spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Birêxistinbûna jinan bersiva êrişên dagirkeriyê ye’

Şêniyên navçeya Amûdê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşiyan û gotin: “Birêxistinbûna jinan bersiva êrişên dagirkeriyê ye.”

Kongra Star, bi boneya nêzîkbûna 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li navçeya Amûdê meşek organîze kir. Şêniyên ji Amûdê, endamên saziyên civaka sivîl û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tev li meşê bûn. Girse ji Qada Şehîd Cîhad a navenda navçeyê kom bûn û heta Qada Jina Azad meşiyan. Alên Kongra Star, wêneyên cîgira Hevserokatiya Meclisa Qamişloyê şehîd Rihan Amûdê (Leyman Şiwêş) û hevseroka Meclisa Qamişloyê şehîd Yusra Derwêş, şehîdên Komkujiya Helincê û pankartên bi nivîsên “Birêxistinbûna jinan bersiva êrişên dagirkeriyê ye” û “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” rakirin.

Girseyê di meşê de bê navber “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana YPJ`ê” berz kirin. Li Qada Jina Azad li ser navê Kongra Star berdevka Rêveberiya Dibistanan a Amûdê Hena Xalid axivî û diyar kir ku jin ji gelek mafên xwe ji ber nêzîkatiyên bi zîhniyeta baviksalar mehrûm man.

Hena Xalid bal kişand ser hedefgirtina jinan û wiha got: “Armanca wan jî têkbirina têkoşîna jinan e, Kongra Star bi îdeolojiya azadiya jinan xwe bi rêxsitin dike, encamên xebatên wê jî di nava Şoreşa Rojava de derdikevin û vîna jinan pê xurt dibe.” Meş bi slogana “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Navçeya Holê 

Navenda Çandê û Kongra Star a navçeya Holê bi boneya 8’ê Adarê şahiyek li bajarokê Behra li dar xist.

Reqa, Dirbêsiyê, Heleb

Rêxistinên jinan li Reqa, Dirbêsiyê û Helebê bi diruşmaˊBi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” çalakiyên bi boneya 8ˊê Adarê li dar xistin.

Reqa

Meclisa Kombûna Jınan a Zenûbiya û hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl, endamên saziyên sivîl û leşkerî serdana fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kantona Reqayê û bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, navend û fermandariya giştî ya YPJˊê û Meclisa Malbatên Şehîdan ziyaret kir û 8ˊê Adarê li wan pîroz kir.

Dirbêsiyê

Kongra Star a Dirbêsiyê ya Cizîrê şandeyek ji jinan ku cilên folklorîk li xwe kiribûn pêk anî û serdana sazî, meclis û navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên navçeyê kir û 8ˊê Adarê li wan pîroz kir.

Heleb

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li hola civînan a li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê panelek li ser mîrasê li dar xist.