26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê meclîsa baweriyan ava bikin

Di 10-11’ê çile de bi sponseriya Komxebata Olan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dirûşma “Bi hev re em aştiyê belav bikin” li salona Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê Konferansa Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî   pêk hat.

Di konferansê de kesayetên oldar, mezhebî û siyasetmedar ên ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komsera Komîteya Amerîkayê ya Navneteweyî ya Parastina Azadiyên Olî Nadine Menza û nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinên Sûriyê, Konra Star, Yekitiya Suryanî, Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê, Meclisa Rûspiyên Eşîran beşdar bûn. Kesayetên ji tevahî cîhanê yên misilman, xiristiyan, cihû, zerdeştî, hindû û kakeyî jî peyamên nivîskî û dîmen şandin kongreyê.

Cîgirê Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk û di heman demê de Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Navdewletî ya Ol û Baweriyan Mele Ebdurrehman Bedirxan têkildarî kongreyê nirxandin kir.

Mele Ebdurrehman Bedirxan, bal kişand ser pêkhateyên kongreyê û wiha got: “Kesên beşdarî kongreyê bûn yên ji Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê pir zêde bûn. Misilman, mesîhî, êzidî, zeredeştî û elewiyên Sûriyeyê amade bûn. Dîsa gelek baweriyên cuda yên li dervê Sûriyeyê hatin beşdarî kongreyê bûn. Baweriya cûhiyan, sabîe, kakaî, bahaî û ji gelek olên din hatin tev li kongreyê bûn. Dîsa kesên navdar hatin. Wekî Serokên munezemenî yê Jiyana Hevbeş ji Mexribê û Siûdiyê hatin. Ji Siûdiyê Bijîşk Hamid Ahmed Rîfaî di kongreyê de amade bû. Seroka me ya Almanyayê Munteda Esil Mil Ehliyê amade bû.”

 Çi hat niqaşkirin?

Mele Ebdurrehman Bedirxan, bal kişand ser niqaşên hatin kirin û wiha axivî: “Di roja ewil de mijarên wekî;  gelo çi kelem û sedem hene ku sedem dibe kelem. Çi sedem hene ku ol li pêşiya bingehek ji bingehê aştiyê. Dîsa çi bû sedem ku ol bibe wekî pirsgirêkeke civakî? hatin niqaşkirin.

Roja duyemîn çareseriya pirsan hatin niqaşkirin. Wekî mijarên; ol xwe wekî çareseriya van pirsgirêkan dibîne. Ol heta kijan astê dikare vê rola xwe ya çareseriyê bilîze. Çawa dikare bandor bike ku bibe cihê şahiyê, aştiyê û jiyana hevbeş. Çawa dikare bibe sedem ku hev qebûl bikin û jiyana hevpar esas bigirin. Ol dikare heta kijan astê dikare vê rolê pêk bîne.  Ev sernav hatin niqaşkirin.”

Nûnerên 13 olan civîyan

Bedirxan, d zanîn ku hin cih hebûn cihê nexweşî , cihê derdû kulê xelkê û wiha lê zêdekir: “Lê li cihekî wekî Mezopotamya jiyanek heveş hebû. Jiyanek pir kevnare bû. Lê piştî vê jiyanê, hin xisûsê olî hatin guhertin û hatin şirovekirin. Bi rengekî ku xizmeta desthitadaran bike guherî. Em dibînin ku vê tevsîr û teawînê, heta kijan astê zerar da nav û dengê ol.  Îro Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê yek ji wan, minaka jiyana hevbeş e. Cihê ku jiyana hevbeş lê dikeve meriyetê ye. Em dixwazin vê jiyana hevbeş tercûme bikin. Dixwazin bandora vê jiyana hevbeş xurttir bikin. Ev kongreya ku pêk hat ji bo bibe gavek yekem a jiyana hevbeş û jiyana pêşerojê. Dîsa bi vê kongreyê erk û peyvirek da beşdaran. Ên tev li vê kongreyê bûn, dibin endamê vê kongreyê. Da ku sibê bi hevre karekî baş bikin. Nûnerên 13 olan bi hevre axivîn. Gelek dilxwazên vî karî jî hebûn. Ev kesana, dikarin ji bo siberojê bi hevre çi bikin? Ev jî di encamnameyê de hat şirovekirin ku dê çawa karibin bi hevre bixebitin.”

 ‘Divê em li ser cewherê olan rawestin’

Mele Ebdurrehman Bedîrxan, destnîşan kir ku piştî vê kongreyê tirsek herî mezin çêbû û wiha berdewam kir: “Kesên xwedî çete û kesên bi navê olan diaxivin, kesên bi navê îslamê diaxivin, kesên ku ola herî rast wekî ya xwe dibînin ji bo wan bû tirsek. Lê ‘Wê çawa çareseriyek ji wan re jî çê bibe’ hat niqaşkirin. Wê cewherê pirrengiya van olan çawa bê dîtin? Cewherê wê çibû? Divê em li ser cewherê van olan rawestin.”

