3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengê wê hat dizîn lê ew bû Dengbêj Gazin

Li ku derê cîhanê dibe bila bibe dema zarokeke tê dinê bi piştîyeke bar tê. Di nav piştiya barê wê de tundiya bav, bira, ap, hevjîn û hemû civaka zayendperest heye. Lê hêza bi jinan re nahêle ku jin di bin wî barê giran de serê xwe bitewînin. Dengbêj Gazin yek ji wan jinan e ku nehiştiye barê pişta wê serî lê bide tewandin.

Wek tê zanîn her çi qas deng+bêjî kareke mêran nîn be jî mêran nehiştiye ku jin bi dengên xwe yên zîz hestên dilê xwe vebêjin.

Dengbêj Gazin (Raziye Kizil) di sala 1959’an de li Tetwana Bedlîsê ji dayik dibe. Ji zaroktiya xwe de ji stranan û dengbêjiyê hez dike. Lê malbata wê qet nahêle ku dengbêjiyê bike û wê di temenekî biçûk de hê di 15 saliye wê de dizewicînin. Dema tê zewicandin wê ji gund dibin, li bajar bi cih dikin û cilên wê yên neteweyî jê dikin. Gazin di nav zor û zehmetiyan de jiyana xwe didomîne lê qet dev ji stranbêjiya ku tenê dihiştin di dawet û dîlanan de bibêjin, bernade.

Hêza xwe ji Hozan Mizgîn digire

Gazin piştî ku têkoşîna Hozan Mizgîn dibîne biryar dide ku êdî dê stranên xwe bi dengekî bilind bibêje. Dibêje heke Hozan Mizgîn bawer kiribe ku em ê bikaribin bi ser bikevin, ez ê jî têbikoşim û bi ser bikevim. Cara yekemîn di dawetekê de stranan dibêje û piştre diçe Stenbolê qasedekê derdixe. Lê ji ber ku malbata wê naxwaze dengbêjiya wê qebûl bike, ew qaseda xwe vedişêre. Bi cîranên xwe re qeseda xwe guhdar dike lê nabêje ev dengê min e.

Dengbêj Gazin bi têkoşîna xwe cara yekemîn ji bo jinên kedkar di 8’ê Adara 2012’an de, di Roja Jinên Cîhanê de li Amedê derdikeve ser dikê û bi kelecaneke mezin distirê. Erê Gazin qalibên civakê dişkîne û derdikeve ser dikê lê dizane ku hê bi hezaran jinên ku dengên wan ji aliyê mêran û civakê ve hatine qutkirin hene. Gazin dixwaze wek ku wê ji Hozan Mizgîn hêz girtiye, ew jî hêz bide sewta jinên ku dengên wan hatine dizîn.

Komeleya Jinên Dengbêj ava kir

Gazin wek çûkeke li hêlînekê bigere li cihekî digeriya da ku bikaribe bi rêya hunerê ji jinan re bibe alîkar. Li ser vê daxwaza xwe li Wanê ji bo jinên dengê wan hatine dizîn di sala 2010’an de Komeleya Jinên Dengbêj ava dike û xwe digihîne jinan. Pêşî kes newêre were komeleyê lê bi demê re wêrektiya Gazin jinan ber bi komeleyê ve dikişîne. Ji 5’an heya 50’an jin dixwazin li komeleya dengbêjan perwerde bibin.

Gazin astengiyên malbat û civakê diqelişîne lê vê carê jî dewlet ji ber stranên wê ceza lê dibire. Ji ber ku bi kurdî stranan gotiye du salan cezayê girtîgehêlê tê birîn. Di nav van hemû astengiyan de jî Gazin bi dengê xwe hem li welat hem jî derveyî welat stranên xwe dibêje. Û deng û dengbêjiya xwe sînoran derbas dike.

Dengbêj Gazin di 21’ê tebaxa 2018’an de li Wanê jiyana xwe ji dest da û li dû xwe deng, hêvî û hêzeke bêhempa ji bo hemû jinan dihêle.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê