spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dê çalakiyên azadiya Rêber Ocalan bidomin’

Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan anî ziman ku helwesta CPT siyasî ye û nayê qebûlkirin û wiha axivî: “Rêber Ocalan bawerî û zanîn daye her kesî. Ji ber vê em ê çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo bi rêbazên cuda bidomin.”

Heyeta CPT di 13-21’ê Sibatê de hat Tirkiyeyê. Heyeta CPT bêyî ku biçe Îmraliyê û rapor bigire ji Tirkiyeyê vegeriya. Li dijî vê helwesta CPT nêzî 500 jin di pêşengiya TJK-E’yê de li pêş CPT çalakî li dar xist.

Têkildarî helwesta CPT û armanca çalakiyê berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan ji rojnameya me re axivî. Kaplan diyar kir ku di 10’ê cotmeha 2023’an de bi tevlêbûna 3 sendîqayên mezin ên Îngilistan, Îtalya û sendîkayên Afrîqayê li Strasbûrgê bi gel nûnerên saziyên civakî û kesayetiyên navdar ji bo azadiya Rêber Ocalan dest bi hamleyê kirin û wiha got: “Em wekî tevgera jinên azad jî li vê pêngavê xwedî derdikevin. Ji bo ku ev pêngav bi serkeftî encam bibe me mîsyonek li xwe bar kiriye. Rêber Ocalan rol, misyon, bawerî û xweşikahiyek daye jinên kurd. Felsefe û paradigmaya Birêz Ocalan hem ji bo guhertin û veguhertina tevgera jinên kurd û hem ji bo avakirina civaka kurd rolek daye jinên kurd. Ji ber vê yekê em xwe berpirsiyar dibînin. Ji bo ev hamle bi ser bikeve û Rêber Ocalan bigihêje azadiya fizîkî, em ê çalakî û xebatên xwe li ser vî esasî pêş bixin. Ji ber ku pergala tecrîd û îzolasyonê îşkence ye ev pêngav pir girîng e. Bi vê tecrîda ku di giravek ji gelê kurd dûr armanc dike ku gelê kurd teslîm bigirin û qirkirina siyasî û civakî pêk bînin.”

Berxwedana Îmraliyê ya me ye

Berdevka TJK-E’yê Kaplan anî ziman ku bi taybetî piştî dîlgirtina 15’ê sibatê, Rêber Ocalan li Îmraliyê her tim li ber xwe daye û tu carî li dijî vê îşkence û pergalê serî netewandiye û wiha axivî: “Berxwedana li Îmraliyê berxwedana me ye jî. Ji ber vê yekê em van polîtîkayên qirêj û lîstikên qirêj ên komkujiya kurdan tu carî qebûl nakin. Ev pêngava ku hatiye destpêkirin, redkirina vê politikaya tecrîd û komkujiyê ye. Ev pêngav bersiva polîtîkayên qirêj a tecrîdê ye.”

  Em helwesta CPT qebûl nakin

Kaplan da zanîn ku bi salan e li hemberî CPT bendewariyek heye û got: “Ji bo vê yekê çalakî tên lidarxistin. Armanc û çarçoveya avakirina CPT diyar e.  Divê CPT li gorî vê çarçoveyê xebatên xwe pêş bixe. Em bi dewleta ku hemû mafên hiqûqî, zagonî, mirovî û demokratîk binpê dike re rû bi rû ne. Tirkiye hemû peymanên gerdûnî îmze kiriye. Lê li gorî wan tev nagere. Her çendî Tirkiye xwe demokratîk bibîne jî, bi tecrîd û izolasyona li ser Rêber Ocalan îşkenceyê li Ocalan dike. CPT saziya pêşîlêgirtina îşkenceyê ye. Lê li şûna erka xwe pêk bîne xwe ji wijdanê welatên Ewropa û Konseya Ewropa re hiştiye. Ev helwesta CPT bi tu awayî nayê qebûlkirin. Saziyek wisa divê bi temamî xwe ji siyasetê dûr bixe. Lê em dibînin ku xwe ji siyasetê dûr naxe. Armanca çalakiya ku me di 27’ê Sibatê de li pêş CPT pêk anî ew bû ku em dengê Rêberê xwe bibihîzin. Em vê helwesta CPT qebûl nakin. Zêdeyî 3 sal in parêzer û malbat nikarin biçin Îmraliyê. Girtiyên li Îmraliyê girtiyên siyasî ne. Divê mafên wan ên zagonî yên hevdîtina bi malbat û parêzeran re bê parastin. Armanca vê çalakiya me em erk û berpirsiyariya CPT bînin bîra wan. Divê bil ez CPT erka xwe pêk bîne û Konseya Ewropa CPT têke nava karê wê yê esasî. Divê ji siyasetê dûr bixe û li gorî pîvanên gerdûnî tev bigere. Ji ber vê yekê me li pêş CPT’yê çalakî pêk anî. Çûna CPT a Tirkiyeyê û neçûna Îmraliyê qet nayê qebûlkirin. Divê dest ji berjewendiyên xwe berde û dawî li şerê li Rojhilata Navîn bîne. Ev jî bi diyalogê pêş dikve. Heta hevdîtin bi Rêber Ocalan re pêş bikeve çalakiyên me bi vî rengî bidomin. Çalakiyên me heta azadiya fizikî ya Rêber Ocalan dê bi reng û rêbazên cuda bidomin.”

Ayten destnîşan kir ku têkoşîna wan dê bi pêngavek din bidome û wiha lê zêde kir: “Em ê bi israr ji bo danasîna fikrên Rêber Apo, ji bo fikrên Rêber Apo bi gelan re parve bikin. Em konferans, panel û çalakiyên cuda li dar dixin. Almanya li dijî polîtîkayên komkujiyê yên ku Tirkiye li ser gelê kurd ferz dike bêdeng dimîne û hevkariya Tirkiyeyê dike. Daxwaza gelê kurd ditepisîne. Ev hemû bi polîtîkayên tecrîdê ve girêdayî ne. Tecrîd, qedexe, qirkirin û înkara kurdan hemû bi hev ve girêdayî ne. Em dixwazin bi çalakiyên xwe gelên herêmê hişyar bikin ku dewletên Ewropayê hevkarên komploya 15’ê Sibatê û hevkarê tecrîdê ne. Li aliyekî em dixwazin siyaseta dewletên hevkarên Tirkiyeyê rexne bikin, li aliyê din em dixwazin fikr û felsefeya Rêber Ocalan bidin naskirin. Em dixwazin gelê Alman û Fransayê polîtîkayên dewletên xwe teşîr bikin û li dijî wê derkevin. Di vê çarçoveyê de em ê rojên xwendinê berdewam bikin. Rojên danasîna pirtûkên Rêber Ocalan pêk bînin.”

Kaplan, destnîşan kir ku kesên paradigmaya Rêber Ocalan nas kirin û qebûl dikin, eleqeya wan a li hemberî Rêber Ocalan zêde ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yên ku jinên kurd li Rojava nas kirin, yên ku paradigmaya Rêber Ocalan nas kirin bêtir ketin nava tifaqên nû. Bi taybetî li dora felsefeya Jin Jiyan Azadî torekê ava dikin. Gelek rêxistinên jinan li dora vê felsefeyê kom dibin û li ser rewşa Rêber Ocalan diaxivin. Ji bo azadiya Ocalan gelek çalakiyên cuda û hevpar pêş dixin. Jiyanek cuda bi yekitiya reng ê hêzên cuda yên jinan pêk tê.”