26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo dîtina kurê xwe 1706 km rê diçe û tê

Malbatên girtiyan ku di roja 59’emîn ji bo “Nobeda Edelatê” li avahiya Baroya Amedê çalakiyên xwe berdewam dikin. Ji xeynê sazî û partiyên siyasî welatî jî alikarî didin girtiyên malbatan. Malbatên hatin serdanê anîn ziman ku ji bo piştgirî bidin malbatên di çalakiyê dene li virin û xwestin pirsgirêk çareser bibe.

Têkildarî çalakiya malbatan em bi dayika Xezal Yildirim re axivîn. Dayîka Xezal Yildirim qala rewşa hatinû çûna xwe û kuro xwe Mehmet Yildirim ê girtî kir.

Kurê Xezal Yildirim Mehmet Yildirim 30 salî yê. Di sala 2009’an de li Amedê hat girtin. Xezal Yildirim qala pêvajoya girtina kurê xwe kir û got: “Mehmet pola 2’yemîn a dibistana amadiyî  dixwend. Polîs û tîmên taybet serê sibê seat di 05.00’an de bi ser malê de girtin. Wê demê mehmet 18 salî bû. Polîsan gotin ‘em ê Mehmet bibin îfade wî bistînîn û em ê wî berdin’ Lê polîsan ew birin û carek din bernedan. 3 rojan di binçavan de ma. Piştî 3 rojan ew derxistin dadgehê. Piştî dadgehê Mehmet şandin Girtîgeha Amedê.”

Laşê xwe şewitand

Xezal Yildirim anî ziman ku Mehmet piştî hat girtin 22 mehan li Girtîgeha Amedê ma û wiha berdewam kir: “Mehmet li dijî neheqî û zilmê laşê xwe şewitand. Şeva ku xwe şawitand agahiya me jê tune bû. Piştî malbatên girtiyan li me geriyan, em ji bûyerê agahdar bûn. Piştî bûyerê Mehmet birin Fakûlteyê Tipê ya Dîcleyê. Laşê wî hemû pêçayî bû. Dema Mehmet agir berda bedena xwe hevalê wî Zûlfîkar batanî şil kir û avêt ser wî. Mehmet rojekê li fakûlteyê ma. Hêj tedawiya wî xelas nebû ew bi wî halî şandin Girtigeha Amedê. Hewalên li girtigehê bi destê xwe xwarin didan Mehmet. Dest û laşê wî pêçayî bû. Piştrê ew birin nexweşxaneya Meletîyê. Cih di nexweşxanaya Meletiyê de tune bû. Ji ber cih tune bû ew dîsa anîn Girtîgeha Amedê.”

Sirgûnî Girtîgeha Bafrayê kirin

Mehmet Yildirim piştî 22 mehan li Girtigeha Amedê ma, ew ji Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê ya Samsûnê kirin. Dayika Mehmet Yildirim Xezal Yildirim da zanîn ku piştî kurê wê Mehmet şandin Girtigeha Bafrayê di çûn û hatinê de gelek zehmetî kişand. Yildirim li ser zor û zahmetiyên çûn û hatinê wiha got: “Ev 3 sal in min Mehmet nedîtiye. Ji ber ku çûn û hatin gelek zehmet e. Hem ji aliyê derûnî û û hem jî aliyê aboriyê ve gelek zehmetiyan dijîm.

Ji bo dîtîna 30 dk 1706 km rê

Xezal Yildirim anî ziman ku 3 sal çêbû kurê xwe nedîtîbû. Herî dawî penç roj berê çû dîtina kurê xwe Mehmet. Yildirim qala zehmetiya rê û dûrbûnê kir û wiha lê zêde kir: “Ez 3 rojan di rêde çûm û hatim. Ez serê sibê ji vir bi tenê seat di 07.30’an de çûm xeraja Amedê (Otogar). Roja din seat di 09.30’an de gihiştim xeraja Samsunê. Ji Samsunê jî çûm navçeya Bafrayê. Seat di 13.00’an de hevdîtina me hebû. Min û kirê xwe tenê niv seatê (30 dk) hevdû dît. Piştî dîtina nîv saetê ez vegariyam Amedê. Di hevdîtinê de dema ku min ew hembêz kir wekî ku min gelek salan ew nedîtibe.”

Divê 3 meh şûnde bê berdan

Xezal Yildirim anî ziman ku ji derketina Mehmet re 3 meh maye, lê ditirse ku cezayê wî were înfazkirn û got: “Ji ber vê tirsê Mehmet gazî min kir Mehmet xwest ez biçim dîtina wî. Dema ez çûm dîtinê Mehmet got ‘Ji derketina min re 3 meh mayê. Lê ez nebawerim ku min berdin. Ji ber ku 2 hevalê min cezayên wan qediyane. Lê hejî nehatine berdan. Hevalakî min ê din jî salek û nîv e cezayê wî qediya ye, lê hêj nehatiye berdan. Dê di rojên pêş de bê berdan.”

Agahiyan ji derve nastînin

Yildirim bal kişand ser çavdêriyên kurê xwe yên li girtîgehê û ev agahî lê zêde kir: “Di hevdîtinê de Mehmet ji min re got ‘Di dema dawî de gelek mafên girtiyan hatin sînorkirin. Me berê çalakiyên dayîkan di radiyo de guhdar dikir. Lê edî radyo li me qedexwe kirin. Naxwazin em tu agahiyan ji derve bigirin.”

“Her roj  ji bo edaletê têm Baroya Amedê”

Xezal Yildirim herî dawî qala çûn û hatina xwe ya Nobeda Edaletê kir û got: “Mala min li Koşuyoluyê ye. Ez her roj ji bo edeletê têm Baroya Amedê. Her roj nikarim bi otobusê bêm çalakiyê. Car heye ez peya têm. Car heye jî ez bî seyarê têm. Dema ez ji baroyê diçim malê jî bi heman rengî diçim. Carinan ku bi hevalên me re cih hebe ez bi wan re diçim û têm.”