6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di tevgera jinên kurd de berxwedan

Zanista jinan ‘jîneolojiyê’ dîroka jinan ji nû ve derxiste holê û zanebûna xwe jî da îspatkirin.

Di tevgera azadiya gelê kurd de rol û mîsyona jina kurd heta roja me ya îro di nav çar parçê Kurdistanê û hemû cîhanê de jî bûye model û di nav cîwarên mêrane û şer de li gor van şert û mercên dijwar jî xwe daye îspatkirin.

Di çaxên reş ên Ewropayê de ji bo mafê mûçeyên wekhev bi mêran re yan di zewac û bikaranîna rayan û kar û barên wekhev de femînîzm pêl bi pêl berbelav bû. Di wan têkoşînan de tev li destkeftinan jî berdêlên giran hat dayîn. Di çaxê avakirina komara tirkî de jinên tirk ên  femînîst jinên kurdan weke yên ku divê bêne perwerdekirin û negihiştî, yên ku bi zimanê tirkî nizanin,  jinên ku bêkontrol zêde dibin û xwe ji vê zêdebûnê (çêkirina zarokan) nizanin biparêzin û weke jinên netewperwer dihatine dîtin. Jinên kurd jî xwe ji ber van nêzîkatiyên elîtîst, ji xwe razî û ku tenê  bêpratîk di teoriyê de dimînin di nav jinên tirk an gelên din yên serdest nedidîtin. Yanî di salên ewil ên komarê de ‘mîsyona’ mîsyoneriyê berdewam kir û ‘femînîst’ ên ku di vê serdemê de xebatên xwe domandin, guh nedan azadiya gelê kurd.

Femînîstên tirk ên nivîskar an jî pispor bi hincetên ku tenê di teoriyê de dimînin ev gotinên wisa derdixistin pêş. Helbet mirov nikare femînîstên ku bi empatî û ji hestên kolonyalîstiya qewmê xwe dûr tiştan an tevgera jinên kurd diparêze piştçav bike. Ji salên 90’î de ev têkîliya jinên kurd û tirk ku nehate dayîn bi vî rengî bû, yanî di polîtîkbûna jinên kurd de gelek dînamîkên weke hişmendiya çep-sosyalîst, têkoşîna nasnameyî, şîdeta dewletê, pêkhateya civakî ya kurd a ku bi kodên baviksalarî hatiye diyarkirin, rê nade takekesîkirin û azadiya jinan. Di vê astê de mirov dikare bêje jinên kurd li gel tundiya dewletê li hember pişaftina hemzayenda xwe jî li berxwe da ye.

Di wan demên 90’î de jinên kurd û tirk di sala 1996’an de bi civînekê li hember şer parastina aştiyê digihine hev û di vê civînê de vê li ser hêstên dayikbûnê ku ji bo bav, law û keçên xwe biparêzin disekinin. Hema di heman demê de jî dibêjine ev nêzîkatî jî nêzîkatiyek netewperweriye û şer ji bo her kesî dijwar e. Wekî din ev civîn yekem car bi du zimanan, tirkî û kurdî pêk tê. Ev jî taybetmendiyek din a civînê ye. Paşî yek ji mînaka vê hat avakirin; Dayikên Şemiyê ku li zar, bav û xwediyên xwe yî ku kujerên wan diyar lê nayin diyarkirin û hesap nayê pirsîn berxwedanek bi rêxistînî hat destpêkirin. Hîn jî li gor hemû astengî û tundiyan jî, dest ji doza xwe û pirsa zar, bav û xwediyên xwe yî ku bi awayek meçhûl hatine kuştin bernadin.

Di salên 90’î ku jinên kurd bi pratîka jinên mîna Rehşan Demîrel û Zekiye Alkanan ku li hember zordestî û astengiya li hember berxwedanê, yanî Newrozê bi awayek bêtirs û bi biryar bedenê xwe kirin Newrozê pêngav û cegerek bêsînor da jinên kurd ku serî li tundiya feodalîte ya nîjada xwe û ya serdest netewînin dan destpêkirin. Mirov nikare netewperweriya berxwedana Leyla Qasiman ku bû mînak jî deyne aliyekê. Wekî din di siyasetê de tundî û astengiyên mêrperest  bi her hawî hat domandin jin her gav li paş mêran weke kesên nezan û ya ku cidî neyê girtin hat dîtin. Ev zihniyet heta roja me ya îro jî mixabin didome. Hê jî di pratîk û zîhniyeta qebûlkirina pergala hevserokatiyê ji aliyê hin kesan ve nehatiye qebûlkirin. Di van hilbijartinên dawî de me gotinên weke “Ma li wî bajarî mêr tunebûn qey?” pir dîtin. Mînakên weke Leyla Zana ku di hebûna kurd û kurdewariyê israr kire bû hebûn. Mînakên roja îro jî Gultan Kişanak, Sebahat Tuncelê ku niha dîl girtîne û Aysel Tûglûk a ku yekem pergala hevserokatiyê ji wê destpê kir. Jinên kurd di nav hemû şerên civakê de li hemberî pergala baviksalarî a despot ku wê li her gavê zeîf an biçûk dibînê pêl bi pêl hebûna xwe, birêxistinbûyîna xwe di nav hemû qadan siyaset jî di nav de da xuyakirin. Piştî salên 90’î li şaxê Bakur û çar parçan de jî da xuya kirin. Îro jî bi pêşengtiya jinên kurd hatiye roja me ya îro. Zanista jinan ‘jîneolojiyê’ dîroka jinan ji nû ve derxiste holê û zanebûna xwe jî da îspatkirin. Îro bi berxwedana xwe ya Rojava û bi sedema kuştina jina kurd Jîna Emînî ku bi saya serê jinan û berxwedana wan li her qadê cîhanê bi felsefeya “Jin jiyan azadî” berfireh bûye.