê xwe rola PDK’ê ya di komkujiyan de derdixe holê. Dijminatiya herî dijwar a li kurdbûna azad û welatparêziya Kurdistanê ji aliyê PDK’ê û sîxur-hevkarên wê ve tê kirin. Ev xayinên ku ji aliyê KDP’ê ve bi sazî tên organîzekirin û dikin xizmeta MÎT’ê, gelê me yê bi rûmet û kedkarên gelê me dikin hedef û şehîd dikin. Derfeta MÎT’ê bi tena serê xwe nîn e ku sîxuran li başûrê Kurdistanê bi rêxistin bike. Her wiha aşkera ye ku bêyî alîkariya PDK-Parastin nikare gavekê jî bavêje. PDK’ê ne tenê şexsan ji bo MÎT’ê weke sîxur bi rêxistin dike, carinan malbatan jî dike xizmeta MÎT’ê. Amadekariya tevgera me a li hemberî kes û malbatên wisa heye û agahiya me jî heye û dê tedbîrên pêwîst bêne girtin. Navenda duyemîn a di komkujiyên terorîst ên li dijî gelê me tê bikaranîn, rêxistina Eniya Tirkmen a li Kerkûkê ye. Ev avahiya ku bûye navendeke ku karê qirêj ê dewleta tirk a dagirker lê tê birêxistinkirin, di bin çavdêriya Iraqê de tê bikaranîn. MÎT’ê bi riya van komên çete hema hema bargehên xwe li Kerkûkê ava kirine. Em saziyên pêwendîdar ên Iraqê ji bo vê tora sîxur-terorîst hişyar dikin. Em bang li welatiyên Iraqê dikin ku xwe ji pêkanîna tawana sîxuriyê ya dewletên derve dûr bigirin. Em diyar dikin ku li hemberî kiryarên sîxurî û terorê yên li ser navê dewleta tirk li dijî gel û hêzên me tên kirin, em ê bibin xwedî bersiv.

Herî dawî jî em dixwazin bang li hêzên başûrê Kurdistanê ku ne di bin kontrola dewleta tirk a dagirker de û berteka têrker jî raber nakin, bikin. Bi biryarên ku berî 100 salan li hemberî gelê me hatî girtin, pêvajoya qirkirinê ya dîrokî hat zêdekirin. Em di sala 100’emîn a peymana qirkirinê ya Lozanê de ne. Têkildarî yekîtiya kurd û azadiya Kurdistanê nîqaşên zêde hene. Li Başûrê Kurdistanê ku xwedî statu ye, gelek şoreşger, rewşenbîr û welatparên bakurî, rojavayî, rojhilatî û başûrî bi hevkariya dewleta tirk û PDK’ê hatin şehîdkirin. Me gelek caran bang kir ku pêşî li van komkujiya were girtin. Taziyên dostane ji parçebûna Kurdistanê re çare nîn e. Kar û xebatên terorane yên Parastinê jî nasekine ku hevkarê dewleta tirk e. Başûrê Kurdistanê herêmeke me ye ku xwedî statu ye. Piştî êrîşên bi vî rengî jî em man bendê ku komkujî bên ronîkirin. Mixabin me dît ku hewldana têrker nîn e û encam nayê girtin. Di vir de divê em stratejiya PDK’ê ya parastina terorîst û kujeran jî diyar bikin. Car din em bang li partiyên kurdî, saziyên demokratîk û saziyên ewlehiyê yên ku serî li ber şantajên dewleta tirk a dagirker natewînin, dikin: Li dijî qetilkirina welatparêzên kurd bibin xwedî helwest û tedbîr bigirin. Ne piştî ku komkujî qewimîn, beriya wê bikevin tevgerê. Eger ev komkujî dewam bikin, parastina gelê me û girtina tedbîran, wê bibe wezîfeya me ya herî bingehîn.

Li ser vê bingehê em li ber bîranîna hevrêyê xwe yê hêja Şehîd Huseyîn Arasan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û dixwazin diyar bikin ku em ê hesabê ji navendên dagirker û terorê ku komkujî pêk anîn, bipirsin. Em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku xwedî li şehîd Huseyîn Arasan derbikevin û li dijî dewleta tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê bibin xwedî helwest.”