26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derbûna dilê me…

Gerdûna ku bi guherînên demsalan re nîşanî me dide ka divê em çi bikin û çawa bin; bi xwebûnî, xweserî, azadî û zindîbûna xwe me bi me re dixe nav lêpirsînan.

Ez niha ji xwe pirsa çi me û li ku me dikim. Vê kêliyê wekî ku her tişt bi ser min ve tê, tu rê û çareseriyek berbiçav nabînim lê dizanim ku dîtina rê û çareseriyan ji bo min şert e. Dijberî taybetmendiyên gerdûnê yên min li jorê rêz kirin dijîm an jî mehkûmê jiyanê me!

Ev aloziya ku xwe di serê min de bi cih kiriye; bêguman ji ber pêknehatina gelek rewş, pêdiviyên jiyanî yên takekesî û civakî ye. Xwe tik û tenê, bêdeng û bi derdora xwe re bê aheng dibînim. Di nav vê bêdengiyê de tenê dengê dilê xwe yê ku ez dizanim ji sedî sed rast e, rastiya min û jiyanê nîşan dide dibihîzim.

Tenêtî çi xweş û jandar e! Ew e ku rêyên pêwîst û dijwar ên jiyanê nîşanî me dide… Tenêtî; çi bi êş û azad e. Girêdana me ya bêwate ya bi derdorê re di lêpirsênên ku çareseriyê ferz dikin re derbas dike. Tenêtî êşeke bêpênase ye, birîneke kûr e, derbûna dilê me ye.

Di vê êvara biharê de bi qasî xwişka xwe ya ku 29 sal in di qefesan de girtî ye; xwe dîlgirtî hîs dikim! Bi qasî jana ku dikişîne jandar e jiyan! Vê êvarê bi hesreta dûrbûna wê ji xwe jî ji jiyanê jî ji biharê jî dixwazim birevim! Ji nedîtina biharê xemgîn û hestiyar im. Diviyabû min ev bihar wiha nejiya! Diviyabû ewqas dilşikestî nebûma lê vayê careke din ji rêwîtiya xwe ya hestan ‘destvala’ vedigerim! Careke din evîn sêwî dimîne. Gelo ev çarenûsa erdnîgariya me ye wiha rengê xwe dide jiyana me?

Bihar e, di strana “Ey felek” a ku Mehemed Şêxo dibêje de hevoka “biharên têhnkuştî” teqez behsa zindanan dike. Helbestvanê hêja Yusif Berazî ku ji xwe re dibêje “Bêbihar” bi gotinên strana “Hebs û zindan” nîşanî me dide ku bihar têhnkuştî ye û ji ber wê rastiya jandar, navê “Bêbihar” li xwe daniye.

Zindanê, wêranê, warê biharên têhnkuştî, xeyalên baskşikestî! Te temenê me daqurtand, jiyanê kir jehr! Zindanê! Neyarê biharê, ronahiya çavan, hêviyên dilan, neyarê bedenên ciwan û hemû tiştên zindî. Ka vê demê çavên xwe bigirin û kesên li zindanan bifikirin, bînin ber çavên xwe rûyên wan, roj û şevên wan bibînin, bijîn û ji kûrahiya dilê xwe hîs bikin… Rojê carekê ji ‘azadiya’ xwe dûr bikevin, xwe di nav dîwarên zindanan, deriyên girtî, şibakeyên dervenedîtî de bibînin. Ka bi hest û wijdana însanî, erda beton û renzeyên hesin bînin ber çavên xwe û bi qasî ku dilê we bişewitîne binêrin, hîs bikin. Îsal jî bihar têhnkuştî ye, xemgîn û jandar e! Îsal jî xeyal pêk nehatin, bi biharê kêfxweş nebûn, hest û ramanên me wekî ava çem, kanî û mesîlan neherikîn. Heta ku aliyekî me ‘dîlgirtî’ be; ne bihar, bihar e ne jî jiyan jiyan e!

Ya ku kela dilê me dirijîne çi ye gelo? Bêguman hestên me yên ku bi nivîs an jî axaftinê xwe tînin ziman! Vegotin dibe dermanê gelek rewşan û dema ku em hinek tiştan nakin û nabêjin; ne tenê em pêşî li derbûna dilê xwe her wiha li pêşketina jiyana xwe jî digrin. Loma divê ku em bi cesaret bin, di demê de bikaribin ya pêdivî bi gotina wê heye bibêjin, an na dawî xewnereşk, şikestin û poşmaniya gelek tiştan e.