Bedirxan, anî ziman ku li ser mijara parastina cewherê olan jî rawestiyan u wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîsa ji bo ev cewher rola xwe bêtir bilîze em çawa dikarin bêtir zindî bikin. Ol hatiye ku ji bo edl û edalet ava bike. Ji bo ku ol bibe bingeha edaleta civakê. Kesê ku bixwaze mafê xwe biparêze, wê bibîne ku ol parastina wî mafî dike. Her wiha dema mafekî wî tê xwarin dê ol xwe berpirsiyar bibîne, da ku mafê wî bi dest bixe.  Dîsa dema ku ew însan ket şaşî û kêmasiyan, dê ol hewl bide ku wî însanî ji şaşiyan vegerîne.”

‘Divê mafê jinan di hemû aliyan de bê dîtin’

Mele Ebdurrehman li ser niqaşên têkiliya ol û jinê jî rawestiya û got: “Li ser mijara jinê; berê jî û anha jî temamê saziyên me, li ser nerîn û bingehek nû hat avakirin. Di hemû olan de jin ew kesa ku xwedê ew xuliqandiye. Ew kesa ku ew û zilam hev temam dikin. Jin û zilam bi hevre dimeşin. Jiyana xwe bi hevre ava dikin. Divê mafê wê di hemû aliyan de bê dîtin. Îro roj civat cıvata wê ye. Ol piştgiriyê dide jinê ku mafê jinê bê parastin û biparêze. Dema  ketin kêmasiyekê jî dê hişyar bike.”

Kesê oldar ew kesê qîmeta jinê zane ye

Bedirxan, anî ziman ku kesê oldar ew kesê qîmeta jinê zane û wiha axivî: “Kesên dûrî ol, ew qesê zilm û zorê li jinê dike ye. Hz. Muhammed jî dibêje ‘ew kesê oldar ew kesê ku qedr û qîmetê jinê zane ye. Kesê dûrî olê ew kesê zilm û zoriyê li jinê dike ye’.”

Zarok pêşerojê diyar dikin

Mele Bedirxan, li ser beşa têkildarî zarok û ciwanan jî rawestiya û wiha pêde çû: “Beşek gelek taybet jî ji bo zarokan bû. Bi beşek gelek taybet li ser zarok û ciwanan sekinî. Hat gotin ku di siberojê de divê ciwan karibin di hemû aliyan de firsendê bibînin. Ji ber ku ew kesên pêşeroja me diyar dikin zarok in. Siberoj di destê ciwanan de ye. Divê mirov li ser van ciwanan gelek kedê bide. Divê di aliyê kar û derfetan de ol karibe xizmetan bike. Divê dikaribe pirsgirêkên ciwanan çareser bike. Divê ol ji van ciwanan re bibe piştgir û alîkar. Divê ol li dijî kesên ku ciwanan ji vê fikrê dûr dixe bibe asteng.”

Dê meclîsê ava bikin

Mele Ebdurrehman Bedirxan herî dawî li ser xebatên siberojê jî rawestiya û wiha got: “Dê li ser onlîne Platform bê avakirin. Berê jî bingeha wê hebû. Navê cihê me “Hevdîtina Olan a li Cizîra Sûriyeyê” bû. Ev kongre ji bo kongreyên pêş wekî bingehekê bû. Wekî kar, dê meclîs bê avakirin. Dê hemû bawerî û ol di vê meclîsê de cihê xwe bigirin. Têkiliyên wan dê bêtir li ser watsappê be. An jî dê têkilî û hevpariyê li ser Face Bookê çêkin. Wê her kes li cihê xwe û li welatê xwe bi hevre kar bikin. Bi taybet bawermendên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê vî karê xwe fermî bikin. Wê semîner û hevdîtinan pêk bînin. Wê vî karê hanê xurt bikin. Wê karê xwe fermî bikin. Du beş in. Beşek wekî sazîbûnê ye. Beşa  din jî wekî karê maddî û malî ye. Ew jî dê di demê pêş de li ser çareseriyê bifikire. Em dibînin ku hemû kes dilxwaz û dildarê vî tiştî ye.

Encama di destê me de, dê dema pêş piştgiriya vî karî bêtir bê kirin. Di aliyê maddî û manevî de jî em milletê Bakur û Başûrê Sûriyeyê pirê di nava xwe de ava bikin. Ev pira em di nava xwe de ava dikin, hezkirin, wekhevî ye. Berê jî me digot em in ew kesên ku jiyanê xweş bikin. Dema hemû ol ji hev xweş bin û nakokî di nava wan de biqede dê jiyan jî xweş bibe.”