Rojnameya Heftane

Deng beyana hebûnê ye

Zeynep Durgut 

Nivîskar Rengîn Kardelen got ku qedexekirina pirtûkan tirsa li hemberî zanînê ye û li gel qedexekirina pirtûkan jî gel dixwaze xwe bigihîne wan pirtûkan.  Kardelen destnîşan kir ku deng beyana hebûnê ye û ronahî mizgîniya cîhana alternatîf e

Dijberiya li hemberî rastiyê ya desthilatdariyê rehên xwe dispêre dîrokeke dûv û dirêj. Di her serdemeke dîroka mirovahiyê de pêkan e ku mirov bi mînakên cur bi cur vê raxe ber çavan. Hemû hewlên mirovahiyê yên ji bo ronîkirina serdema heyî, ji vegotina çîrokekê, heta tabela yan jî wêne û pirtûkek her rastî astengî û qedexeyan hatine.

Ji avabûna komara Tirkiyeyê heta niha gelek pirtûk hatin qedexekirin û nemaze jî di van salên dawîn de qedexe û sansûr careke din ket rojevê. Têkildarî qedexe û berhevkirina pirtûkan em bi nivîskar Rengîn Kardelen re axivîn.

Bi çavên xwe yên zarok

Rengîn Kardelen bi bîr xist ku di zarokatiya wê de pirtûk û kasetên kurdî ji ber qedexeyan dihatin veşartin û binaxkirin û wiha axivî: “Di darbeya 1980’yî de li mala me ya bajêr ez bi çavên xwe yê zarok şahid bûm û min dît ku hemû pirtûkên me ji aliyê diya min û dapîra min ve bi rojan û yek bi yek hatin şewitandin. Rastiya li paş ew tabloya bi navê ‘Qetla Pirtûkan’ bû.”

Mizgîniya jiyana alternatîf

Kardelen destnîşan kir ku desthilatên heyî bi êrîşkirina li dijî ‘zanînê’ re dixwazin civakê ji rastiyan bêpar bihêlin û her wiha ji deng û ronahiyê ditirsin û ev nirxandin kir: “Deng hebûn e. Weke bikêrekî beyana hebûnê ye. Mirov tev li yên heyî dike. Ronahî, jiyana alternatîf û mizgîniya cîhana alternatîf e. Ango sembola ronîbûn û serwextbûnê ye. Desthilatdarî dema ku li tarîtî û tiştên wêdetirî tarîtiyê nihêriye, herî zêde ji pirs û lêpirsînê tirsiyaye.”

Tişta herî hêja xwendin e

Kardelen diyar kir ku ji bo pêşketina civakê tişta herî hêja xwendina pirtûkan e û wiha got: “Li gel qedexekirina pirtûkan gel pirtûkên ku dixwaze bixwîne nikare xwe bigihijînê. Îro em giştî di pêvajoyeke wisa de derbas dibin ku divê li serê lêkolîn bê kirin. Dibe ku ji pirsa em çi dixwazin bêhtir a em dixwazin veguherin çi ji xwe û ji hev bikin. Bi sazîbûnê hêza xwedîderketinê, bi vê yekê re xurtkirina civakê baştirîn çareserî ye.”

Bêyî ku hevokên xwe bitewîne

Nivîskar Kardelen da zanîn ku divê hewldanên ji bo xwendin û pêşvebirina zimanê kurdî zêdetir bibin û di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Tişta ku bê kirin ew e ku li hemberî zordestiya desthilatdariyê xwe bispêre hêza civakê û bêyî ku hevokên xwe bitewîne û peyvên xwe biqusîne rasterast gotina xwe li her derê bêje. Ya herî girîng divê em xwe û civaka xwe ji aliyê çand hûner û ilmê ve bi pêş ve bixin û di tarîtiyê de nemînin. Divê em civaka xwe û rewşenbîr û bîrmendên xwe bigihînin hev û pirek xurt ava bikin. Divê em şoreşa ziman pêk bînin. Ji zimanê xwe hez bikin, ya ku me xelas bike ev e. Ger em ji zimanê xwe hez bikin em ê ne tenê pirtûkên xwe, hemû tiştên xwe yên pîroz ji hemû nebaşiyan biparêzin.”

Her berhemek hîmê hebûnê ye

Nivîskar Rengîn Kardelen li hemberî zordestiya desthilatdariyê bal kişand ser girîngiya wêjeyê û wiha got: “Her berhema di warê çand û hunerê de xwe digihîne xwînerên xwe kevirekî li hîmê civaka kurdan û hebûna wan zêde dike. Ew tişta ku xwestek û planên serdestên me yên ji bo tunekirina me hatine sazkirin têk dibe, wêjeya me ya devkî ye. Berhemên bi kurdî hatine nivîsandin derbeyên herî mezin in li siyaseta wan a înkar û asîmîlasyonê. Tunekirina deng û sewta dengbêjan bi rêya qedexekirina kasetan bi ser neket, deng û sewta wan a têr û tije xwe di rûpelên pirtûkên qedexekirî de dan der.”