3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dengbêjên îro nikarin hilberînin!’

Dengbêj Îsmaîlê Sêlimiyê bi dengbêjiyê kevneşopiyê didomîn e.  Dengbêj Sêlimiyê ku li Navenda Çand û Dîcleyê ya Amedê dengbêjiyê dike der barê dengbêjiya kurdî de nirxandinên girîeng kirin

Dengbêj û dengbêjiya kurdî di civaka kurd de xwedî rist û misyoneke dîrokî ye. Lewre qewimîn, buyer û geşedanên ku di dîrokê de qewimîne bi seya dengbêjiyê heta roja me ya îro hatiye û em jê haydar dibin. Gelek dengbêjên navdar hene ku dîroka jiyayî bi stranên xwe ragihande roja me. Evdalê Zeynikê, Ferzê, Reso, Şakiro, Zahiro û hwd.  Dengbêj Îsmaîlê Sêlimiyê jî di roja me ya îro de bi dengbêjiyê vê kevneşopiyê didomîn e.  Dengbêj Sêlimiyê ku li Navenda Çand û Dîcleyê ya Amedê dengbêjiyê dike derbarê dengbêjiya kurdî de ji rojnameya me re axivî.

Dengbêj Îsmaîlê Sêlimiyê diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve stiriye. Sêlimî dibêje dema wî carek an du caran stranek guhdar bikira teqez jiber dikir û serboriya xwe ya destpêkirina stranan wiha tîne ziman: “Ez li gundê Sêlimiyê ji dayîk bûm û li wir rûdinêm. Ez lawê Mîrzayê macirim. Bavê min xelkê Serhedê ye. Dema ku ez fêrî dengbêjiyê bûm temenê min 12 salî bû. Dema ku Huseynê Farê hat gundê me em wê demê li ser bêndera diman. Li cemaetê rûnşt û dest bi gotina stranan kir. Ji wê rojê heta îro ez evîndarê dengbêjiyê bûm û min dest pê kir. Wê demê ne teyîp hebû ne jî xweşik plak hebûn. Li Amedê qehweya dengbêjan hebû, dengbêj dihatin li wir disitirîn. Dema ku dengbêj dihatin gel diçûn li wir kom dibûn û dengbêja dest stirîna kilaman dikirin. Ez jî wê demê zarok bûm ji min re gelek dibû meraq, min guhdar dikir. Dema ku min guhdar dikir, min zû jiber dikir, haviza min xurt bû. Dengbêjî ew qas ji min re meraq bû dema ku ez diçûm malê min di xew de jî didît. Dêya min û bavê min sedema vê tiştê gelek bi min re dixeydîn. Digotin tu êdî tu aramiyekê nadî me. Ez bi vî awayî fêrî dengbêjiyê bûm. Ji wan salan heta îro ez yek stranekî jî ji teyîban fêrnebûme. Hemû li dîwana bi devkî fêrbûme. Ez pirî stranan jî ji Mihemedê Şilbî û dengbêj Zahiro fêrbûme.”

Guhertin û hilberîn tune ye

Sêlimî, bal kişand ser dengbêjên berê û yên îro weke berê hilberîn tune ye û ev tişt anî ziman: “Dengbêjan her tim destan, serhildan û serpêhatiyên kurdan aniye ziman. Wê demê ne plak, qaset û ne jî telefon hebûn tu tiştek tune bû. Hemû jî di bîra mirovan de maye. Kilama Mem û Zîn nêzîkî 750 sal in ku heye. Kilama Dewrêşê Evdî her kes nikare bivêje. Dema ku mirov dibêje Dewrêşê Evdî destana wî bi şevan naqede. Demên berê dengbêj diçûn gundan bi meha li wan gundan diman û ji axa û şêniyên gundan re di dîwanan de heta sibêhê disitirîn. Cudatiya dengbêjiya wê demê û roja me ya îro gelek ji hev cuda ye. Dengbêjên îro hê jî li ser pişta dengnbêjên berê dixwin. Berê digotin di civakê de mirovên zana dengbêjin. Dema ku mirovek dengbêj bûya diçû gundekî herkes li dora wan kom dibû.”

Gelek dengbêj ji Evdal Zeynikê fêr bûn

Sêlimî, da zanîn ku Evdalê Zeynikê  bi xwe jî heta 30 saliya xwe nikaribûye tu stranekê jiber bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Evdalê Zeynikê ji zarokatiya xwe ve fêrî stirîna kilaman nebûye. Dengbêjek li ku hebûya çûye cem wan stran distirî û fêrnedibû…” Di berdewamiya axaftina xwe de Sêlimî got ku gelek dengbêjên beriya niha jî ji Evdalê Zeynikê fêrî dengbêjiyê bûne û wiha domand: “Dengbej Ferzêyê Serhedî jî rabû degnbêjiyê ji Evdal fêr bû. Dengbêj Rosa jî ji Ferzê fêr bû. Dengbêj Şakiro, Huseyno û Zahir jî şagirtên Reso bûn ji wî fêr bûn. Degnbêjên ku îro dibêjin bi piranî stranên Evdal, Ferzê, Reso û Şakiro ne. Li Amedê digotin dengbêj Muslimê Xerzî hebûye ew jî gelek serskeftî bûye.”

Sêlimî bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Serpêhatiyên di dîroka kurdan de pêk hatine gelek jê dengbêjan nirxandine û kirine stran. Lê îro em nikarin tu tiştekî hilberînin.”